KURDISTAN
Dîroknas Sedat Ulugana 6 wêneyên resen ên ku piştî darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî hatine kişandin derxist holê. Wêneyên ku cara yekem di Stêrk TV de hatin weşandin, wekî belgeyên girîng ên ku heta niha derneketine holê ne.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû: Dibe ku Tirkiye bixwaze di civîna NATO'yê de piştgiriyê ji hêzên derve bigire û careke din serweriyê li ser Kurdan bike. Lê belê Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Ne hêsan e ku weke berê Kurd bêne fedakirin.
Di encamnameya “Komxebata Aştî û Diyalogê" ya li Qoserê hat lidarxistin de li dijî pevçûn û mirinên di demên dawî de zêdebûne banga avakirina aştiya civakî ya xwecihî hat kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê nasnameya 4 hevrêyên xwe yên li Mihabadê şehîd bûne, eşkere kir û got, “Bi jiyan û karkirina xwe re bûn emsalê rêhevaltiya rasteqîn a ji bo gelê xwe her tim têdikoşe û ti zehmetiyan nas nake.”
KCK’ê yek ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê heval Fuat (Alî Haydar Kaytan) di salvegera 8’emîn a şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Heval Fuat wê her tim di têkoşîna me ya azadiyê û dilê gelê me de bijî. Têkoşîna wî wê bibe têkoşîna me.”
Hemû Nûçe
-
Gelê Amedê ber bi agirê Newrozê ve diherike
Ji çar hêlên Amedê ve gel ber bi qada Newrozê ve diçe. Gelê Amedê piştî ku dinya ronahî bû bi dirûşma 'teqez em ê bi ser bikevin' bi cil û bergên xwe yên rengîn berê xwe da qada Newrozê û govenda Newrozê gerand.
-
-
-
Li Şengalê şer hê jî giran e
Li Şengalê, şerê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî gundên Skînê û Hayalê rû da, hê jî dewam dike. Çete ji gundê Tewrayê hê bêhtir hêzên xwe dişînin herêmê.
-
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê dikin
Çeteyên DAIŞ'ê, êrîşî gundên Skînê û Hayalê yên Şengalê dikin, ku ev her du gund ji aliyê YBŞ/YJŞ'ê ve di pêngava 'Hilanîna Tola Jinên Êzidî' de hatibûn rizgarkirn. Şervanên YBŞ/YJŞ'ê jî bersiveke tund dan êrîşê.
-
-
-
-
Saziyên Kurdan Elmanya şermezar kir
Saziyên Kurd ên li Elmanyayê, îro daxuyaniyek hevpar a çapemeniyê da, pêşnûmeya 2’yê Adarê ya ku al û wêneyên rêxistin û saziyên Kurd ku ji aliyê Wezareta Karê Hundir a Elmanyayê ve hate qedexekirin şermezar kirin.
-
-
Di navbera YPG û Rûsya de hevpeymanek nû
YPG'ê ragihand ku di çarçoveya lihevkirina wan de Rûsya wê baregegekî leşlerî li Efrînê were vekirin. Li gorî lihevkirinê wê Artêşa Rûsya şervanên YPG'ê li gorî teknîka modern a şer perwerde bike.
-
-
-
-
-
-
Bi erbaneyan gelê Wanê vexwendin Newrozê
Amadekariyên ji bo Newroza sibê ya Wanê didomin. Gelek kesên ku li ber avahiya HDP’ê hatin ba hev, bi erbaneyan meşek li dar xistin û gelên Wanê vexwendin qada Newrozê.
-
-
-
-
-
Dewreyeke nû ya şervanên YJŞ'ê qediya
Di çarçoveya xebatên profesyoneliyê de, şervanên YJŞ'ê dewreyeke nû qedandin. Dewreya Şehîd Rihan a Akademiya Şehîd Bêrîvan bi merasîmekê bi dawî bû.
-
Amed ji mirin, hilweşîn û talanê re dibêje 'NA'
Şêniyên Amedê dibêjin, wan bajarên Kurdan ên hatine xerakirin, zarokên ji bo bedenên wan xera nebin di sarincê de hatine hiştin ji bîr nekirine û destnîşan dikin, ku yên xwedî wijdan wê dengê 'erê' nede.
-
-