KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gelê Qendîlê: Divê em bibin yek!
Gelê Qendîlê ji bo salvegera komkujiya Helepçe axivî û gotin, 16’ê Adarê li nav Kurdan roja reşgirêdanê ye, ji bo komkujiyên pêkan divê Kurd yek bin. -
KCK: Em ê bîranîna şehîdên Helepçe di têkoşîna azadiya Kurdistanê de bidin jiyîn
Hevserokatiya Rêveber a KCK’ê soz da ku bîranîna şehîdên Helepçe bi pêkanîna yekîtiya netewî û azadkirina Kurdistanê bide jiyîn. -
KCK: Em Hozan Dilgeş bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, hunermendê Kurd Hoan Dilgeş, ku çend roj berê jiyana xwe ji dest da, bibîr anî. -
Prototîpa Erdogan: Qeyûm Ûlaş Akhan
Qeyûmê Şaredariya Bazidê Ûlaş Akhan, weke ku nûnerê sîstema ‘yekzilamî’ be bi rengekî kêfî dest li qadên hiqûq, siyasî, aborî yê navçeyê dide. -
Li Şirnexê keyayên ku ne AKP’yî ne tên binçavkirin
Li navenda Şirnexê di serdegirtina malan de, gelek keyayên taxa û xebatkarên Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê jî di nav de zêdeyî 40 kes hatin binçavkirin. -
Hemadî: Em cejna serketinê bi hev re pîroz bikin
Hevseroka Tevgera Azadiyê ya herêma Kerkûkê Rihan Hemadî bang li gelê Kerkûkê kir, ku li hev bicivin û agirê serketinê pêxin. -
Qurbaniyên komkujiya Helebceyê bi merasîmekê hatin bîranîn
Ji wesîleya 29. salvegera komkujiya Helebceyê, li salona Werzîşê ya Navneteweyî ya li Helebceyê, merasîmek hate lidarxistin û qurbanî hatin bîranîn. -
'PDK’ê ji bo aloziyê mezintir bike êrîşî gel kir'
Meclîsa gundê Borukê yê Şengalê bal kişand ser êrîşa çeteyên PDK'ê ya li Xanesorê û diyar kir, çeteyên PDK-AKP ji bo alozî mezin bibe û gel venegere cih û warên xwe, êrîşî gel kirin. -
Çeteyên bi pere yên ku PDK û Erdogan dibêjin 'pêşmerge'
Derket holê ku gelek çeteyên AKP/PDK’ê yên ku êrîşî YBŞ û YJŞ’ê kirine, endamên kevn ên komên çeteyên Azadî, Silehedîn û Neviyên Silehedîn in ên ku êrîşî Heleb, Qestel, Cindo û Serêkaniyê kiribûn. -
Hewlêrî: Li Helepceyê xwestin hemû Kurdan Enfal bikin
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Hewlêrî diyar kir, komkujiya li Helebceyê hat kirin, li dijî tevahiya Kurdistanê bû. -
Hevşaredarê DBP’ê û gelek kes hatin binçavkirin
Li Navçeya Seravê ya Wanê di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin. Di nav van kesan de Hevşaredar Abdulkadîr Çalişkan jî heye. -
Fermandarê QSD'ê Serêkaniyê: Mizgîna azadiya Reqayê nêz e
Ji fermandarên QSD'ê Dijwar Serekaniyê destnîşan kir, ku hêzên wan gav bi gav nêzî Reqayê dibin û got, ew ê di demeke nêz de mizgîniya rizgariya Reqayê bidin gelan. -
Embarên genim ên li gundê Hemed Esafê hatin paqijkirin
Şervanên Pêngava Xezeba Firatê, embarên genim ên li gundê Hemed Esaf ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. -
Gerîlayên HPG/YJA Starê ji bo yekîtiya neteweyî bang kirin
Gerîlayên azadiyê diyar kirin, ku ew ê hesabê komkujiya Helebceyê û hemû komkujiyên din bipirsin û gotin, ew ê rê nedin komkujiyên nû. Gerîlayan ji bo yekîtiya neteweyî jî bang kirin. -
'Şirnexê ti carî koledarî qebûl nekir'
Endamê YPS'ê Zagros Şirnex di salvegera berxwedana xwerêveberiyê de axivî û diyar kir, bajarê serhildanê Şirnexê ti carî koledarî qebûl nekiriye. Şervanê YPS'ê destnîşan kir, Şirnexê bi berxwedaneke bi heybet derbên giran li artêşa Tirk xistiye. -
Gundiyên Zaxoyê ji êrîşa çeteyên PDK'ê aciz in
Gundiyan nerazîbûn nîşanî êrîşa çeteyên PDK'ê ya li dijî Êzidiyên li Şengalê dan û gotin, Kurdên noker û xayîn ji aliyê dijminên Kurdan ve tên bikaranîn. -
KNK: Helebce bû nasnameya mezlûmiyeta gelê Kurd
KNK'ê diyar kir, karesata trajîk a Helebceyê bûye nasnameya mezlûmiyeta Kurdan û destnîşan kir, komkujiya Şengalê jî niha bi heman arasteyê ber bi wê nasnameyê ve diçe. KNK'ê hişyarî da, ku hê xeteriya komkujiyan ji ser Kurdan neçûye. -
Cenazeyên 2 Şervanên YPG'ê li Qamişloyê hatin veşartin
Welatiyên bajarê Qamişloyê cenazeyên Şervanên YGP'ê Kemal Pîr û Piling Raperîn ên ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bibûn, bi merasîmekî veşartin. -
Welatî berê xwe didin konê sersaxiyê ya Nazê Nayîf Qewal
Welatiyên Şengalê berê xwe dan konê sersaxiyê ya Nazê Nayîf Qewal ku di êrîşa duh a komên çete yên PDK’ê ya li Xanesorê de şehîd bibû, sersaxî ji malbatê re xwestin. -
Dewleta Tirk operasyona Licê berfireh dike
Li Licê operasyonên qirker ên dewleta Tirk didomin. Diyar bû ku leşker û polîsên ku bi ser gundan de girtin bi taybetî zextê li ser jinan dikin û tacîzî wan dikin. Birayê Ceylan Onkol jî di nav de 24 kes hatin binçavkirin. -
Li Kobanê, Serêkaniyê, Girkê Legê ji bo Şengalê meş
Çalakiyên protestoyê yên li dijî êrîşa çeteyên AKP û PDK'ê yên li ser Şengalê dewam dike. Gelê Kobanê, Serêkaniyê û Girkê Legê xwedî li şengalê derketin û êrîşa dijî Şengalê bi meşekê şermezar kirin. -
Endamê Komîteya Saziya Kurdistan a Êrîvanê Riza Kotîkyan jiyana xwe ji dest da
Endamê Komîteya Saziya Kurdistan a Êrîvan a Ermenîstanê Riza Kotîkyan, duh di encama derbaskirina kirîza dil de, jiyana xwe ji dest dabû. Sazî û dezgehên kurdistanê sersaxî ji malbat, dost û gelê Kurd re xwest. -
Nasnameya 6 şervanên YPG’ê hate eşkerekirin
YPG’ê, nasnameya 6 şervanên ku li cih û demên cuda jiyana xwe ji dest dane eşkere kir. -
Rêveberiya Şengalê: Bila PDK di zûtirîn demê de çekdarên xwe vekişîne
Rêveberiya Şengalê destnîşan kir, ku êrîşa li Xanesorê li ser qasidên aştiyê hatiye kirin û xwest, ev komên êrîşkar di zûtirîn demê de ji herêmê derkevin. Rêveberiyê her wiha got, "Ji bûyerên ji niha û pê ve biqewime PDK û AKP berpirsyar e." -
HPG: Li Agirî û Colemergê 12 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG/YJA STAR’ê li Agirî û Colemergê 12 leşker kuştin.