KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG: 14 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di çalakiyên gerîla de li Şirnex û herêma navbera Amed û Mêrdînê 14 leşker hatine kuştin. -
Li Qadên Parastinê yên Medyayê Peyamên Newrozê
Li Qadên Parastinê yên Medyayê ji gel û gerîllayan peyamên ji bo Newrozê. -
CDK-F ji bo pîrozbahiyên Newrozê banga tevlîbûnê kir
Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê (CDK-F) ji bo pîrozbahiyên Newrozê banga tevlîbûnê kir -
Li sê bajaran gelek kes hatin binçavkirin
Bi nêzîkbûna Newrozê û referandûmê, rejîma AKP/Qesrê operasyonên xwe yên qirkirina siyasî şidand. Li Mersîn, Bedlîs û Erzîromê gelek kes hatin binçavkirin. -
'Newroza 2017'an wê bibe Newroza azadiya Serokatî'
Gerîlayê HPG’ê Mahsûm Urfa li ser Newrozê, faşîzma AKP-MHP’ê û êrîşên PDK’ê yên bi ser Şengalê de ji ajansa me re axivî. -
Cenazeyên şehîdên Pêngava Xêzaba Firatê hatin veşartin
Welatiyên Serêkaniyê, Dirbêsiyê û Til Temerê cenazeyên 2 şervanên YPG’ê û endamekî hêzên Asayîşê bi merasîmekî girseyî li goristana Şehîd Rustem Cûdî veşartin. -
KCD: Bila daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bên qebûlkirin
KCD'ê greva birçîbûnê ya li girtîgehan silav kir û xwest, daxwazên çalakgeran bên qebûlkirin. KCD'ê bang li raya giştî jî kir. -
Çeteyên PDK'ê Serokê Mala Êzidiyan revandin
Serokê Mala Êzidiyan a Şengalê Salih Adî Xetîf (50) dema ji bo karê malbatê diçû Sinûnê, ji aliyê çeteyên PDK’ê ve bi lêdanê hat revandin. -
Fermandarê gerîla Dr. Ferzende ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel ragihand, Dr. Ferzende (Îbrahîm Xelîl Hudo) di 14'ê Adarê de ji ber krîza dil li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da. -
Rêwîtiya ciwanekî Helebceyî ber bi Çiyayê Qendîl ve
Gerîla Mîlîtan Cudî yek jî ciwanên Helebce ye. Cudî behsa bîrînên Helebce ê ku hîn nehatine pêçandin kir. -
Sindoqan dibine gundê qorîciyan
Desteya Hilbijartinê ya Navçeya Bedlîsê biryar da ku sindoqên 10 gundên din jî bibe gundên qorîciyan. -
Ji vekirinê têr nebûn: Deriyê sînor wê cara 9’an were vekirin
Dêriyê Sînor ê Kapikoy Raziyê yê ku beriya her hilbijartinê tê rojevê, tê payîn ku vê carê jî ji bo referandûmê were vekirin. -
Çeteyên DAIŞ'ê yên reviyane Tirkiyeyê wê li ku bên bikaranîn?
Hat diyarkirin, 7 çeteyên DAIŞ’ê ku ji hêla şervanên Operasyona Xezeba Firatê ve li Reqayê hatin dorpêçkirin reviyane Tirkiyeyê û li Kilîsê ji hêla endamekî MÎT’ê ve hatine pêşwazî kirin. -
'Yên di dema komkujiya Qamişloyê de bi rejîmê re li hev kirin, îro êrîşî şoreşê dikin'
Arîn Şêxmûz ku tevlî serhildana Qamişloyê (2004) bû diyar kir, hêzên bi rejîmê re li hev kirin û serhildan sekinandin, îro tevî dewleta Tirk êrîşî nirxên Şoreşa Rojava dikin. -
Komeleya 78'an: Em ê li nava refên eniya 'NA' cih bigirin
Serokê Komeleya 78'an Şaxê Amedê Ganî Alkan diyar kir, ku ew ê ji rejîma şexsekî re bêjin 'NA' û got, "D dema 12'ê Îlonê de Kurdî li me qedexe bû. Niha li Tirkiyeyê, tevî Kurdîtiyê her tişt qedexe ye." -
'Ji bo azadiya Rêber Apo ez ê bibêjim NA'
Kalê Şukru Gumuştekîn diyar kir, Dîlok bajarekî qedîm ê Kurdistanê ye û anî ziman ku cihê zaliman li ser vê axa pîroz nîne. Gulmuştekîn ji gelên Kurdistanê xwest, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di referandûmê de dengê 'NA' bidin. -
Hetîketiya 5 salan a Koalîsyona Sûrî û ENKS'ê
Berdevkê Fermî yê Meclîsa Bilind a Konseya Şoreşê ya Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê (KNS) parêzer Fadil Mûhammed Selîm qala hetîketiya KNS û ENKS ên di bin kontrola Tirkiyeyê de ne, kir, ku çawa li dijî Şoreşa Rojava dixebitin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Ehmed Silêman hate veşartin
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê şervanê YPG′ê Ehmed Silêman li Goristana Şehîd Refîq veşartin. -
Li Kobanê cenazeyê 5 şervanan hate veşartin
Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên 4 şervanên YPG′ê û şervanekî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li Goristan Şehîd Dicle veşartin. -
Artêşa Tirk li Geliyê Mûnzûrê dest bi operasyonê kiriye
Hat ragihandin ku artêşa Tirk li herêma Geliyê Mûnzûrê dest bi operasyonê kiriye. -
Hevşaredarê Gundikê Melê Abdullah Tunç hate girtin
Hevserokê DBP’ê yê bajarokê Gundikê Melê Abdullah Tunç bi îdîaya “Endamê rêxistinê’ hate girtin. -
YBŞ û YJŞ’ e mezin dibe
Akademiya Şehîd Berxwedan dewreya “Şehîd Brusk Karker” ya şervanên YBŞ û YJŞ’ê bi merasîmekê bi dawî bû. -
HPG: Li Colemêrgê 4 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li Colemêrgê di çalakiyên duh ên gerîla de herî kêm 4 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
KCK: Em bi şiyara 'Ya jiyana azad ya jiyana azad' Newrozê pêşwazî bikin
KCK'ê Erdogan û Bahçelî weke Dehaqên serdema heyî bi nav kir û destnîşan kir, zîhniyeta faşîst û qirker, mîna demên berê wê di roja îro de jî li pêşberî ruhê berxwedêr ê Newrozê têk biçe. -
Wekîlên HDP’ê hatin binçavkirin
Wekîlê HDP’ê yê Agirî Berdan Ozturk û yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman li Erdexanê dema ku xebatên ‘NA’ yên referandûmê dikirin hatin binçavkirin.