KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk 5 caran gundên Silêmaniyê bombebaran kir
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker 5 caran bombe li gundên Kanî Mîran û Salyawayê yên navçeya Pênciwênê ya Silêmaniyê barandin. -
Li Nisêbînê 9 tax hatin 'qedexekirin'
Dewleta Tirk 9 taxên Nisêbînê 'qedexe' kir. -
Li Çemçemalê êrîşa bi balafirên bêmirov û biçek
Bi balafirên bêmirov û biçek êrîşî gundê Tûteqela ya Çemçemalê hate kirin. -
Dîmenê çalakiya li Girê Amediyê hate weşandin
Dîmenê çalakiya ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê 20’ê Cotmehê bi taktîka sekvaniyê pêk anîn, di Gerîla TV de hate weşandin. -
HPG'ê şehîd Dîlan Cizîr bi bîr anî
HPG'ê Dîlan Cizîr bi bîr anî ku 27'ê Kanûna 2017'an şehîd bû û soza serxistina armanca 'Rêbertiya Azad, Kurdistanê Azad' dubare kir. -
Fermandariya Biryargeha NPG’ê hêzên Operasyona Şoreşgerî pîroz kir
NPG’ê gerîlayên ku li 4 deveran operasyonên şoreşgerî pêk anîn, pîroz kir. Ji bo dewleta Tirk a ku êrîşî Rojava dike, jî wiha got: “Dewlet û artêşeke xurt û mert, wê li dijî hêza leşkerî ya li hemberî xwe şer bike. Berê xwe nade sivîlên bê parastin.” -
Emer Saleh: Fikrên Rêber Apo ji Şengalê belavî her derê dibe
Endamê Desteya Eşîran ê Şengalê Emer Saleh anî ziman ku di sala 2023’yan de ji Bexda heya Mûsilê, ji Silêmaniyê heya Ewropayê xebatên dîplomatîk ên xurt hatine meşandin û got, "Fikrên Rêber Apo ji Şengalê belavî her derê dibe." -
KCK: Ji bo hesabê Roboskî bê pirsîn divê têkoşîn bê mezinkirin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera komkujiya Roboskî peyamek weşand û ji bo hesabê komkujiyan bê pirsîn bang li her kesî kir ku hîn bêhtir têbikoşin. -
Şehîd Helmet Şahîn li Silêmaniyê hate bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê Helmet Şahîn yê di 23’ê Kanûnê de li Zapê şehîd bibû, li Silêmaniyê bi merasîmekê hat bibîranîn. -
Dewleta Tirk a dagirker gundên Qendîlê bombebaran kirin
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Silê û Bolê bombebaran kirin. -
Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê: Divê demildest tecrîda li Îmraliyê were rakirin
Koordînasyona Çavdêrî û Şopandina Grevên Birçîbûnê ya Dîlokê diyar kir ku divê demildest tecrîda li Îmraliyê were rakirin û banga hestiyariyê li raya giştî kir. -
Gelê Bakur êrîşên dagirkeriyê şermezar kir
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kurdistanê hatin protestokirin. -
Dewleta Tirk ji bo 15 rojan ketina Çiyayê Gabarê qedexe kir
Dewleta Tirk a dagirker ketina Çiyayê Gabarê ya li bejahiya Şirnexê qedexe kir. -
Li Herêma Kurdistanê di nava salekê de 73 kerkeran jiyana xwe ji dest dan
Berdevkê Rêxistina Karkerên Avahîsaziyan a Kurdistanê, da xuyakirin ku di sala 2023’yan de li Herêma Kurdistanê 73 karkeran di encama qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane. -
HPG: Dagirkerek hate cezakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê dagirkerek hatiye cezakirin. -
KCK: Ispat bû ku gerîla li hemberî artêşa dagirker serwer e
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê fermandar û şervanên HPG û YJA Starê yên ku li Xakurkê, Metîna û Zapê Operasyona Şoreşgerî kirin, pîroz kir û li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk banga mezinkirina çalakî û berxwedanê kir. -
Hîn jî agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nîne ku PDK'ê ew revandiye
Rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hate revandin, 63 roj in agahî jê nayê wegirtin. -
Li Kerkûkê operasyona li dijî DAÎŞ'ê: 2 çete hatin girtin
Li Kerkûkê di encama operasyoneke li dijî DAÎŞ'ê de 2 çete hatin girtin ku hate ragihandin, herdu çete tevlî gelek êrişan bûne. -
Morga nexweşxaneyê ji bo cenazeyên leşkeran li gel hatiye qedexekirin
Hate hînbûn ku cenazeyên bi dehan leşkerên di 23'ê Kanûnê de li Xakurkê û Metînayê hatin kuştin, anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Tê gotin, cenazeyên mirovên herêmê bi zorê ji morga nexweşxaneyê hatine derxistin û morg hatiye qedexekirin. -
Li Agiriyê hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan bû 4 kes
Li navçeya Avkevirê ya Agiriyê bîlançoya bûyera ku makîneya kar ji kendêl wergeriya, giran bû. Hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan bû 4 kes. -
Leşkerên Tirk ên dor li gund pêçand, ketin bin konan
Leşkerên Tirk ên ku dor li gundê Hespistê pêçandine, kon li vî gundî vedan û ketin bin. -
HPG: Şehîdên me yên Operasyona Şoreşgerî temînata serketinê ne
HPG'ê 4 gerîlayên li Xakurkê û Zapê di operasyonên şoreşgerî de şehîd bûn bi bîr anî û got, "Gerîlayên Azadiyê yên kurdistanê ku fedaîtî û îradeya Apoyî ji xwe re kirin rêbaza jiyanê, hêviya azadiyê ya gel e." -
Li Serhedê ji ber berf û bagerê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li bajarên Serhedê ji ber berf û bagerê rê hatin girtin û qeza çêbûn. Di qezayên ku çêbûne de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 23 kes birîndar bûn. -
Hewramaneke biçûk li Hewramana mezin
Hunermend û peykersazekî ji herêma Hewramanê, ji bo zindîkirina şêwaza xaniyên Hewramanê, ji bo danasîna vê mîmariya bêhempa, dîrokî û dostê xwezayê, li bajarokê Dizliyê ya Hewramanê karekî hunerî çêkiriye û bûye cihê balkişandina geştyaran.” -
KCK'ê Cejna Noelê pîroz kir
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê di şexsê Xiristiyanên Kurdistanî de cejna Noelê li civaka Xiristiyan hemûyan pîroz kir.