KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
‘Li hemberî faşîzm û nokeriyê em têkoşînê geştir bikin’
Li Kerkûkê jî êrîşên li Şengal û Rojava hatin şermezarkirin. Di meş û daxuyaniya çapemeniyê de ya li Kerkûkê li hemberî nokeriya Tirkan banga têkoşînê li hemû Kurdan hate kirin. -
YPG’ê bersivên tund da artêşa Tirk a ku êrîşî Rojava kir
Piştî ku YPG’ê bersiv da artêşa Tirk a ku dixwest ji gundên Çetelê, Girbeşkê yên Dirbesiyê bi nêta dagirkirinê sînor derbas bike, şerek pêk hat, di şer de tankek hat îmhakirin. -
Li Qamişlo cenazeyên 4 şervanan hatin veşartin
Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyên 4 şervanên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Abdulkerîm Sarûxan hatin veşartin. -
Êrîşên li ser Rojava û Şengalê li Daqûqê hate protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê li navçeya Daqûq a Kerkûkê bi meş û daxuyaniya çapemeniyê hate şermezarkirin. -
Êrîşên dewleta Tirk li Rojava tên protestokirin
Bi hezaran kes li Dêrik û Efrînê daketin kolanan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê protesto kirin. -
HDK-E’yê êrîşên li ser Şengal û Rojava şermezar kir
HDK-E’yê diyar kir ku divê hemû gelên Tirkiyeyê li dijî desthilatdariya AKP-Erdogan ê ku di referandûmê de negihiştin armanca xwe, rabin serhildanê. -
Li Qendîlê cenazeyê Fermandar Bedran Cûdî hate veşartin
Cenazeyê Fermandarê HPG’ê û gerîlayê 30 salan Bedran Cûdî (Seîd Tanit) ê ku li herêma Amêdiyê di encama êrîşên hewayî yên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dabû, li Qendîlê bi merasîmek heybet ve hate veşartin. -
Di şerê li Dirbêsiyê de, leşkerek mir, 3 leşker jî birîndar bûne
Li gorî agahiyên ji nexweşxaneya dikeve bakurê bajarê Dirbespiyê yê Rojava hate girtin, di şerê piştî êrîşa artêşa Tirk dayî despêkirin û şûn de, leşkerek hate kuştin, 3 leşker jî birîndarbûne. -
Artêşa Tirk êrîşî Dirbêsiyê kir, şer diqewimin
Artêşa Tirk êrîşî Dirbêsiyê kir. Şerê di navbera hêzên YPG/YPJ’ê û artêşa Tirk de derketî hê jî didomin. Şervanên YPG/YPJ’ê ji bo ewlekariya ruhê siv»îlan rêya Dirbêsiyê-Serêkaniyê li çûn û hatinê girt. -
Li Til Temirê cenazeyên 3 şervanan hate veşartin
Welatiyên bajarê Til Temir û gundên Çiyayê Kizwanan cenzeyên 3 şervanên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn li Goristana Şehîdan a Til Temir veşartin. -
Li Şaxê doza gora komî didome
Dadgeha Hiqûqê ya Sûlh a Şaxê, rûniştina 8’emîn a doza gora komî ku ev 7 sal e didome, destpê kir. -
Gerîlayan li Agiriyê çalakî lidar xistin
Gerîlayên HPG’ê li devera Birnê Reş ê girêdayî naçeya Bazîd a Agirêyê li dijî leşkerên Tirk ên li girekê bi cih bibûn çalakiyekî sabotajê lidar xistine. -
Avesta: YBŞ û YPG bûne sembola rojhilata Navîn in
Avesta got: “Pêwîste gelê Êzidî wekî 3'ê Tebax û Adarê van êrîşan vala derxin.” -
Parlamentere HDP’ê Akdogan hate berdan
Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan piştî ku 6 mehan li girtîgehê ma, ji aliyê dadgehê ve hate berdan. -
Cemîl Bayîk hevpeyvîn da, doz li Feleknas Ûca hate vekirin
Dadgeha Tirk her rojê îmzeya xwe li bin bûyerekî sosret dide. Di hevpeyvînekî Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk de, di îdîanamaya ji bo Parlmetera HDP’ê Feleknas Ûca hate amadekirin de weke ‘propagandakirina rêxistinê’ hate zêdekirin. -
Li Sûrê talan didome
Li Sûrê li taxên ku ji aliyê AKP’ê ve biryara hilweşandinê hatine dayîn ji mizgeftan anonsên “Heta 1’ê Gulanê malê xwe vala bikin” tên kirin. -
Partiyên li Kerkûkê: Eger ku bêdeng bimînin wê tevahî Kurdistanê dagir bikin!
Nerazîbûnên li dijî êrîşa artêşa Tirk a li ser Rojava û Şengalê lidar xistin, li Başûrê Kurdistanê mezin dibe, partiyên siyasî yên li Kerkûkê, banga têkoşîna yekîtiya netewî ya hevpar kirin. -
Atalan: AKP sûcê şer dike; divê li Laheyê were darizandin
Wekîlê Êzîdî yê HDP’ê Atalan li dijî bombekirina Şegalê ya bi balafirên şer ên Tirk helwest nîşan da û got AKP’ê plana DAIŞ’ê ya ku Şengalê qir bike girtiye ser xwe û got, AKP sûcê şer dike divê li Laheyê were darizandin. -
Artêşa Tirk êrîşê dibe ser Efrînê, YPG bersivê dide
Artêşa Tirk a ku duh êrîş bire ser Qereçox a Dêrikê û Şengalê îro jî êrîş bire ser Efrînê. Piştî ku YPG’ê bersiv da, şer derket. -
Li ser Avaşîn û Çemçoyê êrîşa hewayî
Balafirên şer ên Tirk berê sibehê Çemço û Avaşîn bombe kirin. -
Bi dîmen û wêneyan QEREÇOX
Bi hezaran kesên ku çûne Qereçox a Rojava ku balafirên şer ên Tirk bombe kiribûn, dewleta Tirk şermezar kirin. -
Botan: Tirkiye naxwaze DAIŞ biqede, êrîşî Kurdan dike
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan diyar kir ku Tirkiye êrîşî cihên DAIŞ lê lewazbûye dike û got armanca vê yekê jî xurtkirina çeteyan e. -
Şervanên YBŞ/YJŞ’ê: Em ê bersivê bidin
Şervanên YBŞ û YJŞ’ê piştî ku dewleta Tirk bi balafrên şer Şengal bombe kir, diyar kirin ku ew ê têkoşînê geş bikin û wiha bersivê bidinê. -
Bedran Cûdî û hevrêyên wî hatin veşartin
Fermandarê Gerîlla Bedran Cûdî û hevrêyên wî îro bi merasîmekê hatin veşartin. -
Li Kobanê cenazeyê 4 şervanan hate veşartin
Welatîyên Kantona Kobanê cenazeyên 4 şervanên YPG′ê û Hêzên HAT ku di Hemleya Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn veşartin.