Operasyona rizgarkirina Tebqayê: 21 çete hatin kuştin

Li navenda bajarê Tebqayê, di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, 21 çete hatine kuştin û şer hê dewam dike.

Çeteyên DAIŞ'ê yên li navenda bajarê Tebqayê asê mane ji bo xwe ji rewşa tengav xilas bikin, li aliyên rojhilat û başûrê bajêr êrîş kirin. Şervanên QSD'ê bersiveke tund dan çeteyan û di şer de 21 çete hatin kuştin.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji duh ve 6 taxên bajarê Tebqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.