YPG’ê nasnameya 4 şervanan eşkere kir

YPG’ê nasnameya 4 şervanên li gundên Miezel û Mişêrfa yên di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn eşekere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên li gundê Miezel û û şervanekî li gundê Mîşêrfa yên di berxwedana Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.

YPG’ê diyar kir ku di berxwedaniyê yekineyên wan de gelek çeleng û mêrxwas canê xwe xelatî şoreşa mirovahiyê kirin. YPG’ê got: “Roj bi roj em di nav tekoşînekî bê hempa de hewl didin ku destkeftiyên gelê xwe û keda ku di vê oxirê de hatiye dayîn biparêzin. Tekoşîn, watedarkirina jiyanê ye. Hevalên me jî bi tekoşîn û berxwedanîya xwe ve wate û rûmeta jiyana azad û hevbeş zêde dikin.”

Navenda YPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de ev tişt got:

“Pêngava Xezeba Firatê bi awayêkî serkeftî didome. Şerê dijwar li ber deriyê Reqayê diqewimin. Yekîneyên me jî bi ruhê ku tola şehîdan rakin berê xwe dane bajarê Reqayê da ku gelên me û bi taybet gelê Reqayê bi aramî bijîn. Êrîşên hovane yên DAIŞ'ê roj bi roj bi ser gelên Bakurê Sûriyeyê de zêde dibin. Ji ber vê yekê jî em wek Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) soza ku me dabû hemû pêkhateyên ku di Sûriyeyê de dijîn, da ku em wan biparêzin, em sozê xwe bi cih tînin.

Şehîdên me afirînerê jiyana azad in. Hevalê Zagros, dema enîyên pêş ya şer de parastina welat dikir wesayîtekî bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ'ê xwe diteqine. Encama teqinê de Hevalê Zagros bi giranî birîndar dibe û tevî hemû mudaxele û hewldanan jî, digihije şehadetê.

Her sê hevalên me yên ku bi qehremantî beşdarî nava pêngava Xezeba Firatê bibûn, di şerê li gundê Miezle derketî de gihiştin şehadetê.

Em jî wek YPG/YPJ’ê sersaxî ji malbat, heval û hemû Kurdistaniyan re dixwazin û em soza şopandina rêya wan û pêkanîna xeyalên wan didin.”

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN

Nasnameyên şervanên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Dilbirîn Hesekê

Nav û Paşnav: Alan Beşar

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Miezle /Reqa-15’ê Nîsana 2017

***

Nasnav: Serdem Hesekê

Nav û Paşnav: Eyhem Hesen

Navê Dayikê: Hilya

Navê Bav: Fayiz

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Miezle /Reqa-15’ê Nîsana 2017

***

Nasnav: Xemgîn Kobanê

Nav û Paşnav: Mehmud Kare

Navê Dayikê: Xan

Navê Bav: Qasim

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Miezle /Reqa-15’ê Nîsana 2017

***

Nasnav: Zagros

Nav û Paşnav: Cemal Mihemed El-Sayir

Navê Dayikê: Zehla

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Reqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Mişêrfa /Reqa- 15’ê Nîsana 2017