KURDISTAN
Dîroknas Sedat Ulugana 6 wêneyên resen ên ku piştî darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî hatine kişandin derxist holê. Wêneyên ku cara yekem di Stêrk TV de hatin weşandin, wekî belgeyên girîng ên ku heta niha derneketine holê ne.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû: Dibe ku Tirkiye bixwaze di civîna NATO'yê de piştgiriyê ji hêzên derve bigire û careke din serweriyê li ser Kurdan bike. Lê belê Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Ne hêsan e ku weke berê Kurd bêne fedakirin.
Di encamnameya “Komxebata Aştî û Diyalogê" ya li Qoserê hat lidarxistin de li dijî pevçûn û mirinên di demên dawî de zêdebûne banga avakirina aştiya civakî ya xwecihî hat kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê nasnameya 4 hevrêyên xwe yên li Mihabadê şehîd bûne, eşkere kir û got, “Bi jiyan û karkirina xwe re bûn emsalê rêhevaltiya rasteqîn a ji bo gelê xwe her tim têdikoşe û ti zehmetiyan nas nake.”
KCK’ê yek ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê heval Fuat (Alî Haydar Kaytan) di salvegera 8’emîn a şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Heval Fuat wê her tim di têkoşîna me ya azadiyê û dilê gelê me de bijî. Têkoşîna wî wê bibe têkoşîna me.”
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
Yuksekdag ji bo dengê 'NA' banga seferberiyê kir
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag got, "Operasyonên pêşîgirtina li dengê NA, wê nebin derman ji tirsa desthilatdariyê re" û bang li her kesî kir, ku bi biryardariyeke mezin ji bo dengê 'NA' seferber bibin.
-
-
-
Cezayê girtîgehê dan Denîz Nakî yê Amedsporî
Werzîşvanê Amedsporê Denîz Nakî ji doza ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî lê hatibû vekirin, berê beraat kiribû lê vê carê salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê dan wî.
-
-
-
Gokkan: Encam wê ewreng be!
Aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan got, "Gelê Kurd rengê referandûmê de di Newrozê de eşkere kir. Encam wê ewreng be."
-
-
'Bi rastiya pênûsa xwe te her roj jiyan nû dikir'
Gerîlayên YJA-Starê li ser şehadeta rojnamevan Nûjiyan Erhan (Tûba Akyilmaz) a ku di 3 Adarê de bi destê çeteyên PDK-AKP’ê hate birîndar kirin û di 28 Adarê de jiyana xwe ji dest da, di rojnivîsên xwe de li ser sekn û kesayeta wê nivîs nivîsandin.
-
Gef li Pira Deh Derî tê xwarin
Li binê Pira Deh Derî ya ji hezaran salî, pêlik tên çêkirin. Her wiha li derdora wê jî kafe û mizgefta ku li tevîneka wê ya dîrokî nayê, tên avakirin.
-
Tirkiye dest ji planên xwe yên qirêj bernade
Hevseroka Konseya Rêveber a Federasyona Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif got, "Wê berxwedaneke mezin li dijî Tirkiyeyê bê nîşandan. Ev herêm wê bibin Kobanê yên nû. Aqûbeta DAIŞ'ê li holê ye."
-
Dewleta Tirk û çetên wê êrîşê gundê Şehbayê kirin
Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser Rojava didome. Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşê gundên Um El-Hoş, Qol Sirûc, Til Midyeq, Semûqa, Hesiye, Helîse û dibistana El-Mûşat a gêrêdayê Şehbayê kirin.
-
-
-
-
-
Dîmenên dorpêçkirina Tebqayê
Hêzên Sûriye ya Demokratîk bajarokê Tebqayê yê 40 kîlometreyan dûrî Reqayê ye û dikeve başûrê rojavayê wê, dorpêç kirin. Bi wêneyan va ye, dorpêçkirina Tebqayê.
-
-
-
-