KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Tevî Hevserokê DBP'ê ya Bajêr 12 kes li Wanê hatin binçavkirin
Polîsên Tirk vê sibehê avêtin ser avahiya DBP'ê ya Wanê û gelek malên li bajêr. Di encamê de 12 kes hatin binçavkirin ku Hevserokê DBP'ê yê Wanê Ahmet Aygun jî di nav de heye. -
Demîrbaş: Hilweşandina Sûrê parçeyek ji 'Plana Têkbirinê' ye
Şaredarê Berê yê navçeya Sûr a Amedê Abdullah Demîrbaş diyar kir, hilweşandina Sûrê lingê çandî yê 'Plana Têkbirinê' ye û got, "Armanc têkbirina nirxên Amed û Kurdistanê ye." -
Polîsên Tirk avêtin ser avahiya DBP'ê ya Wanê
Polîsên Tirk avêtin ser avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê û Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Ahmet Aygun binçav kirin. -
NÛ BÛ-Bi demografiya Kurdistanê dilîzin
Dewleta Tirk qirkirina xwe ya li ser Kurdistanê bi rengê guherandina demografiyê jî pêk tîne. -
Gerîlayê ku medya şerê taybet ew 'kuşt' ji ANF'ê re axivî
Rastiya şerê taybet a hikumeta AKP'ê bi rewşeke din a sosret derket holê. Di dema dawî de, ji bo têkçûna xwe ya li pêşberî gerîla binixumîne, bi her awayî şerê taybet dimeşîne. -
Rojnamevanê ku nûçeya şehadeta diya xwe çêkir: Kendal Şêxo
Rojnamevan Kendal Şêxo, ku bi xwe di êrîşa çeteyên dewleta Tirk de bi giranî birîndar bû û diya wî di êrîşa artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da got, "Ew çiqasî li me bidin, em ê bi 10 qatan xurtir derkevin pêşiya wan." -
Bihara li stargehên azad
Weke ku bihar li benda gerîla ye, gerîla jî benda hatina biharê ye. Ya rast li stargehên gerîla, bihar bi gerîla bedewtir dibe. Ji xwe bihar bi bedewiya gerîlayan xwe dixemlîne. -
27 siyasetmedarên Kurd hatin berdan
Di doza derbarê 27 siyasetmedarên Kurd ku 8 jê girt ku di nav de endamên berê yên PM yên DBP’ê jî di nav de ku meha Nîsana sal bihûrî hatibû vekirin, bi temamî hatin berdan. -
Bajarê Tebqa û Bendava Firatê bi temamî hate rizgarkirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk, bajarê Tebqa û Bendava Firatê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin. -
Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Cefer hat veşartin
Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Cefer Hac Elî (Baran Minbic) bi merasîmêkê li Goristana şehîdan a bajêr veşartin. -
YPG: Êrîşên artêşa Tirk a li ser Rojava didomin
YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî xaka Rojava berdewam dikin. -
Nasnameya 10 gerîlayên Dersimê jiyana xwe ji dest dabûn hatin eşkerekin
HPG’ê, nasnameya 10 gerîlayên ku meha Nîsanê li Dersimê jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir. -
Gerîlayan li Bedlîs û Agirê çalakî lidar xistin
HPG’ê, diyar kir ku li dijî leşkerên Tirk ên li navçeya Bazîd a Agiriyê û Bedlîsê bi cih bibûn çalakî lidar xistine. -
Qonaxa 4'an a Pêngava Xezeba Firatê ji nû ve dest pê kir
Qonaxa 4'an a Pêngava Xezeba Firatê, piştî navbera 15 rojan ji nû ve dest pê kir. Di vê çarçoveyê de hêzên QSD'ê duh bi 7 kîlometreyên din bi pêş ve çûn û 2 gund rizgar kirin. -
Omer Ehmed Emîn bû waliyê nû yê Silêmanî
Alîkarê Waliyê berê yê Silêmanî Omer Ehmed Emîn bû Waliyê bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê. -
Tevgera Goran: Têkiliyên bi Tirkiyeyê re malbatî û partiyî ne
Seroka Koma Tevgear Goran a li Parlamenta Kurdistanê Birzo Mecîd got, têkiliyên ku rêveberiya herêmê bi rêya PDK'ê bi Tirkiyeyê re datîne, têkiliyên partiyî û malbatî ne. -
Artêşa Tirk topan davêje herêmên Şahbayê
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji gundê Kilcibrîn û bajarokê Marî, topan davêjin herêmên rizgarkirî yên Şehbayê. -
Banga li Eûtelsatê: Nebe şirîkê sûcên dewleta Tirk
Rojnamevanên li Kerkûkê bang li Eûtelsatê kirin, ku nebe şirîkê sûcên dewleta Tirk û dest ji helwesta xwe ya ji bo girtina 3 qenalên televîzyonên Kurd berde. -
'Du zarokên li Silopiyayê bi polîtîkaya AKP/Qesrê hatin kuştin'
Bîrlîk ji ANF'ê re axivî û got, di bûyeran de dema kiryar hêzên dewletê bin, bi rengekî rêk û pêk ceza nayê birîn. -
Qeyûm, navendên jinan ên DBP'ê radestî Sumeyye Erdogan kir
Navenda Jiyanê ya Jinan, ku ji aliyê Şaredariya Payîzava ya DBP'yî hate vekirin, ji aliyê qeyûm ve radestî KADEM'ê hate kirin, ku alîkara seroka wê keça Serokkomarê Tirk Erdogan Sumeyye Erdogan e. -
Delegeyên konferansê: Kurd bi yekîtiyê dikare bi ser bikeve
Delegeyên Konferansa Aştî û Yekîtiya li Kurdistanê gotin, konferans gaveke girîng e û destnîşan kirin, ku Kurd bi yekîtiyê dikarin bi ser bikevin. -
Doza zarokên bi fermana Erdogan hatin kuştin li ber qedandinê ye
Beriya niha bi 11 salan, 13 kes ku jin û zarok jî di nava wan de hebûn di sala 2006'an de ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin. Delîl van bûyerên kuştinê ji holê hatin rakirin. Biryara li ser dozê, wê roja Pêncşemê were dayîn. -
Şehîdên 9'ê Gulanê li Sine û Merîwanê hatin bîranîn
Siyasetmedarên Kurd ên di 9'ê Gulana 2010'an de ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin, li bajarên Sine û Merîwanê hatin bîranîn. -
Operasyona rizgarkirina Tebqayê: DAIŞ li Bendava Firatê asê ma
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), taxên Hey Salis û Hey Tanî yên Tebqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Li Bendava Firatê şer giran e. -
Malbatên ji Sûrê li xaniyên TOKÎ îdare nekirin
Malbatên ji Sûrê, ku xaniyên wan ên li kêleka hev ji aliyê dewletê ve hatin xerakirin û li xaniyên TOKÎ yên li derveyî bajêr hatin bicihkirin, îdare nekirin û mala xwe ji vir bar kirin.