KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Saleh Êzdîn: Ez ê bi dengê xwe bersiva êrişan bidim
Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ Saleh Êzdîn diyar kir ku di hilbijartinan de ew ê bi dengê xwe bersivê bidin êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê û hevkariya PDK'ê. -
Di lehiyê de dayikek û 3 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan
Li Êlihê ji ber lehiyê dayikek û 3 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan. -
HPG: Çavrê Gelhat şehîd bû
HPG’ê nasnameya gerîlaya şehîd eşkere kir û got: "Ji bo ku Şerê Gel ê Şoreşgerî bi ser bikeve, kedeke mezin da." -
Îradeya gerîla her cûre teknîkê têk dibe
Gerîlayê HPG'ê Êrîş Koçer êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxand û destnîşan kir ku her cûre teknîk li hemberî îradeya gerîla têk çûye. -
Bayik: Çareseriya pirsgirêkên Fîlîstîn û Kurd wê zemîna komployan ji holê rake
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser paraleliya navbera pirsgirêkên Kurd û Fîlîstînê û got, herdu pirsgirêk bêne çareserkirin wê li Rojhilata Navîn zemîna komplo û operasyonan ji holê rabe. -
Li Farqînê lehiyê xesarek mezin da ka û erdên gundiyan
Li gundê Fêra yê navçeya Farqîna Amedê ji ber baranê lehî rabû û lehiyê xesar gihand derdorê. -
HPG: 3 dagirker hatin cezakirin, derb li 3 çeperan hate xistin
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de li Zapê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li 3 çeperan hate xistin. HPG'ê ragihand ku di êrîşên dema dawî yên artêşa Tirk de tiştek bi hêzên wan nehatiye. -
Amed Malazgîrt: Mîlîtanên PKK’ê wê hesab ji vê dewleta zilmkar bipirsin
Ji fermandarên biryargeha NPG'ê Amed Malazgîrt diyar kir ku dewleta Tirk bi rêbazên terorê tevdigere û got, "Milîtanên PKK'ê wê hesab ji vê dewleta zalim bipirsin. Em ê tola şehîdên xwe hilînin. Milîtanên PKK'ê soza vê yekê didin." -
Di bin siya xiyanetê de sûcê şer
Artêşa Tirk li Girê Amediyê dema ku bi çekên kîmyewî êrîş dibir ser tunelên şer ên li Şehîd Pîrdogan bi kamerayan hate kişandin. Li heman qadê PDK hewl dide bi kepçeyan rê ber bi tunelan çêbike. -
Meşa Azadiyê: Apoyî li her derê ne!
Li ser astengkirina Meşa Azadiyê parlamenterên HEDEP'ê rê girtin. Ciwan bi dirûşmên “Li çiya negerin, Apoyî li her derê ne”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne Ocalan”, “Navê me Bêrîtan e, em bi te re ne Ocalan” meşiyan. -
Meşa Azadiyê: Gihîşt Amedê
Kesên ku ji bajarên derdorê ji bo 'Meşa Azadiyê' bi rê ketin, gihîştin Amedê. -
Xizmên Windayan ji bo Bayram û Yakar hatin ba hev
Xizmên Windayan aqûbeta Mehmet Şirîn Bayram û Orhan Yakar ên ku sala 1996’an hatine windakirin, pirsîn. -
‘Meşa Azadiyê’ bi govendê destpê kir
“Meşa Azadiyê” ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Êlih û Sêrtê bi govendê destpê kir. -
Li Xorasanê cil û bergên Kurdan ji aliyê hêzên hikûmeta Îranê ve hatin qedexekirin
Li Xorasanê hêzên hikûmeta Îranê gef li çend hunermendên Kurd yên ku di çalakiyên xwe yên hunerî de cil û bergên Kurdî li xwe kiribûn, xwarin. -
Xelkê Mexmûrê li dijî tecrîda Îmraliyê meşiya
Xelkê Mexmûrê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiya û piştgirî da Meşa Gemlîkê. -
Meşa Azadiyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir
Gelê Şirnex û Rihayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi Gemlîkê ve dest bi meşa azadiyê kirin. -
HPG: Sekna wan a mîlîtaniya Apoyî wê ti carî neyê jibîrkirin
HPG’ê diyar kir ku 29’ê Îlonê li Zapê 3 gerîla şehîd bûne û got: “Sekna wan a mîlîtaniya Apoyî, fedakariyên wan ên mezin, cesaret û hewldanên wan wê ti carî neyên jibîrkirin.” -
Ji rojnamevan Ehmed ê ji aliyê PDK’ê ve hatî revandin, agahî nayê girtin!
25 roj in ji Edîtorê Servîsa Erebî ya Rojnews’ê Silêman Ehmed agahî nayê girtin. -
Bayik: Jiyaneke azad û bi wate wê bi paradîgmaya Rêber Apo pêk bê
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku jiyaneke azad û bi wate wê bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê û bang li her kesê kir ku xwedî li pêngavê derkeve. -
Bijîşk Gorken derbarê dermanê Lyrica welatî hişyar kirin
Bijîşk Gokhan Gorken derbarê dermanê Lyrica ku zêde tê bikaranîn de welatî hişyar kirin û got ku divê dibin kontrola bijîşkan ev derman bê bikaranîn. -
Bakirhan: Muxatabê çareseriyê Abdullah Ocalan e
Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan di civîna gel a li Êlihê de axivî û got: "Heke hûn dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin, ev gelek hêsan e. Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan wek muxatab nîşan dide. Navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd diyar e." -
Kalkan ê piştî 30 salan hatî berdan, bi girseyî hate pêşwazîkirin
Girtiyê siyasî Nesîmî Kalkan li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di destpêka salên 1990’î de hat girtin û ji aliyê dadgeheke leşkerî ve cezayê hepsê yê heta dawiyê, lê hate birîn. Kalkan piştî 30 salan hate berdan. -
Bayindir: Divê sîstema Îmraliyê ji hev bê xistin
Hevserokê DBP'ê Bayindir got, her kesên ku daxwaza hiqûq, demokrasî, mafên mirovan dikin ji bo jihevxistina sîstema Îmraliyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd divê têbikoşin. -
Cenazeyê parêzer Erdal Safalî hat veşartin
Parêzer Erdal Safalî ku li gel Dayikên Aştiyê qezayê trafîkê derbas kiribû û bi giranî birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Safalî, li Geverê hate veşartin. -
Li Riha û Mêrdînê banga tevlîbûna ‘Meşa Azadiyê’ hate kirin
Di çarçoveya amadekariyên Meşa Gemlîkê ya ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 18’ê Mijdarê de bê lidarxistin, li Riha û Mêrdînê civînên gel hatin lidar xistin.