KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YPG'ê nasnameya 6 şervanên xwe eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG'ê bi daxuyaniyekî niviskî nasnameya 6 şervanên ku di Pêngava Xezeba Firatê û topbrana artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir. -
Operasyonên qirkirina siyasî: Li Amed û Mûşê 22 kes hatin binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Mûşê û Amedê de 22 kes hatin binçavkirin. -
Osman: Kampanyaya li dijî Waliyê Kerkukê ne li gorî qanûnan e
Hinek partiyên ku koma wan li Parlamentoya Iraqê hene, ji bo Waliyê Kerkukê Kerim ji peywirê bigirin dest bi komkirina îmzeyan kirin. -
Li Qersê xebatên referandûmê didomin
Ji referandûmê re tenê çend roj mane, xebatên li Qersê berdewam dike. Li taxên navenda Qersê belavokên 'NA'yê hatin belavkirin. -
Artêşa Tirk li Gabarê derb xwar
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk li Gabarê derb xwar. -
Li derdora Tebqayê şerekî dijwar diqewime
Li derdora bajarê Tebqayê, ku ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatiye dorpêçkirin, şerekî dijwar diqewime. -
Malbatên girtiyan li Amedê dest bi greva birçîbûnê kirin
Malbatên girtiyan û siyasetmedar jî di nav de 20 kes li Amedê ketin greva birçîbûnê. Grev wê serê 2 rojan bi dorvegerî bidome. -
Dorpêçkirina Tebqayê: Berê şervanan li navenda bajêr e
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bi 3 kîlometreyan ji gundê Safsafahê xwe nêzî navenda bajarê Tebqayê kirin. Li sê herêman, şerekî dijwar diqewime. -
Şêniyên Başûr ji bo referandûma 16'ê Nîsanê gotin; Bêjin NA
Şêniyên Başûrê Kurdistanê, ji bo referandûma 16'ê Nîsanê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bang li dengdêran kirin û xwestin, dengê 'NA' bidin. -
Sancar: Bi serketina 'NA' re wê pêşî li Erdogan û koalîsyona wî bê girtin
Parlamenterê HDP'ê Sancar got, "Bi dîtina min, di referandûmê de rêjeya dengê NA wê ji sedî 54 be" û destnîşan kir, piştî referandûmê wê AKP û MHP wê ji hev bikevin. -
Dorpêçkirina Tebqayê: Şer giran e
Li başûrê Tebqayê, ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji çar aliyan ve dor lê girtine, şerekî dijwar diqewime. Di vî şerî de wesayîteke ku çete tê de bûn hate rûxandin. -
Şêniyên başûr piştgiriyê didin dengê 'NA'
Tevgera Azadî û RJAK'ê ji Kurdan xwestin, teqez biçin ser sindoqan, dengê 'NA' bidin û bi vî rengî nehêlin ku dewleta yekparêz emrê xwe dirêj bike. -
'Ez bi têkoşîna kurê xwe dijîm'
Dayika endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Yavûzel ê 23 salî ku li jêrzemîneke Cizîrê hat qetilkirin Hanim Yavûzel, soza daye kurê we bi cih tîne. Bi rûmetdarî dide ser şopa kurê xwe û bi vî rengî êşa dilê sivik dike. -
YPS'ê konferansa xwe ya 1. pêk anî
YPS'ê, bi beşdariya 81 delegeyên ji herêmên xwerêveberiyê, konferansa xwe ya yekemîn pêk anî. -
Di navbera Tebqayê û balafirgehê de şerekî dijwar diqewime
Li herêma di navbera bajarokê Tebqa û Balafirgeha Tebqa navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şer derket. -
Li Dêrik, Qamişlo û Girê Spî cenazeyên 10 şervanên YPG/QSD'ê hatin veşartin
Bi hezaran pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê cenazeyên 10 şervanên YPG/YPJ’ê û QSD'ê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dane, li Qamişlo, Dêrik û Girê Spî veşartin. -
Kesên ku di Qetlîama Enfalê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
Kesên ku di Qetlîama Enfalê ya ji aliyê Hikûmeta Iraqê li Başûrê Kurdistanê pêk anîn de jiyana xwe ji dest dabûn, di salvegera wê de hatin bibîranîn. -
Li Amedê ji bo grevên birçîbûnê daxuyanî hat dayîn
KCD, HDP, DBP û Şaxê Komeleya 78'an a Amedê û Însiyatîfa Piştgiriya bi Zindanan re, ji bo balê bikêşin li ser grevên birçîbûnê yên li girtgehan daxuyaniyek dan çapemeniyê. -
Li Dîgorê xebatên ‘NA’
Ji referanduma 16’ê Nîsanê re demekî kurt ma, li Dîgorê xebatê ‘NA’ bi lez bûn. -
Li 2 taxên Mêrdinê qedexeya derketin derve hate îlankirin
Li taxên Elmabahçe û Ûlûcanlar ên navçeya Artûklû ya Mêrdîn qedexeya derketina derve hate îlankirin. Li herêmê piştî qedexeyê operasyon hate destpêkirin. -
Dorpêça Tebqayê: Gundê Îbad ji çeteyan hate rizgarkirin
Gundê Îbad ê ku dikeve rojhilatê Tebqayê, ji aliyê hêzên QSD’ê ve hate rizgarkirin. -
Qefle bi qefle koçî Efrînê dikin
Ji herêmên cihê yên Bakurê Sûriyeyê, hezar û 500 koçberên ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ'ê direvin, xwe gihandin Kantona Efrînê. -
Gerîla li Çelê bi çekên giran çalakî pêk anîn
Gerîlayên HPG/YJA Starê li Çelê, bi çekên giran li dijî leşkerên Tirk çalakî lidar xistin. -
KCK: Ji bo berxwedana li zindanan divê li her derê çalakî bên lidarxistin
KCK: Êrîş û tecrîda li Îmrali û zindanan, êrîşa li dijî tevahiya gelê me ye. Girtî, rûmeta têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê ne. Divê em li her cihî xwedî lê derkevin. -
Ji bo grevên birçîbûnê banga çalakiyan hate kirin
Navenda Giştî ya DBP'ê, ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, ku di roja 54. de ne, bang li rêxistinên xwe yên li bajar û navçeyan kir ku bi lezgînî çalakiyan lidar bixin.