KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Wanê 40 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Ebex a Wanê, polîsên Tirk duh bi şev avêtin ser gelek taxan û 40 kes binçav kirin. -
Fermandariya YBŞ û YJŞ'ê Newroz pîroz kir
"Ji bo sala 2017’an bibe sala rizgarkirina tevahiya Şengalê, azadkirina hemû dîlên me, ji holê rakirina gefa ferman û xiyanetê, em bang li gelê xwe dikin ku destek û têkoşîna xwe mezin bike û bang li ciwanan jî dikin ku tevlî refên YBŞ-YJŞ’ê bibin." -
'Em dixwazin Başûrê Kurdistanê ji dagirkeriya Tirk-PDK'ê rizgar bikin'
Hem polîtîkayên PDK'ê, hem dagirkeriya Tirkiyeyê ji aliyê aborî, siyasî û civakî ve li Başûrê Kurdistanê, hem jî krîza ji ber hevkariya PDK-AKP'ê rû da, dibin sedem ku ciwanên Başûrî berê xwe bidin nava refên gerîla. -
Şervanan bi hezaran mirovên sivîl derbasî herêmên ewle kirin
Di çarçoveya qonaxa sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê dei ku bi pêşengiya QSD, YPG û YPJ'ê tê meşandin, heta niha bi dehan gund û gundik hatine rizgarkirin. -
'Rastiya Kurd û rastiya Rêber Ocalan di zik hev de ne'
Bayik: Kurd ne Kurdên bîst û pênc, pêncî, sed sal beriya niha ne. Rastiya heyî ya Kurdan û rastiya têkoşîna Kurdan, bi rastiya Rêber Apo re ketine zik hev. Qutkirina van ji hev nepêkan e. -
Siyasetmedarên Swîsreyê: Di Newrozê de wê berxwedana Kurdan bi ser bikeve
Bi hezaran kesan li Swîsreyê bi coş Newroz pîroz kirin, gelek siyasetmedarên payedar ên Swîsreyê diyar kirin ku, ew li ba berxwedana azadiyê ya gelê Kurd in. -
Li Licê şer: Serpelek û çawişekî pispor hate kuştin
Li Licê ya Amedê şer derket û di encamê de serpel û çawişekî pispor hate kuştin. -
Ji KCK’ê ji bo Şûle Elî peyama sersaxiyê
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo hevjîna serokê Tevgera Goran Newşirwan Mistefa, Şûle Elî peyama sersaxiyê weşand. -
Cihê Newroza Êlihê hate guhertin
Cihê pîrozbahiya Newroza Êlihê ya ku wê 21’ê Adarê were pîroz kirin hate guhertin û wê li Qada Newrozê were pîroz kirin. -
Li Wanê xebatên ‘NA’ didomin
Rêxistinên Bajarê Wanê yên HDP û DBP’ê amadekariyên Newrozê didomînin. Di ziyaretên gel ên di çarçoveya amadekariyan de, HDP û DBP’ê hemû kes vexwend qada Newrozê. -
'Em ê Newrozê bikin destpêka pêvajoya pêngavan'
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel: Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, bi coş li benda Newroz 2017’an e û li ser wê biryarê ne ku Newrozê bikin destpêka pêvajoya pêngavên dîrokî yên nû. -
'Xwîna hevrê Soro Amed û Zinarîn wê li erdê nemîne'
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, fermandarên gerîla Salîh Kaplan û Hacîre Talhan ên jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bibîr anî û destnîşan kir, ku xwîna wan wê li erdê nemîne. -
Em careke din qada Newrozê dagirin!
Osman Baydemîr ji bo Newroza Amedê banga tevlîbûnê li her kesî kir û got, "Em careke din vê qadê bi mîlyonan dagirin." -
Avesta: Êrîşa li ser Şengalê êrîşa li ser hebûna Kurdan e
"Civaka Êzidxanê rûmeta hemû mirovahiyê ye. Êzidî hebûna Kurdistanê ye. Yên ku êrîşî Şengalê bikin, êrîşî hebûna Kurdan dikin. Êrîşa li ser Şengalê êrîşa li ser jinan e. Hemû cîhan, divê xwedî li vê mîrasa dîrokî derkevin." -
'Em êdî hem dikarin malbata xwe biparêzin, hem jî gelê xwe'
Firat Minbic diyar kir, bi artêşa azad re jiyana li Minbicê bi şûn ve çû û bi DAIŞ'ê re jî jiyan gihîşt radeya tinebûnê. Firat Minbic qala jinûve afirîneriya jiyana li Minbicê kir. -
Rewşa dawî ya li Xerabê Bava
Rêveberiyên HDP û DBP'ê yên Navçeya Nisêbînê, ku piştî rakirina qedexeya derketina derve xisara li gundê Xerabê Bava tespît kirin, ji bo çareseriyê dest bi kar kirin. -
PADÊ Newroz pîroz kir
PADÊ bi daxuyaniyekê, Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd, hemû têkoşer, dost û gelan pîroz kir. -
Li 3 gundan derketina derve hat qedexekirin
Li 3 gundên Dara Hênê derketina derve hat qedexekirin. -
PKK: Em bi ruhê berxwedanê Newrozê pîroz bikin
Komîteya Rêveber a PKK'ê bang li gelê Kurd û dostên Kurdan kir, ku li ti astengiyan nealiqin û cejna Newrozê bi ruhê berxwedan û azadiyê pîroz bikin. -
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bang li kesên ku ji çeteyên ‘Mertala Firatê’ direvin kir
Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gundewarên wê li avahiya navenda xwe bi daxuyaniyekê bang li kesên ku ji çeteyên‘Mertala Fratê’ direvin kir ku vegerin malê xwe, eger ku bixwzin jî dikarin tevlî Meclîsa Leşkerî ya Minicê jî bibin. -
Li Mexmûrê meşa bi meşale ya Newrozê
Ciwanên Mexmûrê, bi meşekî meşaleyî Newroz pîroz kirin. -
Peyama Cemîl Bayik a Newrozê
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik peyamek bi dîmen ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên li Ewropayê weşand. -
Cenazeyê Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hat veşartin
Welatiyên bajarê Minbicê, cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Fewaz Hemîd (Ebû Îbrahîm) ku di şerê Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekî veşartin. -
YPG: Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê li ser Rojava didome
YPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên di bin fermandariya wê de tevdigerin, êrîş û binpêkirinên xwe ya li dijî xaka Rojava lidar dixin didomînin. -
Nasnameyên 5 gerilayên ku jiyana xwe ji dest dane hatin eşkerekirin
Navenda Ragihandina HPG’ê, nasnameyê ya 5 gerîlayên ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane ragihand. HPG’ê di daxuyaniyê de got: ‘’Em şehîdên xwe yên ku di demên cuda de şehîd bûne bi hurmet bi bîr tînin’’