KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîlayan li Çelê û Kerboranê çalakî lidar xistin
Gerîlayên HPG/YJA-Star li Çelê û Kerboranê çalakî lidar xistine. Di çalakiyan de 2 konteynir û çeperek hate îmhakirin. -
Berzencî ya YNK’yî: Zagon ji Ala Kurdan re ne asteng e
Parlementera YNK’ê ya Iraqê Berzencî got: “Li pêşiya dardakirina Ala Kurdan a li Kerkûkê ti astengiyên zagonî tune ye.” -
Li Cizîrê li dijî 3 nuqteyên polîsan çalakiyên hemwext
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku hêzên wan li dijî polîsan li Cizîrê çalakî kirine û 1 polîs hatiye kuştin, 4 birîndar bûne. -
Çalakiya Konê Mertalên Zindî ya li Xanesorê bi dawî bû
Çalakiya Konê Mertalên Zindî ku li bajarokê Xanesor ê Şengalê hate vedan bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Daxuyanî ji aliyê Meclîsa Damezrîner a Şengalê ve li ber kon hate dayin. -
Bi hezaran sivîlên ku ji Tebqayê reviyan derbasî qada ewlehî bûn
5 hezar sivîl ji qada Tebqa, ji destê çeteyên DAIŞ’ê reviyan û ji korîdora ku şervanên QSD’ê vekirin hatin qada ewle. -
Şaredariya Bêdarê jî bi rêya qeyûm hate desteserkirin
Qeymeqamê Tirk ê li navçeya Berwariyê, weke qeyûm li Şaredariya bajarokê Bêdarê hat bicihkirin. -
Artêşa Tirk leşker û çekên giran dibe Gever û Şemzînanê
Artêşa Tirk, ji tûgaya li Colemêrgê leşker û çekên giran dibe navçeyên Şemzînan û Geverê. -
Li Colemêrgê 151 serokên desteya sindoqê yên HDP’ê hatin redkirin
Li Colemêrgê 151 kesên ku HDP’ê ew wekî serokên desteya sindoqê peywirdar kiribûn, hatin redkirin. -
Li Qersê kampanya 'NA' bi berfirehî dewam dike
Endam û rêveberên KCD, HDK, HDP, DBP û TJA'yê, di çarçoveya plansaziyeke hevpar de li herêma Serhedê ji bo zêdekirina dengê 'NA' dest bi kar kirin. Bi vê armancê li bajarê Qersê civîna gel hate lidarxistin. -
5 çete li Şehbayê hatin kuştin
Ji ber êrîşa artêşa Tirk a li gundên Şehbayê şer derket û di vî şerî de 5 çeteyên artêşa Tirk hatin kuştin, zêdeyî 40 çete jî birîndar bûn. -
Ozgokçe yê bertîlxur li ber xwe ketiye!
Dozgeriya Komarê ya Wanê ji ber nûçeya bi sernavê "Li Şaredariya Tûşbayê gendeliya 40 trîlyonî" a par hat weşandin, îdîaname têkildarî nûçegihan Oktay Candemîr û Mehmet Dûrsûn amade kir û ev îdîaname da dadgehê. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Gun ji bo bê veşartin şandin gundê wî
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Serkan Gun ê ku di operasyoneke Kûtûdereyê de jiyana xwe ji dest da, bi sloganên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" ji bo bê veşartin, şandin gundê Dolamaç ê Pertagê. -
Demîrtaş, Tûncel û Zeydan dest bi girêva birçîbûnê dikin
Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûncel û Wekîlê Colemergê Abdûllah Zeydan sibe wê dest bi girêva birçîbûnê bikin. -
Kampa AFAD’ê Êzîdiyan dike êsîr
Di sala 2014'an de dema ku DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir, bi deh hezaran Êzidî careke din koçber bûn. Siberoja bi hezaran ji van Êzidiyan hê ne diyar e. -
Meclîsa gundê Borikê dest bi pêngava paqijkirina gund kir
Komîteya Xizmetguzariyê ya Meclîsa gundê Borik ê Şengalê dest bi pêngava paqijkirina gund kir. Komîte niha sergoyê li gund radike. -
Erebên Rihayê dibêjin 'NA'
Şêniyên Ereb ên Rihayê bal kişandin ser komkujiya li gelê Kurd tê kirin û gotin, eger pegrala serokatiyê bikeve meriyetê, wê heman komkujî li gelê Ereb jî bê kirin. -
Operasyona Tebqayê: Gelek çete hatin kuştin
Operasyona rizgarkirina Tebqayê, ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hat destpêkirin, di roja 9. de ye. Di şerê duh de gelek çete hatin kuştin. -
Tîmên taybet ên Tirk li Erdîşê 2 kes qetil kirin
Polîsên tîmên taybet ên Tirk avêtin ser malek li Erdîşê û 2 kes qetil kirin. -
Meclîsa Serdeştê ya Şengalê hat ragihandin
Gelê Şengalê bi beşdariya bi dehan delegeyan Meclîsa Serdeştê ya çiyayê Şengalê ragihand û diyar kir, ku bersiva wan a ji bo çeteyên PDK'ê wê sazkirina Xweserî û Meclîsan be. -
Rojnamevan Aslan 10 roj in di binê çavan de ye
Rojnamevan Arîf Aslan ku ji bo nûçe bişopîne derket kolanê û hat binçavkirin 10 roj in di binê çavan de ye. -
Sindoqên li Payîzavayê radestî cerdevanan tên kirin
Desteya Hilbijartinê ya Navçeya Payîzavayê biryar da, sindoqên ji bo referandûma 16'ê Nîsanê li 4 gundên cerdevanan deyne. -
Li Tetwanê serdegirtin: 35 kes hatin binçavkirin
Piştî rakirina qedexeya kolanan a 25’ê Adarê ya li ser 7 gundên navçeya Tetwan a Bedlîsê şûnde, di operasyona nav de keyeyên gund jî heye 35 kes hatin binçavkirin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Akîf Bagok veşartin
Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê YPG’ê Akif Bagok li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan, veşartin. -
Şerê piştî êrîşa artêşa Tirk û çeteyên wê derketî didome
Şerê piştî êrîşa artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê ya li ser Bendava Şehbayê dayî destpêkirin û şûnde, hê jî dewam dike. Li ser bersivdayîn tund a şervanên Ceyş El-Swar a li dijî êrîşên artêşa Tirk re şer destpê kiribû. -
Gerîlayan li dijî Girê Koordîne çalakî lidar xist: Gelek leşker hatine kuştin
Gerîlayên HPG/YJA-Star, li dijî leşkerên ku li girê Koordîne-Guven ên li herêma Ertûş a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûne, çalakiyek lidar xistine.