KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji bo endamê HAT'ê Gelî Tolhildan merasîm hat lidarxistin
Endamê HAT (Hêzên Antî-Terorê) Gelî Tolhildan di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest da. -
'AKP ji ber têkçûnê dixwaze demografiya Kurdistanê biguhere'
Cîgirê Hevserokên HDP’ê Nadir Yildirim diyar kir, ji ber ku AKP li Kurdistanê têk çû, dixwaze demografiya Kurdistanê biguhere û ji bo vê jî Afgan, Ozbek û Çerkezan li herêmê bi cih dike. -
PKK wê sînoran nas neke û lê bide
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn got, "Çawa ku dewleta Tirk ji nava sînorên xwe derdikeve û li Kurdan dide, PKK jî wê sînoran nas neke û li her cihê Tirk lê ne, lê bide." -
Li Pulurê operasyon
Li bejahiya gundên Otlûbahçe û Aslica a Pulurê leşker hatin danîn. -
Li Silopya polîsên Tirk du zarokên Kurd kuştin
Li Şirnexê polîsên Tirk ên serxweş pê li 2 zarokên Kurd kirin û ew kuştin. Walî li ser vê kuştinê polîs parastin û got 'qeder e'. -
Rojnamevanên li Kerkûkê nerazîbûn nîşanî biryara Eutelsatê dan
Rojnamevanên li Kerkûkê, nerazîbûn nîşanî biryara Eutelsatê ya ji bo girtina qenalên televîzyonên Kurdî da. -
Şaredariya Erdîşê bûye şîrketa malbatên AKP'ê!
Piştî ku qeyûm anîn ser Şaredariya Erdîşê AKP’yiyan şaredarî kirin şîrketa malbatê. Li şûna karkerên ku ji kar hatin derxistin ji AKP’yiyan, ji heman malbatê gelek kes kirin kar. -
AKP'ê bîranîna qurbaniyên Qirkirina Dersîmê jî qedexe kir!
Walîtiya Tirk a li Dersîmê, merasîma bîranîna qurbaniyên Qirkirina Dersîmê qedexe kir. -
Li Tîpa T a Wanê, gardiyanan êrîşî serdêran kirin!
Jinên çûn Girtîgeha Tîpa T a Wanê, bûn armanca êrîşa gardiyanan. -
Li dora Tebqayê şer giran e: 53 çete hatin kuştin
Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li gundê Safsafah ê Tebqayê hate şikandin. Li 3 taxên derveyî bajêr jî şer dewam dike. Di vî şerî de heta niha 53 çete hatine kuştin. -
Li Wanê her tişt qedexe ye!
Walîtiya Tirk a li Wanê, mecbûriyeta girtina destûrê ji bo mîtîng, civîn, meş û xwepêşandanan, heta 30 rojên din dirêj kir. Danîna standê, vedana kon û dayina daxuyaniya çapemeniyê ji binî ve qedexe ye. -
Cenazeyên 4 şehîdan li Qamişloyê hatin veşartin
Cenazeyên 4 şehîdên YPG'ê, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
Du rûyên kolanên Tebqayê
Azadî li Tebqayê bi şer, ked û xwînê dafire. -
Ji zilmê reviyan, lê ketin nava lepên hovîtiyê
Koçberên li Deriyê Sînor ê Recim Selîbî di komkujiya 2'ê Gulanê de ji aliyê şervanên YPG'ê ve hatin rizgarkirin, qala wê hovîtiyê kirin. -
Şahida Terteleyê qala barbariya dewleta Tirk kir
Şahida Terteleya Dersîmê Hediye Ozel, ku bi çavên xwe barbariya dewleta Tirk dît, qala Terteleyê kir. -
Teqemeniyên li Tebqayê ji ber çeteyên DAIŞ'ê man e
Teqemeniyên ku çeteyên DAIŞ'ê li bajarê Tebqayê li dû xwe hiştine, derdikevin holê. -
Cenazeyê 4 şervanên YPG’ê hatin veşartin
Li bajarê Qamişlo cenazeyên 4 şervanê YPG’ê yên ku di operasyona rizgarkirina bajarê Tebqayê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristan Şehîd Delîl Saroxan hatin veşartin. -
Li Efrînê cenazeyê 4 şervanan hatin veşartin
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên 4 cangoriyên azadiyê li Goristana Şehîd Refîq veşartin. -
Fermandarê YBŞ'ê Feqîr: Em ê bersiva pêwîst bidin deweleta Tirk
Fermandarê YBŞ'ê Feqîr li dijî êrîşên dewleta Tirk peyama berxwedanê da û li dijî hevkariya PDK'ê bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir. -
Artêşa Tirk Başûrê Kurdistanê bombebaran kir, sivîlek hat qetilki
Balafirên şer yên artêşa Tirk bejahiya gundê Suncê yê girêdayî navçeya Amediyê ya Dihokê bombebaran kirin. Di êrîşê de sivîlek hat qetilkirin û kesek jî birîndar bû. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Egîd Serêkaniyê hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Egîd Serêkaniyê ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê sedan kesî ve bi merasîmekê li goristana bajarê Til Temirê veşartin. -
YPG: Artêşa Tirk 67 caran êrîşî xaka Bakurê Sûriyeyê kiriye
YPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk 35 caran bi tank û top, 24 caran bi çekên giran ên cûr be cûr, 7 caran bi fuzeyan û carekê jî bi balafiran, bi giştî 67 caran êrîşî xaka Bakurê Sûriyeyê kiriye. -
Çalakiyên gerîla yên li Colemêrg û Amedê
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li Amed û Colemêrgê di çalakiyên gerîla de gelek leşker hatine kuştin. -
Ronahî TV: Li Rojava dengê şoreşê nayê qûtkirin
Ronahî TV a têkildarî biryara Eûtelsatê ya ji bo qûtkirina weşana televîzyonên Kurdî daxuyaniyek da, wiha got: “Divê baş bê zanîn ku Ronahî TV çanda çapemeniya azad dişopîne, li dijî zext û zordariyê tenê rêyek heye, ew xurtkirin têkoşîn û berxwedanê ye.” -
Aktivîstên Başûrê Kurdistanê: Divê li her deverê gel dakeve qadan
Aktivîstên civaka sivîl ên Başûrê Kurdistanê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Rojava û Şengalê de axivîn û gotin divê gel li her deverê dakeve qadan.