KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Demîrkiran: Em xwedî li berxwedana li zindanan derkevin
Demîrkiran: Daxwazên girtiyan ne ew daxwazin ku nikaribin bersiv jê re bê dayîn. Ji ber vê yekê, berî ku kesek jiyana xwe ji dest bide, ji bo sererastkirina rewşê divê rayedar tavilê bikevin nava hewldanan. -
Li Dersîmê tevgera hewayî
Gelek balafirên şer ên ji navenda Dersîmê bi hewa ketin, berê xwe dan herêma Kûtûdere û Geliyê Pîlemûriyê. -
Wasiyê Ocalan, Dînç: Çareserî bi rakirina tecrîdê dibe
Wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç diyar kir, ew bi ti awayî agahiyê ji Ocalan nagirin û destnîşan kir, çareserî bi rakirina tecrîdê dibe. -
Gerîlayê HPG'ê Adiyaman: Divê 4'ê Nîsanê ne weke rojbûnek ji rêzê bê pîrozkirin
Gerîlayê HPG'ê Şiyar Adiyaman, ji bo rojbûna 68. a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, "Divê rojbûna Rêberê me ne weke rojbûnek ji rêzê bê pîrozkirin." -
Dayika Dilşa: Kurê min mîna navê xwe Dijwar û Şiyar bû
Dayika endamê YPS'ê Dijwar Şiyar Dilşa Tarlak, ku li ser sînorê Rojava ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat kuştin, qala jiyan û têkoşîna kurê xwe kir. -
'Armanca me ya sereke azadiya Rêber û gelê me ye'
Gerîlayên HPG/YJA Starê rojbûna 68. a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û gotin, "Weke milîtanên Rêber Apo, ji bo azadiya Rêberê me û Kurdistanê, em ê di sala 2017'an de bi hemû hêza xwe têbikoşin." -
Endamên ENKS'ê yên hatine girtin bi qaçaxçitiya çekan, ajantiya MÎT'ê tên darizandin
Li Kantonên Cizîr û Kobanê yên Rojavayê Kurdistanê 35 endam û rêveberên ENKS'ê yên ji hêla Asayîş û YPG'ê ve hatine girtin, bi îdeaya qaçaxçitiya mirovan, dayina agahiyên îstîxbaratî ji bo MÎT tên darizandin. -
'Divê her kes bi ruhê Newrozê berê xwe bidin Amarayê'
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan, bang li her kesî kir ku di rojbûna 68. a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de berê xwe bidin Amarayê. -
Edîtora rojnameya Rojeva Medyayê Bûldan jiyana xwe ji dest da
Edîtora rojnameya Rojeva Medyayê Evîn Bûldan, berêvarî bi qeyrana dil jiyana xwe ji dest da. -
Êrîşên çeteyan hate şikandin
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, êrîşa çeteyan a li bakurê rojhilatê Balefirgeha Tebqayê şikandin, di şer de 8 çete hatin kuştin. -
Li Wanê her der ‘NA’ ye
Rêxistinên bajêr ên HDP û DBP’ê ji ber referandûmê, xebatên xwe bênavber didomîne. HDP û DBP îro berê xwe dan Ercîş, Tûşba, Rêya Armûşê û Çardêranê û ji bo referandûmê gel agahdar kirin. -
Gerîlla TV, dîmenên 2 çalakiyên gerîlla weşand
Gerîlla TV dîmenên çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên ku roja 25’ê Sibatê li ser rêya Mêrdîn-Amed a gundê Akres û Siltan Şêxmûs û çalakiya mintiqa Mazî ya roja 16’ê Adarê li ser rêya Amed-Mêrdînê weşand. -
Derket holê li pişt şerê bi çek ê li Wanê sercerdevan Ayhan Kahraman heye
Derket holê ku li pişt bûyera îro li Wanê ya li restorantekê çêbû û 6 kes birîndar bûn, sercerdevan Ayhan Kahraman heye. -
Li Tebqayê wesayîta bombebarkirî a çeteyan hat rûxandin
Li bakurê rojhilatê balefirgeha leşkerî a Tebqayê di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerê dijwar diqewime. Di şer de şervanên QSD'ê derbên giran li çeteyan didin. -
Li Rihayê zarokê 10 salî ji ber wêneyê Ocalan hat binçav kirin
Li navçeya Riha Bêrecûkê, li pêş avahiya HDP'ê ya navçeyê zarokekî 10 salî ji ber ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser cilê wî hebû, hat binçav kirin. -
Waliyê Kerkûkê: Em biryara parlamentoya Iraqê nas nakin
Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, têkildarî biryara parlamentoya Iraqê ya bi daxwaza daxistina alaya Herêma Başûrê Kurdistanê ya ji saziyên fermî daxuyanî da. -
KCK: 4’ê Nîsanê di serî de Amara divê li her deverê were pîrozkirin
Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got, ‘’ em careke dî soza xwe dubare dikin ku em vê jidayikbûnê bi Kurdistana azad û demokratîk tacîdar bikin’’ -
Li Arnhemê pîrozbahiya Newrozê
Li Arnhem a Hollanda bi hezaran Kurdistanî Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî amade bû. -
Li Edilcewazê ziyaretên NA’ yê
Rêxistinên Bajêr ên HDP, DBP’ê yên Bedlîsê ji bo xebatên referandûmê bi gel re hatin cem hev û ji bo ‘NA’ piştgirî xwestin. -
HPG: Em du hevrêyên xwe bi rêzdarî bibîr tînin
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên xwe yên di bomberdûmana 24'ê Adarê de birîndar bûbûn, lê tevî hemû hewlanan jî nekarî bên rizgarkirin, eşkere kir. -
Ciwanên Kerkûkî: Li dijî tecrîdê divê her kes dakeve qadan
Ciwanên Kurd û Tirkmen ên ji Kerkûkê, li ber sîstema tecrîd û îşkenceyê ya li Îmraliyê rabûn û bang li her kesî kirin, ku nerazîbûnê nîşanî pêkanînên dewleta Tirk bidin. -
'Armanca me azadiya Rêber Apo ye'
Gerîlayên li Şengalê, der barê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nêrîn û hestên xwe ji ajansa me re vegotin. Gerîlayên HPG û YJA Starê gotin, armanca wan azadiya Rêberê Gelê Kurd e. -
Gerîlayên HPG/YJA Starê, bi wesîleya 4'ê Nîsanê ji ANF'ê re axivîn
Gerîlayên HPG/YJA Starê, bi wesîleya 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li kamerayên ANF'ê re axivîn. -
Dema dorpêçiya li Çewlikê heta referandûmê hate dirêjkirin
Dema "Herêma Ewlekariya Taybet", ku li 23 herêmên ser bi navend û 7 navçeyên Çewlikê hate ragihandin, heta 15 rojên din hate dirêjkirin. -
Gerîlayan ji bo azadiya Ocalan banga têkoşînê kirin
Gerîlayên HPG û YJA Starê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û ji bo azadiya Ocalan banga têkoşînê kirin.