KURDISTAN
Dîroknas Sedat Ulugana 6 wêneyên resen ên ku piştî darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî hatine kişandin derxist holê. Wêneyên ku cara yekem di Stêrk TV de hatin weşandin, wekî belgeyên girîng ên ku heta niha derneketine holê ne.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû: Dibe ku Tirkiye bixwaze di civîna NATO'yê de piştgiriyê ji hêzên derve bigire û careke din serweriyê li ser Kurdan bike. Lê belê Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Ne hêsan e ku weke berê Kurd bêne fedakirin.
Di encamnameya “Komxebata Aştî û Diyalogê" ya li Qoserê hat lidarxistin de li dijî pevçûn û mirinên di demên dawî de zêdebûne banga avakirina aştiya civakî ya xwecihî hat kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê nasnameya 4 hevrêyên xwe yên li Mihabadê şehîd bûne, eşkere kir û got, “Bi jiyan û karkirina xwe re bûn emsalê rêhevaltiya rasteqîn a ji bo gelê xwe her tim têdikoşe û ti zehmetiyan nas nake.”
KCK’ê yek ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê heval Fuat (Alî Haydar Kaytan) di salvegera 8’emîn a şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Heval Fuat wê her tim di têkoşîna me ya azadiyê û dilê gelê me de bijî. Têkoşîna wî wê bibe têkoşîna me.”
Hemû Nûçe
-
Qehremanên veşartî yên şer: Kedkarên tenduristiyê
Mistefa Xalid kedkarekî tenduristiyê yê ji Minbicê ye. Kerem Îbrahîm jî ajokarê ambûlansê ye. Her du jî di Pêngava Xezeba Firatê de wezîfedar in. Her du jî mîna hevalên xwe yên şervan bi biryar in.
-
Bi hezaran koçber derbasî herêmên ewle tên kirin
Bi hezaran koçber, ji gund û cihên di destê DAIŞ'ê de ne direvin û hewl didin xwe bigihînin herêmên ewle yên di kontrola QSD'ê de ne. ANF'ê ev rêwîtiya koçberan a ber bi qadên ewle ve şopand.
-
-
Bi hezaran koçber berê xwe didin cihên bi ewle
Bi hezaran koçberên ji gund û deverên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de direvin, xwe digihînin cihên bi ewle yên ku di bin kontrola şervanên QSD’ê de. Meşa koçberan ketin objektîfa ANF’ê.
-
-
Nasnameya 4 gerîlayan hatin eşkerekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, nasnameya 4 gerîlayên di encama şer û operasyonên li dijî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabûne, eşekere kirin.
-
-
-
-
-
-
-
-
-
Minbic a azad birînên xwe dipêçe
Minbic a azad, birînên xwe yên aboriyê dipêçe. Komîteya Aboriyê ya Rêveberiya Demokratîk a Minbicê, bi plan û xebatên xwe, aboriya Minbicê li ser hîmên qewîn bi cih dike.
-
-
Lêgerîna li azadiyê ew gihand nava PKK'ê
Dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP'ê, konsepta xwe ya tinekirinê bi pêkanînên şerê taybet û propaganda qirêj didomîne. Li gel vê yekê jî tevlîbûna li nava refên PKK'ê dewam dike.
-
-
Pêngava Tebqa: 47 çete hatin kuştin
Di êrîşên îro û duh ên çeteyên DAIŞ’ê yên li Bakurêrojava û başûrê Tebqa û taxa Îskendaeriye lidar xistin de, rastî berxwedana şervanên QSD’ê hatin. Di şer de 7 êrîşkarên xwekuj, 47 çete hatin kuştin.
-
Li Serêkaniyê cenazeyê du şervanan hatin veşartin
Welatiyên bajarên Serêkaniyê û Dirbêsiyê cenazeyên şervanên YPG’ê Hisên Kilêşo )Dilşêr Serêkaniyê) û Seyid Riza Kûday )Dijwar Baran) ên di Pêngava Xezeba Firatê li cih û dîrokên cuda jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Rustem Cûdî veşartin.
-
SMJÊ: Çarşema Sor li mirvahiyê pîroz be
SMJÊ, bi wesîleya rasthatina cejna civaka Êzîdî ya Çarşema Sor daxuyaniyek nivîskî da û got: “Cejna Çarşema Sor em di serî de li civaka Êzîdî, tevahî gelê Kurd û Mirovahiyê pîroz dikin.”
-
'Çarşema Sor roja afirandin û aşitiyê ye'
Koordinasyona Meclisên Gundê Êzidî yên Bakurê kurdistanê û Ewropa, cejna Çarşema Sor pîroz kir û wiha got: “Li gorî mîtolojî û baweriya Êzidiyan Cejna Çarşema Sor roja afirandina cîhanê, peydabûna xêr û berketa axê, afirandin û aşitiyê ye."
-
-
-
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê Cejna Çarşema Sor pîroz kir
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê, Cejna Çarşema Sor ya Êzidiyan pîroz kir û got:" Li hember hemû hewldanên êrîş û tinekirinê, bi hezarê salane ku ji aliyê gelê me ve bi coşek mezin, biryara jiyanek azad û bi ruhê berxwedan û yekîtiyê tê pîroz kirin."