KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Nasnameya jina siyasetmedar a li Kerkûkê hat qetilkirin diyar bû
Hate diyarkirin ku jina siyasetmedar a li Kerkûkê ji aliyê êrîşkerên bi motosîklet ve li ber dibistanekê hat qetilkirin Firyal Silêman Xalid e ku li Hesekê qeydkirî ye. -
Ciwanên Şengalê: Em bi xelkê Rojava re ne
Ciwanên Şengalê bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê û Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb li Xanesorê kom bûn û li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava meşiyan. -
Dewleta Tirk gundekî Amediyê bombe kir: Gelek xanî hilweşiyan
Hate ragihandin ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Mijê yê navçeya Amediyê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de gelek xanî hilweşiyan. -
Li Kerkûkê êrîşa çekdarî: Jinek hate qetilkirin
Hate ragihandin ku li Kerkûkê di encama êrîşa çekdarî de jinekê jiyana xwe ji dest da. -
HPG: Droneyek hate îmhakirin
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de droneyeke bombebarkirî hate îmhakirin, derb li çeperekê hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker jî ji hewa û bejahî ve êrîş kir. -
Li dibistanên Mexmûrê betlaneya nîvê salê destpê kir
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi hezaran xwendekar bi kelecan û coşek mezin karnameyên xwe wergirtin û ketin betlaneya nîvê salê. -
Êrîş li gora Sertan Tîken ê YPS'yî hate kirin
Êrîş li gora Sertan Tîken ê YPS'yî ya li Cizîrê hate kirin. -
HPG: Bûn çavkaniya şeref û şanaziyê
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêrelukê de şehîd bûn eşkere kir û got, "Bêteredût û bi fedaîtî şer kirin, bi lehengî şehîd bûn û ji bo gelê me bûn çavkaniya şeref û şanaziyê." -
Li Wanê 9 hezar nexweşên narkotîkê xwestin bêne dermankirin
Li Wanê, polîtîkaya belavkirina madeyên hişbir ku ji aliyê çeteyên bi piştevaniya dewletê ve tê meşandin, bandor li hezaran kesî kiriye. Li bajêr 9 hezar kesên ku bi narkotîkê ve hatine girêdan, ji bo tedawiyê serlêdan kirin. -
Girtiyê nexweş Abdullah Varişlî jiyana xwe ji dest da
Girtiyê nexweş ê bi navê Abdullah Varişlî ê ku di Girtîgeha Oltû ya Erzorimê de dima, jiyana xwe ji dest da. -
PDK'ê 3 gundên Amêdiyê vala kir
Hate hînbûn ku hêzên çekdar ên bi ser PDK'ê ve bi fermana dewleta Tirk a dagirker 3 gundên Amêdiyê bi darê zorê vala kirin û rê li ber êrîşên dagirkeriyê vekirin. -
TAJÊ civîna xwe ya sala 2023’yan li dar xist
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi beşdariya hemû komîte û endamên xwe civîna xwe ya salane li dar xist. -
Desteya Eşayîrî û Oldaran ên Şengalê nerazîbûn nîşanî konferansa Elmanyayê dan
Desteya Eşayîrî û Oldaran ên Şengalê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ew konferansa Elmanyayê qebûl nakin. -
'Hevrê Sara li dijî pavşerûtiyê bû bersiva herî xurt'
Gerîlayên HPG'ê Çiyager Amed û Kamûran Amed şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn û gotin, "Hevrê Sara li hemberî paşverûtî û qirêjiya pergalê bû bersiva herî xurt. -
KCK: Dewleta Tirk li Rojava sûcê şer dike, divê her kes li ber rabe
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Dewleta Tirk a mêtinger qirker li pêş çavên her kesî sûcê şer dike" û bang li her kesî kir ku li dijî êrîş û sûcên şer ên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin, bikevin nava liv û tevgerê. -
Ceyhan: Li Colemêrgê metirsiya erdhejê zêde dibe
Endezyarê Jeolojiyê Eyûb Ceyhanî got ku metirsiya erdhejê ya li Colemêrgê her ku diçe zêde dibe û divê gel bergiriyên xwe bistîne. -
Gerîla TV dîmenê operasyoneke din a şoreşgerî weşand
Gerîla TV dîmenê Oparasyona Şoreşgerî ya Şehîd Melsa Mûş weşand. Di operasyona şoreşgerî de 18 dagirker hatin cezakirin, gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin. Dewleta Tirk windahiyên xwe careke din eşkere nekir. -
Tekçe: Em ê destketiyên gel, bi gel re bistînin
Viyan Tekçe ya namzeta Hevşaredara Colemêrgê ya DEM Partiyê, bal kişand ser desteserkirina qeyûman û got, em ê destketiyên gel, bi gel re bistînin. -
Dayikên Aştiyê yên li Wanê banga hestiyariyê kirin
Dayikên Aştiyê ji bo ku piştgiriyê bidin çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Wanê ev 44 roj in di nobeda edaletê de ne, banga hestiyariyê kirin. -
Li Cizîrê pêşhilbijartin qediya
Li Cizîrê di pêşhilbijartina tûra duyemîn de Guler Tûnç û Abdurrahîm Dûrmûş herî zêde deng wergirtin. -
Li Geverê hilbijartin ji tûra duyemîn re ma
Li Geverê di pêşhilbijartinên DEM Partiyê de ji bernamzetên mêr Şoreş Dîrî û Tayyup Canan û ji bernamzetên jin Şadiye Kirmizigul û Ayşe Polat man tûra duyan. -
Partiyên Kurdistanî: Divê ji binpêkirinên artêşa Iraqê re sînorek bê danîn
14 alî û partiyên siyasî bertek nîşanî dorpêça artêşa Iraqê ya li Taxa Newroz a Kerkûkê dan û gotin: “Divê ji binpêkirinên artêşa Iraqê re sînorek bê danîn." -
Komel Sermed: Divê tapûyên xelkê taxa Newrozê bêne dayin
Hevserokê Encumena Herêma Kerkûkê yê Tevgera Azadiya Komelgeha Kurdistanê Komel Sermed xwest pirsgirêka li taxa Newrozê ya Kerkûkê bi rengekî mayinde bê çareserkirin û xwest, tapûyên xelkê taxê ji wan re bê dayin. -
Çekên ku di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ahmed Rûbar de hatin bidestxistin
Gerîla TV dîmenê çekan weşand ku di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ahmed Rûbar de ji aliyê gerîla ve hatin desteserkirin. -
Kurdên li Taxa Newrozê: Dagirkirina malên me beşek e ji polîtîkaya erebkirinê
Kurdên li Taxa Newrozê ya Kerkûkê li dijî hewldanên artêşê yên ji bo dagirkirina malên wan greva xwe didomînin û gotin: “Me bikujin jî, em ji taxê dernakevin.”