Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ersîn Ersoy hate veşartin

Cenazeyê Ersîn Ersoy (Bayer Wan) ê di şerê li Tetwanê de qewimî jiyana xwe ji dest dabû li Wanê hate veşartin.

Piştî ku cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ersoy ê ku di şerê li navçeya Tetwan a Bedlîsê de qewimî jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê malbatê ve ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê girt û şûnde, birin Wanê.

Piştî girtina cenazeyê Ersoy ji aliyê gelek kesî ve bi merasîmekê li Şehîdgeha Yenî Mihaleyê hate veşartin.

Ji bo Ersoy li Taxa Karşiyaka û ji bo gerîlaya YJA-Starê Zîlan Endekçi (Asya Serdar) jî li Taxa Akkopruyê konê sersaxiyê hate vedan.