Dewleta Tirk Dersimê bombe dike

Helîkoptêrên artêşa Tirk herêmên di navbera navçeyên Nazimiyê û Kigiyê de bombe dikin.

Bejahiya gundên Doluca ya Jêrin û Jorîn, Seter û Vankuf ên di navbera navçeya Dersimê Nazimiyê û Kigi a Çewlikê de bi helîkoptêran hatin bombekirin. Li gorî jêderkên xwecih şevê saet 02.30’î herêmên navborî bi helîkptêran 15-16 catan hatine bombekirin.

Hate gotin ku bombekirin û tevgera hewayî ya li herêmê heta berê sibehê jî dom kiriye.