KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Li Bazîd, Oremar û Çelê gelek leşkerên Tirk hatin kuştin'
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, hêzên gerîla li Bazîd, Oremar û Çelê çalakî lidar xistin û di encamê de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin. -
Li Bedlîsê ji bo operasyonê rêya gundan bi xendekan hate girtin
Leşkerên Tirk ku li Bedlîsê amadekariya operasyonê dikin rêyên gundan bi xendekan girtin. Bi hezaran leşker tevlî operasyonê bûne û çûnûhatina li gundan hatiye qedexekirin. -
8 gundên Pasûrê hatine dorpêçkirin
Li 8 gundên navçeya Pasûr a Amedê, derketina derve hate qedexekirin. Li gorî agahiyan, operasyona leşkerî li herêmê dest pê kiriye. -
Li Şirnexê artêşa Tirk derbeke giran xwar
Li navçeya Qileban a Şirnexê şer derket û di encamê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin, 2 jê jî birîndar bûn. -
Li Geverê, xaniyên mayî jî ji aliyê dewletê ve tên xerakirin
Hêzên dewleta Tirk, ku ji ber zivistanê sekinî bûn, ji nû ve dest bi xerakirina xaniyên li Geverê kirin. -
Konferansa Naskirina Hewraman di roja duyemîn de ye
Konferansa 1. a Naskirina Hewraman, ku li Helebceyê tê lidarxistin, di roja duyemîn de ye. -
Xezeba Firatê: Bajarokê Tişrînê ji DAIŞ'ê tê paqijkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), beşeke mezin a bajarokê Tişrînê ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, paqij kirin. Şervanan gundikê hûkûmekê jî rizgar kirin. Di şer de bi dehan çete hatin kuştin. -
KODAR'ê Nexşerêya xwe eşkere kir
KODAR'ê, Nexşerêya xwe ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Îranê, beriya hilbijartinên Serokkomariyê yên 19'ê Gulanê eşkere kir. -
Li Efrînê tabûra duyemîn hate avakirin
Yekîneyên Parastina Gel (YPG), tabûra duyemîn a ji 235 şervanên ji pêkhateya Ereb û Kurd pêk tê ava kir. -
Roja yekemîn a Konferansa Naskirina Hewreman bi dawî bû
Piştî nirxandinên bi mijarên cuda cuda roja yekemîn a Konferansa Naskirina Hewreman bi dawî bû. -
Li Girê Spî cenazeyê 3 şervanên QSD’ê hatin veşatin
Welatiyên Girê Spî cenazeyên 3 şervanên QSD’ê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Mehmûd Teime hatin veşartin. -
Li Dêrsimê tevgera hewayî
Ji navenda Dêrsimê ber bi Geliyê Pilemûrê ve tevgereke mezin a hewayî heye. -
Roboskî: Wê li dijî hîleyan rêxistina me bidome
Malbatên Roboskiyê, lêgerîna xwe ya edaletê domandin. Di daxuyaniya çalakiyê de hate kirin, bal kişand ser hîleyên AKP’ê û peyama ‘Em bi serketin’ dan. -
Li Amedê civîna ‘referandûma bi hîle’: Xwedî li Xwerêveberiyê hate derketin
KCD, TJA, DBP, HDK û HDP’ê têkildarî referandûmê, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya bajêr îro civînek lidar xistin. -
YPG’ê nasnameya 4 şervanan eşkere kir
YPG’ê nasnameya 4 şervanên li gundên Miezel û Mişêrfa yên di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn eşekere kir. -
Polîsên Îranê êrîşî welatiyên gundê Eserawa kirin
Îro ji ber sergoya bajrê Merîwan û derdorî wê li ser jîngeha gudnê Eserawa tê valakirin, di navbera polîsan Îranê û welatiyên gund de şer derket. Di şer de gelek kes birîndar bûne. -
Dorpêçkirina Tebqayê: Li navenda bajêr şerê dijwar
Duh bi şev li bajarê Tebqayê di navbera Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ’ê de şerekî dijwar rû da. -
Reşîd: Divê Konferansa Hewraman ji dagirkeran re bibe bersiv
Hevserokê KNK'ê Reşîd li Konferansa Hewraman axivî û got: "Divê ev konferans ji dagirkerên Kurdistanê re bikaribe bibe bersiv." -
Li Şirnexê bi sedan herêm li sivîlan hate ‘qedexekirin’
Li Şirnex û navçeyên wê bi sedan qad li sivîlan hate qedexekirin. -
Li Bedlîsê jî keya û serokê sindoqê li şûna dengdêran dengê 'erê' dane
Derket holê, li sindoqa bi hejmara 1026 a li Xîzanê, keyayê gund û serokê sindoqê hemû deng kirine 'erê'. -
Konferansa Naskirina Hewramanan dewam dike
Konferansa Naskirina Hewramanan, piştî axaftina destpêkê û xwendina peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, bi axaftina li ser dîroka Hewramanan dewam dike. -
Pêngava Xezeba Firatê: 2 gund hatin rizgarkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), gundên Kebîş a Rojhilat û Royal ên li bakurê Reqayê ne, rizgar kirin. -
KCK'ê ji Konferansa Hewraman re peyamek şand
KCK'ê ji Konferansa Hewraman re peyamek şand û got, "Hewraman ne tenê parçeyeke ji neteweya Kurd e; di heman demê de rehê bingehîn e ku neteweya Kurd li ser ava bûye." -
Pêngava Xezeba Firatê: Şervan ketin nava 3 gundan, şer didome
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dest bi operasyona rizgarkirina gundên Mezrea Hikumiye, Kebîş a Rojava û Royalê kirin. Li van gundan şer didome. Gelek çete hatine kuştin û birîndar bûne. -
Ji ber nûçeya ‘Kemal Kurkut’ bi ser mala nûçegihan Gok de girtin
Polîsên Tirk bi ser mala nûçegihan Abdurrahman Gok de girtin. Gok dîmenên kuştina Kemal Kurtkut girtibû.