HPG'ê li Qers û Şirnexê lê da: 4 leşker mirin

Ji Tîmên Taybet ên Jendermeyan ên Tirk, ku li bejahiya Qers û Şirnexê derketin operasyonê 4 leşker mirin.

Li gorî çavkaniyên Tirk, li herêma Madûr a navçeya Qaxizman a Qersê, di dema derbasbûna Tîmên Taybet ên Jendermeyan de teqînekê rû da. Li gorî agahiyên destpêkê 2 jenderme mirin.

Li bejahiya bajarokê Sêgirkê yê Şirnexê jî, di encama teqînekê de 2 leşkerên Tîmên Taybet ên Jendermeyan ên derketin operasyonê mirin.

HPG'ê hê li ser mijarê daxuyanî nedaye.