KURDISTAN
Dîroknas Sedat Ulugana 6 wêneyên resen ên ku piştî darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî hatine kişandin derxist holê. Wêneyên ku cara yekem di Stêrk TV de hatin weşandin, wekî belgeyên girîng ên ku heta niha derneketine holê ne.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû: Dibe ku Tirkiye bixwaze di civîna NATO'yê de piştgiriyê ji hêzên derve bigire û careke din serweriyê li ser Kurdan bike. Lê belê Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Ne hêsan e ku weke berê Kurd bêne fedakirin.
Di encamnameya “Komxebata Aştî û Diyalogê" ya li Qoserê hat lidarxistin de li dijî pevçûn û mirinên di demên dawî de zêdebûne banga avakirina aştiya civakî ya xwecihî hat kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê nasnameya 4 hevrêyên xwe yên li Mihabadê şehîd bûne, eşkere kir û got, “Bi jiyan û karkirina xwe re bûn emsalê rêhevaltiya rasteqîn a ji bo gelê xwe her tim têdikoşe û ti zehmetiyan nas nake.”
KCK’ê yek ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê heval Fuat (Alî Haydar Kaytan) di salvegera 8’emîn a şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Heval Fuat wê her tim di têkoşîna me ya azadiyê û dilê gelê me de bijî. Têkoşîna wî wê bibe têkoşîna me.”
Hemû Nûçe
-
Li Wanê xebatên ‘NA’yê bi awayekî xurt didome
Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê li gel wekîlên HDP’ê îro çûn serdana sûka taxan û standên li navenda bajêr hatine vekirin, bi gel re civiyan û gel vexwendin mîtînga ku wê roja Înê bê lidarxistin kirin.
-
-
-
HPG'ê li ser çalakiyên gerîla agahî da
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiyên li girê koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê û li dijî qereqola Êrîşê daxuyaniyek weşand.
-
-
Greva birçîbûnê ya li Wanê di roja duyemîn de ye
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Paralmenterên HDP'ê yên Wanê Nadîr Yildirim, Bedîa Ozgokçe, rêveberên HDP û DBP'ê yên bajarê û gelek welatiyan, malbatên li Wanê di greva birçîbûnê de ne ziyaret kirin.
-
-
-
-
Gelê Wanê ji bo mîtînga mezin amade ye
Li Wanê ji bo mîtînga têkildarî referandûmê ya 14’ê Nîsanê xebat didomin. Rêxistinên HDP û DBP’ê yên bajêr bang li gelê Wanê kirin ku bi giyanê Newrozê tevlî mîtîngê bibin.
-
-
-
Gelê Hênê li benda 16'ê Nîsanê ye
Gelê Hênê, ku şaredariya wan bi destê qeyûm hate desteserkirin û kolanên navçeyê bi wesayîtên zirxî hatine dagirkirin, li benda 16'ê Nîsanê ye ku bersiva van polîtîkayên zordar bide.
-
-
Daxuyaniya hevpar a YNK û PDK'ê li ser 'referandûmê'
Heyetên payebilind ên YNK û PDK'ê duh li navenda polîtburo ya YNK'ê ya li Hewlêrê li hev rûniştin. Piştî civînê, ku Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî jî lê amade bû, daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar hate weşandin.
-
-
-
Dorpêça Tebqa: 16 çete hatin kuştin
Pêngava ji bo rizgarkirina bajarê Tebqa ya ji çeteyên DAIŞ’ê didome. Li ser êrîşa çeteyan hêzên QSD’ê bersiv dan û di êrîşan de yek jê ku weke ‘emîr’ bi nav dikin û 16 çete hatin kuştin.
-
Hêzên QSD’ê çerxerêya Reqa-Şamê xistin bin kontrolê
Êrîşa çeteyan a ji saetên danê nîvroyê ve ku li rojavayê Tebqa dabûn destpêkirin hate şikandin. Piştî şikestina êrîşê şervanên ku ber bi pêş ve çûn, çerxerêya Reqa-Şamê ku dikeve rojavayê bajêr xistin bin kontrolê.
-
-
-
-
-
Turk: Wê têkoşîna gelê Kurd bidome
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Parlemterê HDP’ê yê Enqerê Onder li Êlihê axivîn. Turk û Onder ên ku peyamên aştiyê dan, banga ‘NA’ yê kirin.
-