KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Kerîmî: Divê hemû Kurd bibêjin ‘NA’, ji zindanan re bibin deng
Siyasetmedar Alî Kerîmî bang li Kurdan kir ku dengê ‘NA’ bidin û li dijî desteka PDK’ê ya ji bo AKP’ê helwest nîşan da û got, ‘’ev hetîketiya mezin e’’ Kerîmî got, divê Kurd li her deverê bibin dengê girtiyên di girêva birçîbûnê de ne. -
Li Çewligê derb li hêza operasyonê hat xistin: 9 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG/YJA-Star li dijî leşkerên ku li navçeya Dara Hînê ya Çewligê derketin operasyonê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 9 leşker hatin kuştin. -
Li gel baranê jî li Wanê bi hezaran kes ber bi qadê ve diçin
Li Wanê ji bo mîtînga referandûmê ya li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter bi hezaran kes diçine parkê. Gel bi coşiyeke mezin dibêje, 'Bijî Serok Apo'. -
'Divê Enfal weke jenosîdê bê qebûlkirin'
Tevgera Azadî, bi wesîleya 29. salvegera komkujiya Enfalê daxuyaniyek da û xwest, Enfal weke jenosîdê bê qebûlkirin. -
Koma 3'an greva birçîbûnê ya li Amedê dewr girt
Li Amedê ji bo destekdayina greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a zindanan, ku kete roja 59'an, greva birçîbûnê ya domdar û dorveger dest pê kiribû. Greva birçîbûnê ya li Amedê koma 3'an dewr girt. -
Parlamenterê YNK'ê Mehmûd: Bi dengê NA, em pêşî lê bigirin
Ji Parlamenterên YNK'ê Salar Mehmûd, ji bo astengkirina dewleta Tirk ku dijminatiya li Kurdan ji xwe re kiriye hinceta hebûnê, bang li gelê Bakurê Kurdistanê kir ku dengê NA bide. -
Amadekarî ji ragihandina Meclîsa Sivîl a Reqayê re tê kirin
Amadekariyên ji bo ragihandina Meclîsa Sivîl a Reqayê dewam dikin. Komîteya bi armanca amadekariya vê yekê hatiye avakirin, bi rewşenbîran, rûspiyan, serokên êlan û pêkhateyên bajêr re civînan lidar dixe. -
Tebqa wê bi biratiyê azad bibe
Şervanên QSD'ê, ku dor li Tebqayê girtine, kêm maye xwe berdin nava navenda bajêr. Şervanên Kurd û Ereb li rex hev, ji bo rizgarkirina Tebqayê şer dikin. -
Goran: Em ji zilma Erdogan re bibêjin 'NA'
Yek ji wekîlê Tevgera Şêrko Heme Emîn ku di hilbijartinên Kurdistan û Tirkiyê de piştevaniya xwe ya ji bo HDP, DBP’ê diyar dike, xwest ku li dijî dîktatoriya Erdogan ku her cure zilm û qirkirinê layiqî Kurdan dibîne, NA were gotin. -
Li Bedlîsê tapoyên gundiyan hatine desteserkirin
2 roj beriya referandûma 16'ê Nîsanê, li Bedlîsê ku HDP lê xurt e, zextên li ser hilbijêran û xebatkarên partiyê zêde dibin. -
Dorpêça Tebqa: Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ji 3 aliyan ve hate şikandin
Şerê dijwar ên li derdorî bajêr û operasyona li hember bajarê Tebqa û Bendava Firatê ya di Pêngava Xezeba Firatê hate lidarxistin de, didome. -
QSD’ê têkildarî 17 şervanên ku jiyana xwe ji dest dane, lêpirsîn da destpêkirin
QSD, têkildarî 17 şervanên ku di Pêngava Xezeba Firatê encama qezayekê de jiyana xwe ji dest dane, lêpirsîn da destpêkirin. -
Cenazeyên 17 şervanên azadiyê bi merasîmeke heybet ve hatin veşartin
Bi dehezaran welatiyên bajarê Girê Spî cenazeyên 17 şervanên azadiyê li Goristana Şehîd Mehmûd Tumê veşartin. -
Leşkerên Tirk dibistana Kurdî hilweşandin!
Leşkerên Tirk li gundê Kerwas yê Lîcê dibistana ku Kurd perwerdehî dida hilweşandin. -
Nasnameya 5 şervanên Xezeba Firatê hate eşkerekirin
YPG’ê nasnameya 5 şervanên YPG’ê yên ku li gundê Merzîla di berxwedana Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşerke kir. -
Li Agiriyê HDP û DBP ligel muxtaran hevdîtinek kirin
Rêxistinên Bajêr ên Agiriyê yên HDP û DBP’ê hevdîtinek bi muxtaran re kirin. Di hevdîtinê de banga bihistyariyê li muxtaran hate kirin û hat ragihandin ku kesên serî li zext, fen û fûtan didin wê di 16’ê Nîsanê de bersiva xwe werbigirin. -
Ji bo gelê Amedê banga 'mîtînga fînalê'
HDP’ê ji bo mîtînga fînalê ya 15’ê Nîsanê ji bo dengê 'NA' bang li gelê Amedê kir. -
Li Wanê ji mamosteyên nîjatperest dersên 'JOH-POH'ê
Li Wanê mamosteyên zimanê Tirkî Selma Dondar û Şûle Çinar Acar dema ku behsa navê kurtkirî kirin bi zarokan JOH û POH jî dane nivîsin. Li ser vê malbat rabûn ser piyan. Piştî serlêdana malbatan, mamoste ketin ber lêpirsînê -
Ji bo Yalçin û Acet ên HPG’yî konê sersaxiyê
Ji bo Eylem Yalçin (Huda Sorxwîn) û Bayram Acet (Şahan Gabar) ên HPG’yî yên ku di 20’ê Adarê de li Xakurkê birûskê li wan xistibû, li Wanê konê sersaxiyê hate vegirtin. -
Xwendekarên Zanîngehê: Em dengê xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin
Xwendekarên Zanîngehê diyar kirin, ku ji bo siberojeke bi xêr û xweş, ji bo perwerde û jiyana akademîk, ew ê dengê xwe bidin û bang li ciwanan kirin, ku xwedî li sindoqan derkevin. -
Qonaxa 4. a Pêngava Xezeba Firatê dest pê kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ji bo paqijkirina gundewarên bakurê Reqayê û geliyê Celabê, dest bi qonaxa 4. a Pêngava Xezeba Firatê kirin. Di daxuyaniyê de ji gel hat xwestin, ku xwe ji baregehên çeteyan vegirin. -
Nivîskarên Mêrdînî: Em xwedî li grevên birçîbûnê derkevin, dengê xwe bilind bikin
Endamên Nûnertiya Merdînê ya Komeleya Nivîskarên Kurd, ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de hate girtin, bang kirin ku li vîna girtiyan xwedî derkevin û deng bidin wan. -
Li 14 gundên Amedê derketina derve hate qedexekirin
Bi nêzîkbûna referandûmê re zextên dewleta Tirk jî zde dibin. Li 14 gundên Licê, Karaz û Hezroyê derketina derve hate qedexekirin. -
Di ser gundê Helhel ê Hezroyê de hate girtin
Leşkeran avêtin ser malên gundên Helhel ê girêdayî navçeya Hezro ya Amedê. -
Li Îdirê 14 keye hatin binçavkirin
Di serdegirtnên li Îdirê de 14 Keye hatin binçavkirin.