Ji bo Şirnexê sewqiyata leşkerî

Ber bi Şirnex a ku ev 20 roj in operasyonên leşkerî lê didomin ve, bi 20 wesayîtên zirxî ve sewqiyata leşkerî hat kirin.

Ji bo operasyonên li herêmên Kato Jîrka û Bestayê ku di 18 Nîsanê de hatibûn destpêkirin, gelek tîmên taybet bi balafirên kargo hatin Balafirgeha Şerafettîn Elçî ya navçeya Hezex a Şirnexê.


Bi 20 wesayîtên zirxî dibin ewlekariyek mezin de leşkerên JOH birin Cizîr û piştre derbasî 23. Fermandariya Tumenê ya Sînor a Jendermeyan a Şirnexê bûn.