KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Pêrtagê di ecama teqîna heyberekê de 2 zarok birîndar bûn
Li peravê ava li gundê Sagman a girêdayî navçeya Pêrtag a Dersimê, dema zarokan dilîstin di encama teqîna heyberkê de birîndar bûn. -
ESP: Ya ku hate bomberdûman kirin siberoja gelê me ya hevpar e
ESP’ê têkildarî êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk a li ser Şengal û Rojava daxuyaniyek da û got: “Çawa me li dijî polîtîkayên şer ên rejma yek kesî gotin NA, divê em bi heman awayî xwedî li siberoja xwe ya hevpar derkevin.” -
Li dijî êrîşên qirkirinê bang li ciwanan hate kirin ku dakevin qadan
Koordînasyona Komelên Ciwan, bang li ciwanên çar parçeyên Kurdistanê kir ku li dijî êrîşên qirkirinê dakevin qadan. -
Li Başûrê Kurdistanê êrîşên li ser Şengal û Rojava hatin protestokirin
Partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li Silêmanî û Kerkûkê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê protesto kirin. -
Şehîdên êrîşa hewayî wê li Mexmûrê bên veşartin.
Gerîlayê HPG'ê Seîd Tanit (Bedran Cûdî) li gel kurê wî Mehmet Tanit, Mûrat Atak (Zekî), Osman Arzû û Abdulkerîm Îzer ên ku 22’yê Nîsanê di encama êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk de şehîd bibûn, wê li Mexmûrê werin veşartin. -
YBŞ/YJŞ: Em bang dikin ku piştgiriya berxwedana me bikin
YBŞ/YJŞ diyar kir ku li hemberî dewleta Tirk em ê heta dawiyê xwe biparêzin û got: “Heta ku Şengal û gelê Êzidî azad bibin, em banga têkoşînê dikin”. -
YPG: 20 şervan şehîd bûne, 18 JÎ birîndar in
Berdevkê Fermî yê YPG’ê Rêdûr Xelîl, têkildarî encamên êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk a li ser navenda YPG’ê ya Qereçûx daxuyaniyek da. -
Saziyên Şengalê: Em ji balefirên Erdogan natirsin
Sazî û rêxistin û gelê Êzidî daxuyaniyek hevpar dan û gotin:: “Bila Erdogan û dijmin bizanibe, em ne Êzidiyên berê ne, em ê canê xwe, hebûna xwe bikin qûrbana Şengalê û axa xwe bernadin.” -
KCD, DBP, HDP: Ji bo xwedîderketina li Şengalê em dakevin kolanan!
Li Amedê KCD, DBP û HDP têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengal û Rojavayê li hev civiyan. -
Parlementerê YNK’ê Mahmûd: Li dijî êrîşan divê Kurd bi hev re tevbigerin
Parlementerê YNK’ê Mahmûd got ev êrîş li hemberî hemû Kurdan hatiye kirin û axaftina xwe wiha domand “Divê gelê Kurd û siyaseta wê li dijî êrîşan bi hev re tevbigerin”. -
DBP’ê bang li rêxistinê xwe kir: Ji bo Rojava û Şengalê dakevin kolan!
DBP’ê bang li hemû rêxistinên xwe yên li navçe û bajaran kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê rabin ser piyan û xwedî lê derkevin. -
KONGRA-GEL: Erdogan her ku tengav dibe êrîş dike; divê Kurd serî hildin
KONGRA-GEL êrîşên li ser Rojava û Şengalê şermezar kir û diyar kir ku Erdogan tengav bûye û ji ber vê jî êrîş dike. KONGRA-GEL bang li gelê Kurd kir ku bila serî hildin û gazî hêzên Koalîsyonê yên Navneteweyî jî kir. -
Endamên Konseya Neteweyî ya Ereb: Dewleta Tirk wê têk biçe
Endamên Konseya Neteweyî ya Ereb, êrîşên li Şengal û Rojava şermezar kirin û gotin, "Li dijî van êrîşan, em ê teqez axa xwe biparêzin û serketin wê ya me be." -
HPG'ê li Qers û Şirnexê lê da: 4 leşker mirin
Ji Tîmên Taybet ên Jendermeyan ên Tirk, ku li bejahiya Qers û Şirnexê derketin operasyonê 4 leşker mirin. -
Gelê Başûr ji bo êrîşa dewleta Tirk şermezar bikin derdikevin qadan
Gelê Başûrê Kurdistanê, li dijî êrîşa dewleta Tirk a li Şengal û Rojava, derdikevin qadan û çalakiyên şermezarkirinê wê lidar bixin. -
KCK'ê êrîş şermezar kir, bang li gelê Kurd kir ku rabe ser piyan
KCK: Êrîşa li Şengal û Rojavayê Kurdistanê nîşan dibe, bê çekên ji dewleta Tirk re hatine firotin ji bo kîjan armancên qirêj tên bikaranîn. -
Ji HPG’ê têkildarî operasyon û çalakiyan daxuyanî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî operasyon û çalakiyan daxuyaniyek nivîskî da. HPG’ê têkildarî êrîşa li Şengalê jî agahî da. -
Artêşa Tirk a dagirker êrîşî herêmên Şahbayê dike
Artêşa Tirk a dagirker herêma Bendava Şehba û gundên derdora wê topbaran dike. -
PDK'ê koordinat da balefirên şer yên Tirkan
Ji bo balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li Şengalê bixin, derket holê ku PDK'ê kordîneyên cihên lêbixe dane balafirên şer ên artêşa Tirk. -
Parlamenterên Goran: Em dengê xwe lid ijî dewleta Tirk bilind bikin
Parlamenterên Tevgera Goran, êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê şermezar kirin û gotin, "Divê her kes di asta herî bilind de nerazîbûna xwe nîşan bide. Lazim e hikumeta Başûr li pêşberî vê êrîşê bêdeng nemîne." -
Partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk şermezar kirin
YNK, Goran, Bizûtnewaî Îslamî le Kurdistan û Yekgirtûy Îslamî Kurdistan daxuyaniyeke hevpar dan û êrîşên dewleta Tirk ên li Rojava û Şengalê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, ev êrîşa li derveyî mirovahiyê ne ya qebûlkirinê ye. -
Li Qendîlê tevgera zêde ya hewayî
Balafirên şer ên Tirk ji saet 13.00’an ve li ser Qendîlê nizm difkirin. -
Gelê Rojava berê xwe da Qereçoxê: Kujer Erdogan!
Hevseroka MSD'ê Ehmed û Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Yûsif êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û bang li Koalîsyona Navneteweyî û DYA kirin. -
Dewleta Tirk Dersimê bombe dike
Helîkoptêrên artêşa Tirk herêmên di navbera navçeyên Nazimiyê û Kigiyê de bombe dikin. -
Xelîl: Divê her kes li dijî dewleta Tirk a êrîşkar bi helwest be
Endamê Konseya Rêveber a TEV-DEM’ê Xelîl, li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengal û Rojava bang li hemû gelan û hêzên navneteweyî kir ku xwedî hewlwest bin. Xelîl diyar kir ku armaca êrîşa dewleta Tirk rizgarkirina DAIŞ’ê ya ji herêmê ye.