KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk dibistanên li Cizîrê mîna qereqolan çêdike
Dewleta Tirk li Cizîrê, ku piştî berxwedana xwerêveberiyê hatibû kavilkirin, dema ku dibistanan ava dike kûleyên çavdêriyê jî lê datîne. -
Li Tebqayê çekên Tirk û NATO hatin dîtin
Li Tebqayê, şervanên Hêzên Sûriyeya DemokratîK (QSD) dest danîn ser gelek çekên çeteyan. Di nava van çekan de yên Tirk û NATO'yê jî hene. -
Li dorhêla Tebqayê şer giran e
Li hin herêmên derdora Tebqayê şerekî dijwar diqewime. -
Esat Canan hate binçavkirin
Parlamenterê berê yê Colemêrgê yê ji BDP'ê Esat Canan, ji mala xwe hate binçavkirin. -
Mehmet Tûnç xwedî li wesiyeta Seyîd Riza derket
"Li gelemperiya Kurdistanê têkoşîneke rêxistinbûyî heye. Helwesta serînetewandinê û wesiyeta Seyîd Riza, li Cizîrê ji aliyê Mehmet Tûnç ve hat temsîlkirin." -
Dijminatiya li Kurdan wê dawî li desthilatdariyê bîne
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn destnîşan kir, dijminatiya li Kurdan wê dawî li desthilatdariya AKP'ê bîne. -
Li dijî tecrîdê wê li Kerkûkê nobed bê girtin
Şêniyên Kerkûkê, ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya nobedê dikin. -
Gelê Sûrê: Biryara hilweşandinê siyasî ye, em ê li ber xwe bidin
Malbatên li Sûrê, ku dewleta Tirk dixwaze malên wan xera bike dibêjin, ew ê li dijî biryara hilweşandinê li ber xwe bidin. -
Cenazeyê Mihemed Ebdularîf li Tirbespiyê hat veşartin
Welatiyên bajarê Tirbespiyê cenazeyê Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê Mihemed Ebdularîf (Nimir El-Eswed) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr veşartin. -
Êrîşên li ser Şengal û Rojava li Teqteqê hate protestokirin
Êrîşên li ser Şengal û Rojava li navçeya Teqteqê ya Hewlêrê bi daxuyaniya çapemeniyê hate protestokirin. -
Polîsan afîşa Demîrtaş a li avahiya HDP’ê rakirin
Polîsan li Kerboranê ya bi ser Mêrdînê li avahiya HDP’ê ya navçeyê wêneyê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û helbesta wî ya bi navê “Cesareta têger” rakir û Hevserokê Navçeyê yê HDP’ê binçav kir. -
Mayina çeteyan teqiya: 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Li gundê Xiniz Wistanî yê başûrê Reqayê di encama teqîna mayînek çeteyên DAIŞ’ê berê çandibû de, ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 jî birîndar bûn. -
Ji HPG’ê têkildarî operasyona Bedlîsê daxuyanî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî operasyona ji aliyê artêşa Tirk ve li Bedlîsê ku di meha Nîsanê de hatibû lidarxistin agahî da. -
DAIŞ'ê êrîşî koçberan kir, gelek kesan jiyana xwe ji dest dan
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî koçber û penaberên ji Iraq û Sûriyeyê kirin, ku hewl didan ji cihekî nêzî Deriyê recim Selîbî derbasî Rojava bibin. Ji ber vê êrîşê 37 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Waliyê Silêmanî îstîfa kir
Waliyê Silêmanî Serdar Qadir bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kir ku ew ji wezîfeya xwe ya walitiyê îstîfa dike. -
Nasnameya 9 şehîdên Pêngava Xezeba Firatê hate eşkerekirin
Nasnameya 9 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên di Pêngava Xezeba Firatê de, di navbera 20'ê Nîsanê û 1'ê Gulanê de li Tebqa û Reqayê jiyana xwe ji dest dan hate eşkerekirin. -
Çeteyên PDK'ê li Sinûnê êrîşî Êzidiyan dikin
Çeteyên PDK'ê, li bajarokê Sinûnê yên Şengalê guleyan li wesayîtên Êzidiyan direşînin. -
Nasnameya 7 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan hate eşkerekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya 7 gerîlayên li navçeya Stewr a Mêrdînê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. -
Polîsên ku lingê wan ketî solekê li malan li ‘tûnêlan’ digerin!
Li Cizîra Botan, polîsên Tirk ji tirsa li nava malan li tûnelan geriyan. -
Li dora Tebqayê şerekî dijwar diqewime
Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), navenda bajarê Tebqayê ji DAIŞ'ê paqij kir, li derdora bajêr şerekî dijwar rû da. Şer dewam dike. -
PKK: Em ê li ser şopa şehîdan ber bi serketinê ve bimeşin
"Şehîdên me her tim û li her cihî ji bo me bûne çavkaniya herî mezin a hêzê. Ji niha û pê ve jî em ê li ser şopa şehîdên xwe yên leheng bin, xwe zane bikin, bi rêxistin bikin, bibin yek û ber bi serketinê ve bimeşin." -
Artêşa Tirk li Besta û Katoyê asê ma ye
Artêşa Tirk, ku ev 13 roj in li çiyayên Besta û Kato yên Şirnexê derketiye operasyonê, li herêmê asê ma ye. -
Navenda bajarê Tebqayê bi temamî hat rizgarkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bajarê Tebqayê ji DAIŞ'ê paqij kirin û bi gaveke din nêzî Reqayê bûn. -
'Em serdana goristanên şehîdan bikin'
Komîteya Piştgirî û Malbatên Şehîdan a PKK'ê, bang li gelê Kurdistanê yê welatparêz kir ku di meha Gulanê de serdana goristanên şehîdan bike. -
'Artêşa Tirk çiqasî xera bike em ê jî ava bikin'
Êzidiyên li Şengalê bexçeyê ku ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hate xerakirin, ji nû ve çêkirin.