KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Leşkerên Tirk êrîş birin ser karkerên di çalakiyê de ne
Jendermeyên Tirk êrîş birin ser karkerên Ozak Tekstîlê yên di çalakiyê de ne. Di encama êrişê de nêzî 20 kes hatin binçavkirin. -
Dîmenê duyemîn ê Operasyona Şoreşgerî hate weşandin
Gerîla TV beşa duyemîn a dîmenê Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Amed weşand, ku hêzên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li Metînayê pêk anîn. -
Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li herêma Biradostê barandin
Balafirên şer ên dewleta Tirk du caran devera Biradostê ya girêdayî navçeya Sîdekan bombebaran kirin. -
HPG: Hevrêyê me Rodî Nalîn şehîd bû -NÛ BÛ
HPG'ê ragihand ku gerîla Rodî Nalîn 3'ê Kanûnê li Kerboranê şehîd bû û soz da ku têkoşîna azadiyê ya ku di oxira wê de bêteredût şer kir, bi ser bixîne. Her wiha ji malbata gerîla Rodî Nalîn, xelkê Mêrdînê û gelê Kurdistanê re sersaxî hate xwestin. -
Suham Şengalî: Karê sereke yê civaka Êzidî azadiya Rêber Apo ye
Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Suham Şengalî anî ziman ku xebatên sereke yên civaka Êzidî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: "Ji bo azadiya Rêber Apo em ê têkoşînê geş bikin." -
'Heta ku Kurdî bibe xwedî statuyekê em ê têbikoşin'
Endama Desteya Rêveber a MED-DER'ê Dîlan Guvenç anî ziman ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê yên li ser Kurdî dewam dikin û got, heta ku ziman û çanda Kurd bibin xwedî statu wê têbikoşin. -
Dewleta Tirk a dagirker danê êvarê Biradost bombebaran kir
Hat ragihandin ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker îro danê êvarê 2 caran herêma Biradost a navçeya Sîdekanê bomberbaran kir. -
Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê di roja 138’an de berdewam dike
Nobeta Azadiyê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê hatiye destpêkirin, di roja 138’an de berdewam dike. -
Gelê Mexmûrê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan
Gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist. -
Wan TUAY-DER ji bo berxwedana greva birçîbûnê dest bi Nobeta Edaletê kir
Bi pêşengiya TUAY-DER’ê li sê bajaran ji bo xwedî derketina li greva birçîbûnê ya li zindanan, Nobeta Edaletê hate destpêkirin. Wan TUAY-DER jî beşdarî Nobeta Edaletê bû. -
Dewleta Îranê li Bane kolberek qetil kir
Hêzên dewleta Îranê li herêma Hengejal a Baneyê di êrîşekê de kolber Ehwen Deştî qetil kirin. -
Li Sûrê dîwar hilweşiya, karkerekî jiyana xwe ji dest da
Li Sûrê di dema karê restorasyona li avahiyên dîrokî de dîwarek hilweşiya. Karker Abdulkadîr Komur di bin dîwar de ma û jiyana xwe ji dest da. -
'Hikumeta herêmê tenê di zexta li ser mirovan de serketî ye'
Rojnameger Aras Îbrahîm diyar dike ku tekane tiştê ku hikûmetên Herêma Kurdistanê tê de sertketî bûne, serkutkirina hemwelatiyan e. Her wiha got, ji ber tunebûna opozîsyona rasteqîne desthilatdarên Herêma Kurdistanê çi dixwazin, wî tiştî dikin. -
Dewleta Tirk li Bamernê sivîlek qetil kir
Di êrîşa dewleta Tirk de ya li Bamernê sivîlê bi navê Alî Cemîl Kelaş hate qetilkirin, kesek jî birîndar bû. -
Li Sêrtê karkerek bi giranî birîndar bû
Li Sêrtê karker Mehmet Omer Polat ê ji înşaetê ket, bi giranî birîndar bû. -
HPG: Sûcên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker dewam dikin
HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî sûcên şer dike û li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyek da. -
Greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 9'emîn de ye: Em ê teqez bi ser bikevin
Girtiyên ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd 9 roj in di greva birçîbûnê de ne, gotin "Eger daxwazên me bi cih neyên anîn, em ê çalakiyên xwe dema pêş hîn radîkal bikin." -
Li Silêmaniyeyê di qezaya trafîkê de 2 kes mirin
Li Silêmaniyeyê di encama qezaya trafîkê de 2 kes mirin, kesek jî birîndar bû. -
Dîmenên Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn
Gerîla TV dîmenên amadekariya Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn weşand, ku li Metînayê hate lidarxistin. -
Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li Bamernê barandin
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bajarokê Bamernê yê Duhokê bombebaran kirin. Di encamê de kesek birîndar bû. -
Şervana bi heybet: Cûdî Çekdar
Cûdî Çekdar yek ji pêşengên berxwedana Cenga Heftanînê bû. Şervana tîmên li qadê bû. Jêhatî bû, çalak bû. Dilê xwe mezin bû. Şervaneke jin bû; şerekî bi heybet dikir. -
Dadgeha Federal a Iraqê rûniştina hilbijartina Kerkûkê taloq kir
Dadgeha Federal a Iraqê, biryara xwe ya li ser giliyên der barê taloqkirina hilbijartinên encûmenên parêzgeha Kerkûkê de, taloqê 12’ê Kanûna 2023’an kir. -
Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê dewam dike
Nobeta Azadiyê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê hatiye destpêkirin, dewam dike. -
Dadgeha Tirk doza komkujiya Vartînîsê betal kir
Dadgeha Tirk doza Vartînîsê betal kir ku di sala 1993'an de 9 kes hatin şewitandin û qetilkirin. -
Li Balekayetî di qezaya trafîkê de 3 kes mirin
Li herêma Balekayetî di encama qezayeke trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn.