KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG: Em kedkarê Botanê Bedran Cûdî bi hurmet bi bîr tînin
HPG’ê ragihand Saît Tanir (Bedran Cûdî) ku demeke dirêj di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de ked daye, 22’yê Nîsanê di êrîşa hewayî ya bi ser Amediyê de jiyana xwe ji dest daye. -
Ji PDK’ê daxuyaniyek sosret
Berdevkê wezîrê Peşmergeyan yê PDK bi daxuyaniyekî piştgirî da dewleta Tirk û PKK sûcdar kir. -
KNK: Pêwîste hemû Kurdistanî rabin ser piyan û li ber xwe bidin!
Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyek nivîskî, erîşên dewlta Tirk ên li ser Şengalê û Rojava şermezar kir. -
Fermandarê YBŞ’ê: Hêza me heye ku em li ber xwe bidin; wê nikaribin serweriyê bikin
Têkildarî êrîşan yek ji fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî ji ANF’ê re axivî û got, cihên ku gel lê dimînin dikin hedef, bi vê dixwazin zexta psîkolojîk bikin, bi vê jî dixwazin gel radest bigirin. -
JI Şengalê Dîmenên destpêkê
Balafirên şer ên dewleta Tirk şevê dî Şengal bombe kir. Di êrîşa hewayî de avahiya radyoya ÇIRA bi temamî hilweşiye. -
Operasyona Tabqayê: 2 gund ji çeteyên DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin
Şervanên hêzen Sûriyeya Demokratîk, gundên Acel Xerbî û Acel Şerqî yên Tabqayê ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin. -
Artêşa Tirk hêzên xwe li ser sînorê Efrînê zêde dike
Artêşa Tirk a dagirker piştî êrîşî Çiyayê Qereçol û gundên girêdayî Dêrik û Şengalê kirin û şûnde, hêzên xwe yên li ser sînorê Efrînê zêde dike. -
MSD: Tirkiyê dixwaze pêngava Reqqa têk bibe
MSD’ê têkildarî êrîşên hewayî yên bi ser Şengalê de daxuyaniyeke nivîskî da û got armanc têkbirina pêngava Reqqayê ye û desteka li DAIŞ’ê ye. -
YBŞ’ê têkildarî êrîşên Şengalê daxuyaniyek da
Feramandarê YBŞ’ê Mezlûm Şengalî, diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk li Şengalê welatiyên sivîl kirine hedef. -
Balafirên keşfê li ser Şengalê re digerin
Piştî êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk a mêtinger a li ser Şengal û Rojava, balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser hin herêmên Şengal û Rojava digerin. -
MŞD’ê êrîşa PDK-AKP şermezar kir,bang li YE, NY,DYA kir ku helwest nîşan bidin
MŞD’ê êrîşa bi hevkariya PDK-AKP’ê ya bi ser Şengalê de şermezar kir, bang li Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî, Emrîka kir ku helwestê nîşan bidin. MŞD’ê bang kir gel li her deverê rabe ser piyan. -
Daxuyaniya Salih Muslim: Em li benda êrîşan bûn
Muslim: Em li benda van êrîşan bûn, divê hêzên koalîsyonê bêdeng nemînin. -
Artêşa Tirk avahiyên radyoyên Şengalê û Rojava kirin hedef
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker avahiyên radyoyên Dengê Roajva û ÇIRA FM’ê xist. -
Şerê li ser sînorê Bakur-Başûr
Li ser sînorê Bakur-Başûrê Kurdistanê şerekî leşkerî, siyasî û psîkolojîk tê meşandin. Gelo li her du aliyên Metîna û Heftanînê çi diqewimin? -
'Bila gelê me berê xwe bide Qereçoxê'
Hevserokatiya Kantona Cizîrê êrîşa artêşa Tirk a li Çereçoxê şermezar kir. Endamê Konseya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl jî ji gelê li herêma Cizîrê xwest berê xwe bide Qereçoxê. -
YPG'ê li ser êrîşa artêşa Tirk daxuyanî da
Fermandariya Giştî ya YPG'ê, li ser êrîşa artêşa Tirk a li Qereçoxê daxuyaniyek da û bang li gelê Rojava kir ku xwedî li hêzên xwe yên rewa derkeve. -
Ji Koordînasyona Komalên Ciwan daxuyaniya li ser Zerdeşt Arî
Koordînasyona Komalên Ciwan li ser gerîlayê HPG'ê Îdrîs Çelîk (Zerdeşt Arî) daxuyaniye da û got, "Berpirsyariya layîqbûna şehîdan ev e ku, em alaya serfiraziyê werbigirin û bi hemû xwebûna xwe têbikoşin." -
Balafirên şer ên Tirk bombe li Şengal û Karaçokê barandin
Balafirên şer ên Tirk bombe li çiyayên Karaçokê yên li Rojava û li Şengalê barandin. -
Encamnameya Konferansa Aştiya Navxweyî û Yekbûn
Di salvegera Rojnamegeriya Kurdî de her sê rexistin: PENa Kurd, Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê û Bizava Aştiya Navxweyî, di 22-04-2017´an de konferansek li ser aştiya navxweyî û yekbûnê li Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê li dar xistin. -
Herdu baskên qonaxa 4. a Xezeba Firatê gihiştin hev
Herdu baskên Qonaxa 4’emîn a Pêngava Xezeba Firatê li bajarokên Hezîme û Mezra Tişrîn gihiştin hev. -
Wesayîteke çeteyan hate îmhakirin
Şervanên QSD’ê li xaçerêya El-Ecrawî wesayîteke çeteyan îmha kir. Her wiha di encama derbeyên balafirên koalîsyonê de jî, bi dehan çete hatin kuştin. -
Di çalakiya gerîllayan a li Qilabanê de 7 leşker hatin kuştin
Gerîllayên HPG’ê li Qilabanê çalakiyek li dar xistin û bi giştî 7 leşker hatin kuştin, yek jî birîndar bû. -
20 malbat gihiştin Herêma Şeddadê
20 malbatên li Reqa û Dêra Zorê ji ber zilma çeteyên DAÎŞ’ê reviyan û gihiştin herêma Şeddadê. -
'Ji bo referandûm were kirin, pêwîst e parlamento were çalakkirin'
Partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li rêxistina PDK'ê ya Kerkûkê civîna mehane li dar xistin. Referandûma ku wê ji bo Başûrê Kurdistanê pêk were, hat daxwaz kirin ku Kerkûk ji bikeve çarçoveya referandûmê. -
Şaredariyên Wanê radestî cerdevanan hatine kirin
Biryar hate dayîn, polîsên ku heta niha şaredariyên Wanê yên hatine desteserkirin 'diparastin' bên vekişandin û li şûna wan cerdevan şaredariyan 'biparêzin'.