KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Amed û Meletiyê tevgara hewayî
Hat diyarkirin ku li balafirgeha leşkerî ya Amed û Meletiyê tevgera hewayî pêk tê. -
Cenazeyê 3 şervanên YPG’ê li Tirbespiyê hatin veşartin
Bi sedan welatiyên herêma Tirbespiyê û Til Hemîs cenazeyê 3 şervanên YPG`ê yên ku di pêngava rizgarkirina bajarê Tebqayê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Dil Şêr veşartin. -
‘Bi rizgarkirina Hewîcê re kêm jî be wê ewlekariya Kerkûkê bi dawî bibe'
Waliyê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm, çû serdana Fermandariya Leşkerî ya Keywanê ya ku duh çeteyan DAIŞ’ê êrîş lidar xistibû. -
Operasyona Tebqa: Şer didome
Çeteyên li Taxa Hey Tanî û Bendava Firatê, êrîşî Taxa Hey Ewwel kirin. -
Ji bo Şirnexê sewqiyata leşkerî
Ber bi Şirnex a ku ev 20 roj in operasyonên leşkerî lê didomin ve, bi 20 wesayîtên zirxî ve sewqiyata leşkerî hat kirin. -
3 milyar dolar ji petrola Başûrê Kurdistanê windaye!
Parlamenterê Tevgera Goran yê Başûrê Kurdistanê Faîq Mistefa ragihand ku PDK'ê di 4 mehên sala 2017'an de rêjeya 4 milyar dolar petrol firotiye û ji vî pereyî 3 milyar dolar windaye. -
YNK û Goran ji bo referandûmê civiyan
Civîna YNK û Tevgera Goran a ji bo rojeva referandûmê bi dawî bû. -
Rêveberiyên Şengalê: Heta metirsî hebe, wê PKK’e jî hebe
Rêveberiya Demki ya Şengalê deklarasyonek dan çapemeniyê û diyar kirin û got: “Şengal ji aliyê PDK’ê ve bê parastin hate hiştin, PKK’e ji erkê xwe yê mirovahî pêk anî û hatin hewara me. Heta metirsî hebin wê PKK jî hebe.” -
YPG'ê nasnameya 14 şervanên xwe eşkere kir
YPG'ê bi daxuyaneyê nasnameya 14 şervanên xwe yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir. -
Li Çelê û Geverê çalakiyên gerîla
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li navçeyên Gever û Çelê yên Colemêrgê, li dijî hêzên artêşa Tirk çalakî lidar xistin. -
Balûken: Pêşniyara me ya çareseriyê, xweseriya demokratîk e
Doza li dijî Parlamenterê HDP'ê û endamê Heyeta Îmraliyê Balûken, îro dewam kir. Biryar hate dayîn, ku Balûken girtî bimîne. -
Hêzên Şoreşger bi dehan çete kuştin
Hêzên Şoreşger bersiv dan êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê. Di encamê de bi dehan çete hatin kuştin. -
Şervanên QSD'ê Hey Ewwel rizgar kirin
Şervanên QSD’ê li Tebqaya Nû taxa Hey Ewwel xistin bin kontrolê û ketin navbera sê taxên li vê herêmê û bendava Firatê. -
Ew bûn find û ronî
Sirûda ku Ferzad, Şêrîn, Ferhad û Elî dema ber bi sêdareyê ve diçûn, bi dengekî bilind û baweriyeke mezin distrandin, dawiya pêvajoyeke dirêj a bêdengî û bindestiyê bû. -
Li 16 gundan derketina derve hate qedexekirin
Li 16 gundên ser bi navçeyên Hênê û Licê yên Amedê, derketina derve hate qedexekirin. -
'Li dijî êrîşan em ê daxwaza xwerêveberiyê mezintir bikin'
Alîkara Hevserokên DBP'ê Şîmşek diyar kir, li dijî êrîşên li Rojava û Şengalê ew ê berxwedana xwerêveberiyê mezintir bikin. -
'Em ê bi azadiya Şengalê bersiveke dîrokî bidin dagirkeran'
Şervanen YBŞ'ê li ber êrîşên dewleta Tirk rabûn û gotin, ew ê bi ti awayî rê nedin hewldaneke dagirkeriyê. -
Dîmenên dema ku gerîllayan cenazeyê Şehîd Sitki derxistin…
Gerîllayên HPG’ê cenazeyê Kurdistaniyê bi navê Sitki derxistin ê ku di 3’ê Gulanê de ji ber êrîşa leşkerên Tirk jiyana xwe ji dest dabû. -
Cenazeyê 7 şervanan li Hesekê hatin veşartin
Welatiyên bajarê Hesekê, cenazeyên 7 şervanên YPG'ê û Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê ku li herêma Şedadê jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Dijwar bi merasîmekê veşartin. -
Nasnameya 4 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan hate eşkerekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya 3 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û gerîlayeke li Rihayê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. -
Li Çelê û Şemzînanê çalakî, li Silopiyayê operasyon
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser operasyonên artêşa Tirk û çalakiyên gerîla daxuyaniyek weşand. -
Artêşa Tirk êrîşî cihên leşkerên Xweparastinê kir
Artêşa Tirk û çeteyê wê, ji Cerablûsa dagirkirî êrîşî cihên leşkerên Xweparastinê yên li bajarokê Şiyûxa kirin. -
Ehmed: Pêwîstiya penaberên li herêma me bi alîkariya lezgîn heye
Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed bal kişand ser pêwîstiya bi alîkariya xwarin û tenduristiyê ya ji bo koçberên hatine herêmên wan û ji sazî û hêzên navneteweyî xwest, ku di vê mijarê de bes xwe kerr bikin. -
Operasyona paqijkirina Tebqayê: 32 çete hatin kuştin
Ji duh êvarê û vir ve li 3 taxên li dora Tebqayê şerekî dijwar diqewime. Di vî şerî de 32 çete hatin kuştin. -
Bîlançoya êrîşa DAIŞ'ê ya li Kerkûkê hate eşkerekirin
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî çeperên pêşmerge û gerîla yên li Kerkûkê kirin. Di vî şerî de 5 çete hatin kuştin. 2 pêşmereyan jiyana xwe ji dest dan, 6 pêşmerge jî birîndar bûn.