KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê Nûjiyan û Ferhad dibin Şengalê
Gel cenazeyên Nûjiyan Erhan a rojnamevan û şervanê YBŞ’ê Ferhad Mardînî wergirt û ji Hesekê ber bi Şengalê bi rê ketin. -
Nasnameyên 10 gerîlayên ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane hate ragihandin
Komîteya PKK’ê ya Malbatên Şehîdan û Hevgirtinê agahiyên nasnameyê ya 10 gerîlayên ku di demekên cuda de jiyana xwe ji dest dane ragihand. -
Şervanên Pêngava Xezeba Firatê nêzî balafirgeha Tebqayê bûn
Operesyona rizgarkirina bajarê Tebqa û bendava Firatê bi hemû dijwariya xwe didome. Şer li dora bendava Firatê giran bûye. -
Rojnamevan Aslan 5 roj in di binçavan de ye
Rojnamevan Arîf Aslan ê dema nûçe dişopand hate binçavkirin hê jî di bin çavan de ye. -
Tebqa ku di menzîla şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezaba Firatê de ye
Bi rizgarîkirina Tebqa û bendavê korîdora ku diçe Helebê wê were girtin. Xeta ku dewleta Tirk desteka lojîstîk û leşkerî dide DAIŞ û ‘Koalîsyona Netewî ya Sûrî’ (KNS) wê were girtin. DAIŞ bi vî rengî bi temamî wê bikeve pêvajoya nemanê. -
Hevşaredarê Serayê hate girtin
Hevşaredarê navçeya Wanê ya Serayê Abdulkadîr Çalişkan hate girtin -
Cenazeyên 2 şervanan li Qamişlo hate veşartin
Welatiyên bajarê Qamişloyê cenazeyên şervanê YPG'ê Hisên Hesen, Endamê Hêzên Xweparastinê Îsmaîl Hesen bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin. -
Nasnameya şervanekî ku li Şengalê jiyana xwe ji dest dabû hate eşkerekirin
Fermandariya YBŞ’ê, bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya şervanê bi navê Ferhat Çuva (Neçîrvan Akbal) ê ku di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 21’ê Adarê de birîndar bibû, 23’ê Adarê jiyana xwe ji dest da, eşkere kir -
Êrîşa hewayî ya li dijî Qendilê: Cihên sivîlan hedef hatin girtin
Balafirên şer ên artêşa Tirk herêma Qendilê ya li Başûrê Kurdistanê bombebran dike. Di êrîşê de dîsa jingehênsivîlan hatin hedefkirin. -
Li Qendîlê êrîşên hewayî
Balafirên şer ên artêşa Tirk herêma Qendîl a Başûrê Kurdistanê bomberdûman dike. -
Nasnameya 6 şervanên Xezeba Firatê hatin eşkerekirin
YPG’ê, nasnameya 6 şervanên Xezeba Firatê yên li gundên Elhecad û Kas Icêlê jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir. -
Konê ‘Mertalên Zindî’ berdewam dike
Çalakiya Mertalên Zindî Meclîsa Jinan a Borik dewri girt. -
Pêngava Xezeba Firatê: Li bajarokê Kerema şerê dijwar
Li bajarokê Kererma, di navbera Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê û çeteyên DAIŞ'ê de şerên dijwar diqewime. -
Nasnameya 2 gerîlayên ku li Agirî jiyana xwe ji dest dane hatin eşkerekirin
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê agahiyên nasnameyê yên 2 gerîlayên ku 17’ê Adarê li Agiriyê jiyana xwe ji dest dabûn ragihand. -
YBŞ'ê ji ber karê ajantiyê yê PDK'ê hişyarî da
Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser xebatên ajantiyê yên PDK'ê di vê dema dawî de li Şengalê dike û diyar kir, bi van lîstik û planên qirêj ti encam bi dest nakeve. -
YBŞ: Nûjiyan mîrateyeke mezin ji rojnamevanan û Êzidiyan re hişt
YBŞ'ê diyar kir, Nûjiyan Erhan a ji aliyê PDK-AKP'ê ve hat qetilkirin mîrateyeke mezin ji hempîşeyên xwe û ji civaka Êzidî re hiştiye û got, "Em soz didin, ku em ê rastî û hesreta wê bi cih bînin." -
Baydemîr: Hikûmet şirîkê kuştina Kûrkût e
HDP’yiyan seriyek dane malbata Kemal Kûrkût ku polîsan ew li Amedê kuştibûn. Berdevkê HDP’ê Baydemîr got: "Li gel ku her tişt vekirî ye, delîl li holê ne jî û li gel ku diyar e bê gule ji çeka kê derketiye, çima kesek nehatiye girtin?" -
Gelê Rihayê dibêje ‘NA’
Şeniyên Rihayê diyar dikin ku wê ji dîktatoriyê re bêjin 'NA' û dibêjin, "Di 16'ê Nîsanê de em ê hesabê Cizîr, Sûr û hemû komkujiyan bipirsin û bêjin NA." -
Rêya Reqayê tê paqijkirin: Bajarokê Kerame hat rizgarkirin
Şervanên Pêngava Xezeba Firatê, bajarokê Kerame ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Şervanên ku gav bi gav xwe nêzî Reqayê dikin, bi biryar in ku bajêr ji DAIŞ'e rizgar bikin. -
Artêşa Tirk bombeyan li navçeya Bilbilê ya Efrînê dibarîne
Artêşa Tirk bi tank, top û katyûşa bombeyan li navçeya Bilbilê ya Efrînê dibarîne. -
Nûjiyan Erhan wê li Şengalê bê veşartin
Cenazeyê rojnamevan Nûjiyan Erhan, ku ji aliyê çeteyên AKP-PDK'ê şehîd hat xistin, wê li Şengalê were veşartin. -
Newroz li Girê Spî hat pîrozkirin
Li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê, Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin. -
Rêya Reqa-Heleb-Dêrazor ji DAIŞ'ê hat paqijkirin
4 gundên li rojavayê Tebqayê û rêya Reqa-Heleb-Dêrazorê ket bin kontrola şervanên Xezeba Firatê. -
'Ciwanên Êzidxanê wê li ser şopa Nûjiyan bin'
Saziya Malbatê şehîdan a Şengalê diyar kir, bi dehan ciwanên Êzidî wê li pey şopa heqîqeta Nûjiyan Erhan bimeşin û rastiya rûyê qirêj ya PDK’ê eşkere bikin. -
Malbatên Sûrê: Bêyî ku hovîtî were jibîrkirin, 'NA'
Malbatên Sûrê yên ku ji bo cenazeyên zarokên xwe bistînin ketin greva birçîbûnê, bi şev û roj nobet digirtin, diyar kirin ku ew ê hovîtiyê ji bîr nekin û di referandûmê de bibêjin NA.