KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Di êrîşa çeteyên PDK'ê de 2 rojnamevan jî birîndar bûn
Di êrîşa çeteyên PDK’ê de, ku li dijî meşa gelê Xanesorê hat kirin, 2 rojnamevan jî birîndar bûn. -
Rewşa 3 ji birîndarên Xanesorê giran e
Rewşa 3 ji 15 kesên di êrîşa çeteyên PDK'ê de li Xanesorê birîndar bûn, giran e. 5 ji van birîndaran bi guleyan birîndar bûn. -
Êzidiyên ku PDK'ê êrîşî wan kir: Em ê heta dawiyê Şengalê biparêzin
Piştî êrîşa hovane ya çeteyên PDK'ê, ku di encamê de jineke Êzidî hat kuştin û 10 jî birîndar bûn, Êzidiyên xwepêşandana protestoyî lidar xistin, li navenda Xanesorê daxuyaniyek dan. Êzidiyan gotin, "Em ê heta dawiyê Şengalê biparêzin." -
'YPG giyanê vê berxwedanê ye'
Şervanên QSD’ê yên ku her dema ji şer vedigerin dibêjin, "Bijî Berxwedana YPG’ê", wiha didomînin, "Giyanê vê berxwedanê YPG ye. Em hêza QSD’ê ne lê di heman demê de em ji hêla manewî ve xwe weke YPG’yî dibînin." -
Wêneyên êrîşa PDK'ê ya li dijî Êzidiyan
Nûçegihanên ANF'ê wêne û dîmenên êrîşa hêzên PDK'ê ya li dijî Êzidiyan kişandin. Di êrîşê de jinek hat kuştin, 10 kes jî birîndar bûn. -
PDK'ê êrîşî Êzidiyan kir: Jinek hat kuştin, 10 kes jî birîndar bûn
Girseya gel a ji bo şermezarkirinê ber bi çeperên hêzên PDK'ê ve meşiya, bû hedefa êrîşa çeteyên PDK'ê. Ji ber êrîşa çeteyên PDK'ê jineke sivîl jiyana xwe ji dest da, 10 sivîl jî birîndar bûn. -
Şervanên QSD'ê derdora Reqayê ji mayînan paqij dikin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ku di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de ber bi Reqayê ve dimeşin, derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê dixin. Herêm gav bi gav ji mayînên çeteyan tê paqijkirin. -
Bêkarên li Wanê: Vê carê AKP nikare me bixapîne
Hikumeta AKP’ê ku beriya hemû hilbijartinan soza çareserkirina kêşeya bêkariyê dide, niha jî soza heman tiştî da. Lê bêkarên li Wanê dibêjin, ev 15 sal in ku AKP nikare kêşeya bêkariyê çareser bike û êdî baweriyê bi vî tiştî naynin. -
Dikandarên Dîlokê jî dibêjin 'NA'
Ji ber polîtîkayên AKP'ê yên li hundir û derve, krîza aboriyê roj bi roj girantir dibe. Dikandarên li Dîlokê li ber vê rewşê rabûn û gotin, wê di referandûmê de dengê NA bidin. -
Çeteyên PDK'ê gule li gel reşandin
Bi hezaran welatiyên ji Rojava û Şengalê, ku ber bi kozikên çeteyên PDK'ê ve meşiyan, bûn hedefa êrîşa çeteyan. Çeteyên PDK'ê gule li gel reşandin. -
18 girtî ji girtîgeha Sêrtê hatin sirgûnkirin
18 girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê sirgûnê Girtîgeha Tîpa E ya Bandirmayê hatin kirin. -
Li Şengalê, gel ber bi kozikên çeteyên PDK'ê ve dimeşe
Bi hezaran kesên ku ji Rojavayê Kurdistanê û Şengalê hatin Xanesorê, ber bi çeperên komên çete yên PDK’ê ve dimeşin. Welatiyên Suryanî jî, ku ji Rojava hatine, tevlî meşê bûne. -
Hunermendên Başûrê Kurdistanê: Ev şer, şerê îxanetê ye!
Hunermendên Başûrê Kurdistanê, êrîşa PDK’ê ya li Xanesor a Şengalê bi tundî şermezar kirin û gotin: "Di demekê de ku hê birînên Şengalê yên berê nehatine pêçandin, destpêkirina vî şerî, xiyanet e." -
Pêkhateyên Hesekê piştgiriya berxwedana Êzidîxanê dike
Bi hezaran mirovên ji Hesekê, bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên PDK‘ê yên li ser Şengalê û piştgiriya bi gelê Êzidxanê re herikîn Şengalê. -
Biryareke sosret: Wezîfedarên li ser sindoqan wê ji aliyê qeymeqaman ve bên diyarkirin
Qeymeqamên Licê û Pîranê bang li partiyên siyasî yên komên wan li Meclîsê hene kir û ji wan re gotin, di referandûma 16'ê Nîsanê de serok û wezîfedarên li ser sindoqan wê ji aliyê qeymeqaman ve bên diyarkirin. -
Nivîskarên Kurd: Divê Barzanî bes xiyanetê bike
Nivîskarên Kurd, êrîşa çeteyên PDK/AKP'ê ya li Şengalê weke xiyanetê bi nav kirin û xwestin, kongreya neteweyî ya Kurdan derhal pêk were. -
KNK: Mala te ava mamoste Kerîm Muderîs
KNK'ê ji ber wefata nivîskar, wergêr û lêkolînerê Kurd Mihemed Mela Kerûm Muderîs, sersaxî ji malbatê re xwestin. -
Êzidxan bi biharê xemilî
Şengalê bi hatina biharê re kirasê bûkaniyê li xwe kir. -
Pêşmergeyên Dêrîn: Êrîşa li Şengalê xizmetê ji dewleta Tirk re dike
Pêşmergeyên Dêrîn li ber êrîşa PDK-AKP'ê ya li Şengalê rabûn. Pêşmergeyên Dêrîn li Silêmaniyê daxuyaniyek dan çapemeniyê û gotin, êrîşa li Şengalê xizmetê ji dewleta Tirk re dike. -
Li Colemêgê 24 herêm hatin qedexekirin
Li Colemêrgê û navçeyên wê, 24 herêm weke "Herêma Ewlehiya Taybet" hatin îlankirin. -
Ji Cizîrê ber bi Şirnexê ve sewqiyata leşkerî
Ji Cizîrê ber bi Şirnexê ve konvoyeke zêde ya sewqiyata leşkeri pêk hat. -
Di encamam teqîna mayîna çetayan de 2 zarok birîndar bûn
Li derdora gundê Tirêfawî yê ku 25 kîlometre dikeve rojhilatê bajarê Reqayê, ji ber teqîna mayîna çeteyên DAIŞ′ê, 2 zarok birîndar bûn. -
Cenazeyê şervanê Cebhet El-Ekrad Sebrî Efrîn hate veşartin
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê şervanê Cebhet El-Ekrad Sebrî Efrîn li Goristan Şehîd Seydo veşartin. -
Cenazeyê şervanê YPGʹê Ebdulezîz Emawî hate veşartin
Bi hezaran welatiyên cenazeyê şervanê YPGʹê Ebdulezîz Emawî (Rustem Cûdî) ê di encam kirîza dil de jiyana xwe ji dest da bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî spartin axê. -
Ji bo hevşaredaran: 13 sal û 9 meh cezayê girtîgehê
Di rûniştina îro ya doza hevşaredarên Erdîşê Dîba Keskîn û Ebdurrahman Çagan de kû pêk hat, 13 sal û 9 meh ceza hate dayîn.