KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Operasyona rizgarkirina Reqayê: Gundê El Rafiha hat rizgarkirin
Di Qonaxa 4. a Pêngava Xezeba Firatê de, ku şervanên QSD'ê dorhêla Reqayê ji çeteyan paqij dikin, gundekî din û navendeke perwerdeya leşkerî hatin rizgarkirin. -
Bûldan: Derketina ji nava krîzê bi pêşdîtinên Ocalan dibe
Endama Heyeta Îmraliyê Bûldan bibîr xist, ku ji 11'ê Îlona 2016'an û vir ve kes nikare Ocalan bibîne û diayr kir, derketina ji nava krîza welat tê de ye, bi destpêkirina hevdîtinan û pêşdîtinên Ocalan dibe. -
Rêwiyên bê rawestgeh -1
Xakurkê bi rewş û bedewiya xwe derketiye ser dikê. Xwe xemilandiye, çavên xwe kil daye, porê xwe kiriye kezî, biskê xwe ba daye û cilekî kes li bejna xwe gerandiye. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê, gundên Şêx Îsa û Herbelê bomberdûman dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, bi çekên giran gundên Şêx Îsa û Herbelê bomberdûman dikin. -
Hevserokê DBP'ê yê Gundikê Melê Sezer hate binçavkirin
Hevserokê DBP'ê yê Bajarokê Gundikê Melê ya Şirnexê Sadûn Sezer hate binçavkirin. -
Cenazeyê şervanên QSD’ê hatin veşartin
Bi sedan welatiyên gundewarên Tebqayê 3 şervanên QSD′ê ku di operasyona rizgarkirina Tebqa û Bendava Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, veşartin. -
Li Dirbêsiyê û Efrînê cenazeyê 3 şervanên azadiyê hatin veşartin
Welatiyên herêma Dirbêsiyê û Kantona Efrînê cenazeyên 3 şervanên azadiyê azadiyê oxir kirin. -
Cenazeyê 2 şervanan li Tirbespiyê hatin veşartin
Welatiyên bajarê Tirbespiyê cenazeyên 2 şervanên azadiyê yên ku di operasyona rizgarkirina Tebqayê û Bendava Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Dirwar veşartin. -
Ji bo Qendîl Kobanê yê YPG’yî li Kerkûkê şîn hate danîn
Ji bo Qendîl Kobanê yê YPG’yî yê ku di operasyona azadkirina Tebqayê de jiyana xwe ji dest dabû li Kerkûkê şîn hate danîn. -
Li Tendûrekê derbên xurt li leşkeran hate dayîn
Di şerê li Çiyayê Tendûrek ê Agiriyê qewimî de gelek leşker hatin kuştin. -
PDK, şervanên ku ji Rojava hatin girtin
9 şervanên Enternasyonalîst ên ku ji bo li dijî DAIŞ’ê şer bikin çûbûn Rojava, dema ku xwestin vegerin welatên xwe ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê yê Iraqî Mesleh Sebah hate veşartin
Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê YPGʹê yê Iraqî Mesleh Sebah (Ebid Elheyî Hol) ê ku di Pêngava Xezaba Firatê ya bajarê Tabqa de jiyana xwe ji dest da, li Goristana Şehîd Dijwar veşartin. -
Kujerên Enes û Mahsûm tên parastin
Rûniştina doza têkildarî zarokên bi navê Enes Ata û Mahsûm Mizrak ên li Amedê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin, hate destpêkirin. -
Cenazeyê Keleş ê YPGʹyî li Amûdê hate veşartin
Bi sedan welatiyên bajarê Amûdê û gundên wê cenazeyê şervanê YPG`ê Welat Keleş (Şervan Amara) bi li Goristina şehîd îsmaîl Hogir ya bajarê Amûdê hate veşartin. -
Li Colemêrgê çalakiyên sabotajê
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li Colemêrgê di çalakiyên gerîla de 5 leşker hatine kuştin, herî kêm 12 leşker jî birîndar bûne. -
Qeyûmê li Amedê niha jî hewl dide masiyan biqelihîne
Qeyûmê ku hatî ser Şaredariya Mezin a Amedê gavên ku wê celebên masiyan biqelihîne davêje. -
Li Akademiya leşkerî ya Şehîd Ezîzê Ereb dewreya nû
Şervanên li Akademiya Şehîd Ezîzê Ereb a li Girê Spî xwe perwerde dikin, berê xwe didin herêmên xwe û bi erka parastina axa xwe radibin. -
DBP'ê êrîşa polîsan û binçavkirinên li Wanê şermezar kir
Serdegirtina polîsan a li avahiya DBP'ê ya Wanê û binçavkirina 9 kesan bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate şermezarkirin. -
Qeledizêyî: Walîtiya Silêmanî mafê Goran e
Omer Qeledizêyî, ku weke Waliyê Silêmanî hate wezîfedarkirin got, walîtî mafê Goran e. -
Pêngava Xezeba Firatê: 4 hezar sivîl hatin rizgarkirin
Di çarçoveya qonaxa 4. a Pêngava Xezeba Firatê de şervanên QSD'ê derbên giran li çeteyan dixin. Ji duh ve 9 çete hatin kuştin. 4 hezar welatiyên li gundên bakurê Reqayê ji aliyê şervanan ve hatin rizgarkirin. -
Meclîsa Sivîl a Reqayê di demeke kurt de gelek tişt kirin
Navçeya Tebqayê di encama têkoşîna 2 mehan de hate rizgarkirin. 240 gundên Tebqayê hene, ku piraniya van gundan hatine rizgarkirin. -
Parêzer Demîr: Ramanên Ocalan rêya çareseriyê ye
Endamê OHP'ê Parêzer Cemal Demîr diyar kir, ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ro bi roj giran dibe û got, rakirina vekirina rêya çareserkirina pirsgirêka Kurd e. -
Li Tebqayê 26 çete hatin kuştin
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî dorhêla Tebqayê kirin û şervanên QSD'ê jî bersiveke tund dan çeteyan. Di encamê de 26 çete hatin kuştin. -
Bendava Tebqa çima girîng e?
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) piştî operasyona 50 rojî 10'ê Gulanê roja Çarşemê ragihand ku Tebqa û Bendava Firatê bi temamî rizgar kirine. -
Biryar hat dayîn wekîla HDP'yî Yîgîtalp 'bi zorê were anîn'
Dadgeha Cezayê Giran a 5. a Amedê biryar da, ku Parlamentera Amedê ya HDP'yî Sîbel Yîgîtalp bi zorê were anîn.