KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Baroya Colemêrgê: Li Geverê êşkence li malbatekê hate kirin
Baroya Colemêrgê diyar kir ku li Geverê êşkence li malbateke Kurd hate kirin û ragihand ku ew ê vê bûyerê bişopînin. -
HPG: 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin
Çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bê navber dewam dikin. Di çalakiyan de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin. Derb li kepçeyekê û 2 çeperan hate xistin. -
Gerîlayên YJA Starê Amara û Rûken li Mexmûrê hatin bîranîn
Gerîlayên YJA Starê Amara Rûbar (Ayşe Kapar) û Rûken Amara (Guler Gungen) li kampa penaberan a Mexmûrê di salvegera şehadeta xwe de hatin bîranîn. -
DFG û MKG'ê ji bo 'Roja Rojnamevên Dixebitin' peyamek dan
DFG û MKG'ê bi wesîleya 10'ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin daxuyaniyek dan û bal kişandin ser rojnamevanên girtî. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em ê piştevaniyê mezin bikin û zordariyê têk bibin." -
Asayîşa Êzidxanê wê sala nû hîn mezin û berfireh bibe
Asayîşa Êzidxanê karên xwe yên salekê nirxand û têkildarî sala nû hate gotin, "Wê yek ji armancên asayîşê ya sala nû avakirina Asayîşa Jinê ya Êzidxanê, vekirina gelek beşên nû li bin banê asayîşa Êzidxanê û pêkanîna dewreyên pisporiyê be." -
Di êrîşa hêzên Îranê de kolberek hate kuştin
Di êrîşa hêzên dewleta Îranê de kolberek li herêma Bane ya Rojhilatê Kurdistanê hate kuştin. -
YRK: Ji ber êrişên dewleta Tirk ziyan gihîşt bax û baxçeyê gundiyan
YRK’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Asosê de ti ziyan negihiştiye hêzên wan, lê bax û baxçeyên gelê herêmê ziyan dît. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê ya li Metînayê weşand. Di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
'Heta tola hevrêyên xwe hilînin em ê şer bikin'
Gerîlayê HPG'ê Kemal Pîr şehîdên komkujiya Parîsê Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anî û got, "Heta ku tola hevrêyên xwe hilînin, şerê me wê bênavber dewam bike." -
Ava herî biha li Wanê tê firotin
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ava herî biha ya Tirkiyeyê li Wanê difiroşe. Di nava 6 mehan de buhayê avê 5 caran zêde kir. -
Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê bi koma 35’an dewam dike
Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Panaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 175’an de bi koma 35’an bi biryardariyek xurt dewam dike. -
TJA’yê jinên şoreşger Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anî
TJA’ê yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera’ê KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez di 11'emîn qetilkirina wan de bi bîr anî. -
Li Mahabadê 2 Kurd hatin revandin
Hat zanîn ku hêzên dewleta Îranê li Mahabadê 2 Kurd revandin. -
Niyaz Hamîd: Tevî planên PDK’yê jî Kerkûkê kurdistanîbûna xwe îsbat kir
Çavdêrê siyasî Niyaz Hamîd got, "Tevî planên PDK’yê û hevkariya wê ya bi dewletên dagirker re û hewldanên erebkirina bajêr, Kerkûkê kurdistanîbûna xwe îsbat kir." -
YJA Star: Tolhildana Sara û hevrêyên wê hinceta me ya herî mezin a têkoşînê ye
Fermandariya Navendî ya YJA Starê got, "Em ê mîna Sara, dijmin aciz bikin û hesab bipirsin" û diyar kir ku ew bi biryar in têkoşîna jinê ya azad bigihînin hemû jinên cîhanê. -
Cenazeyê şehîd Têkoşer Pêncewîn hate veşartin
Cenazeyê Têkoşer Pêncewîn ku di şerê li Elkê de şehîd bû, li Amedê di bin dorpêçê de hate veşartin. -
Şehîdên Parîsê li Binarê Qendîl û Digûrê hatin bibîranîn
Li Binarê Qendîl û Digûrê, jinên şoreşger yek ji avakarên PKK’ê Sakîne Cansiz, dîplomata Kurd û nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn. -
Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Andiç û Yîgît piştî 5 mehan radestî malbatên wan kirin
Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Levent Andiç û Haci Alî Yîgît yên di 27’ê Tirmeha 2023’an de li çoltera gundê Bilbês ê navçeya Elkê şehîd bibûn, piştî 5 mehan radestî malbatên wan hatin kirin. -
'AKP hilbijêran ji derve tîne Îdirê'
Parlamenterê Îdirê yê DEM Partiyê Yilmaz Hûn diyar kir ku AKP ji bo şaredariya Îdirê bi dest bixe hilbijêr anîne û got ku ew ê hemû mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin û pêvajoyê bişopînin. -
ICAD: Divê Silêman Ehmed demildest bê berdan!
Komîteya li Dijî Windakirinên Binçavan a Navneteweyî (ICAD) xwest rojnamevan Silêman Ehmed ê ku li Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatiye binçavkirin û ev 2 meh û nîv e agahî jê nayê girtin, demildest bê berdan. -
Li Rojhilatê Kurdistanê 2 kolber bi giranî birîndar bûn
Hêzên dewleta Îranê careke din kolberên li ser sînorên bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kirin hedef û di encamê de kolberek bi giranî birîndar bû. Kolberek jî ji zinar ket bi giranî birîndar bû. -
Hêzên Îranê li Şino çar Kurd revandin
Hêzên dewleta Îranê li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê 4 Kurd revandin û birin cihekî nediyar. -
Rozerîn Çûkûr hate bibîranîn
Rozerîn Çûkûr a 16 salî li ser gora wê hate bibîranîn, ku ew di 8’ê Çileya 2016’an de di dema berxwedana xwerêveberiyê de li navçeya Sûrê ya Amedê bi guleya nişangirê dewleta Tirk a dagirker hatibû qetilkirin. -
PKK: Têkoşîna sala 12'an a li dijî komkujiyê bi pêngaveke mezin destpê dike
PKK'ê destnîşan kir, hesabpirsîna ji komkujiyên Parîsê wê dewam bike û got, "Ev yek wê bi Kampanya Azadiyê ya Navneteweyî re bibe yek û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd li her qadê di xeta serketinê de bê meşandin." -
Ji 5 kesên li Farqînê hatin binçavkirin 3 kes hatin girtin
Ji kesên li navçeya Farqînê ya Amedê di 5'ê Çileyê de hatin binçavkirin 3 kes bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin.