Li 4 gundan derketina derve hate qedexekirin

Dewleta Tirk ku amadekariyan dike li Bedlîsê dest bi operasyonê bike, li 4 gundan derketina derve 'qedexe' kir.

Li 4 gundên ser bi navenda Bedlîsê, derketina derve hate qedexekirin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Tirk a li Bedlîsê, li gundên Aşagiolek, Yûkariolek, Yûkaribalcilar û Aşagibalcilarê, her wiha li hemû tax û gundikên van gundan ji 12'ê Nîsanê heta fermaneke din, derketina derve hatiye qedexekirin.

Li vê herêmê, pêr bi desteka hewayî oeprasyona leşkerî hatibû destpêkirin.