KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Karayilan sersaxî ji malbata Tanit re xwest
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, ji malbata Saît Tanit (Bedran Cûdî) re peyameke sersaxiyê şand. -
Artêşa Tirk êrîş kampa Robar kir: 4 sivîl birîndar bûn
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê carê dest bi topbarana kampa Robar a li gundê Basilê kirin, di encama topbaranê de 4 welatiyên sivîl birîndar bûn. -
Artêşa Tirk Kantona Efrînê bomberdûman dike
Hat diyarkirin ku artêşa Tirk herêma Vîllat El-Qadî ya girêdayî bajarokê Şera yê Kantona Efrînê bomberdûma dike. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Şêxo hate veşartin
Bi sedan welatiyên bajarê Girê Spî cenazeyê şervanê QSD′ê Mihemed Şêxo (Mûrad Kobanê) ê ku di operasyona rizgarkirina Tebqayê de jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Şehîd Mehmût Tume veşartin. -
1’ê Gulanê li Kerkûkê hate pîrozkirin
Li bajarê Kerkûkê bi beşdariya 11 partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl 1’ê Gulanê hate pîrozkirin û bal kişandin ser mafê karkeran. -
Kedkarên Kurd li hemberî kapîtalîzm û faşîzmê daketin qadan
Li Kurdistanê di pîrozbahiya 1’ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Hevgirtinê de li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê peyama ‘em ê bi ser bikevin’ hate dayîn. -
Li Amedê 1’ê Gulanê: ‘NA’ neqediya, têkoşîn didome
Li Amedê bi pêşengiya DÎSK, KESK, TMMOB û Odeya Tabîban 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li Qada 5’ê Hezîranê (Qada Îstasyonê) hate pîrozkirin. -
Li Wanê coşa 1’ê Gulanê qat tije kir
Li Wanê bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya ku di pêşengtiya KESK’ê de hate lidarxistin bûn. Cigirê Hevserokê HDP’ê yê Nadîr Yildirim ê ku di mîtîngê de axivî diyar kir ku dengê ‘Erê’ yên di 16’ê Nîsanê de ne meşrû ne û NA bi ser ket. -
Di çalakiyên sekvaniyê de 7 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di çalakiyên sekvaniyê yên hêzên gerîla de li Şirnex û Colemêrgê 7 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin. -
Nasnameya 10 şehîdên Pêngava Xezeba Firatê hat eşkerekirin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, nasnameya 10 şervanên xwe yên di 19, 20 û 21'ê Nîsanê de di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. -
YPG'ê li ser êrîşên dawî yên artêşa Tirk agahî da
YPG'ê diyar kir, êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojava dewam dikin û got, "Hêzên me di asta pêwîste de bersiva hemû êrîşan dane." -
Hindik ma Tebqa rizgar bibe: 3 taxên din hatin paqijkirin
Şervanên QSD'ê 3 taxên din ên Tebqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. 3 tank, panzerek û 2 wesayîtên zirxî yên bi tîpa BMB ketin destê şervanan. Di şer de 48 çete hatin kuştin, 5 çete jî dîl hatin girtin. -
Bi navê 'penaberan' çete li Kurdistanê tên bicihkirin
AKP, ku nikare bi berxwedana Kurdan, di bin navê 'penaberan' de çeteyan li Kurdistanê bi cih dike. -
Parlamenterê HDP'ê Ayhan hate binçavkirin
Parlamenterê Rihayê yê HDP'ê Îbrahîm Ayhan hate binçavkirin. Piştî dayîna îfadeyê Ayhan hate berdan. -
Li Tebqayê şer giran e
Li taxên El Bûîsa, El Heso, El Salem û herêma Pîşesaziyê yên Tebqayê, di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. -
Gelê Tebqayê bi şervanên YPG'ê piştrast e
Şervanên YPG'ê dibêjin, êdî kêm ma ye ku ew derba dawî li DAIŞ'ê bixin. -
Li nava kolanên Kessareyê êdî DAIŞ nîne
Taxa Kessare ya Tebqayê, beriya niha bi demeke kurt ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin. -
Gerîlayên li Kerkûkê 'Şehîdên meha Gulanê' bibîr anîn
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Kerkûkê, 'Şehîdên meha Gulanê' bibîr anîn û soza xwe dubare kirin, ku ew ê pêşengê meşa şoreşê bin. -
Li dijî tarîtiyê hewl dida bibe 'Ronahî'
Beriya niha bi 10 salan, jineke Kurd a ji navçeya Şemrex a Mêrdînê Ronahî Garzan, li Amanosan bi xurtî li ber xwe da bû û canê xwe feda kiribû. -
Cenazeyên 4 şervanan hatin veşartin
Bi hezaran welatiyê bajarê Kobanê cenazeyên şehîdên Qereçox û Pêngava Xezeba Firatê, li Goristana Şehîd Dicle veşartin. -
Nasnameya 6 gerîlayên ku li Mêrdînê jiyana xwe ji dest dane hatin eşkerekirin
HPG’ê nasnameya 6 gerîlayên ku di şerê meha Nîsanê ya li gel artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn eşekere kirin. -
Bîlançoya çalakiyên li Erzirom, Bazîd û Colemergê hate eşkerekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya çalakiyên li Erzirom, Bazîd, Gever û Çelê yên li hemberî artêşa Tirk eşkere kir. -
Operasyona rizgarkirina Tebqayê: 21 çete hatin kuştin
Li navenda bajarê Tebqayê, di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. -
Li Sûrê jin nobedê digirin
Dewleta Tirk, ji bo hilweşandina xaniyên wan heta roja Sêşemê dem daye şêniyên taxên Alîpaşa û Lalebeyê. Jinên Sûrê li dijî hilweşandinê nobedê digirin. -
'Tinebûna DAIŞ'ê tê wateya tinebûna zihniyeta Erdogan'
Rêvebera PYD'ê Yûsiv got, "Tinebûna DAIŞ’ê tê wateya tinebûna zihniyeta Erdogan, lewma ewqas bi hêrs bi ser gelê me de tê." Ji PDKS'ê Hesen jî got, "Rast e gelê me aştîxwaz e, lê dema ku êrîş dubare bibin em ê cilên leşkerî li xwe bikin."