KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Di dorpêça Tebqayê de rewşa dawî: Cenazeyên çeteyan li erdê man
Di şerê dijwar ên li derdora Tebqayê qewimîn de gelek çete hatin kuştin. 15 cenazeyên çeteyan ketin destê şervanan. -
Ji bo grevên birçîbûnê CENÎ’yê bang kir: Bila gav werin avêtin
Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd Ceniyê ji bo grevên birçîbûnê bang kir ku, bila raya giştî û saziyên navneteweyî bihistyar bin û bi lez gavan biavêjin. -
Li Êlihê hezaran kes ji bo ‘NA’ yê kom bûn
Li Êlihê hezaran kes bi dirûşma ‘NA’ yê, di mîtînga HDP’ê de li hev kom bûn. -
‘ Ji bo Dayê Taybet, Ekîn Wan, Lokman Bîrlîk em ê bibêjin ‘Na’
Hevseroka KCD’ê Guven a di vekirina avahiya HDP’ê ya Hezexê de axivî û got: “Ji bo şehîdên me yên ku di jêrzemînan da hatin şewitandin, ji bo Dayê Taybet, ji bo Ekîn Wan û ji bo Lokman Bîrlîk em ê bibêjin ‘NA’”. -
Pêşmergeyên li Kerkûk: Pêwîste berpirsên hemû partiyan biçin Qendîlê
Îro heyetek ji Meclîsa Tevgera Azadî û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê bi pêşengtiya Hevserokên Tevgera Azadî yên Kerkûkê Newzad Bekir û Rêhan Hemadî çûn serdana navenda pêşmergeyên birîndar ên Kerkûkê. -
Çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiyên gerîla yên li Çelê li dijî artêşa Tirk lidar xistin, agahiyên berfireh da. -
Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava dewam dikin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku êrîşên artêşa Tirk û komên wê yên çete li dijî Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. -
Cenazeyê 5 şervanan li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyê 4 şervanên YPG’ê û 1 şervanê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê li Hesekê bi merasîmekê hatin veşartin. -
Der barê parlamentera HDP’ê Taşdemîr de biryara girtinê
Parlementera HDP’ê Taşdemîr a ku di “Doza Serekeya ya KCK’ê de” dihat darizandin, biryara wê ya girtinê hat dayîn. -
Li Girtîgeha Elezîzê jî greva birçîbûnê dest pê kir
Li Girtîgeha Elezîzê, ji her qewîşekê 2 girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirin. -
Greva birçîbûnê ya malbatan a li Amedê di roja 2. de ye
Greva birçîbûnê ya malbatan, ku ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan li avahiya DBP'ê ya Amedê hate destpêkirin, di roja 2. de ye. -
Li Amedê teqîn: Midûriyeta polîsan bi erdê re bû yek
Li navçeya Rezan a Amedê, li cihê ku Midûriyeta Polîsan û avahiya TEM a polîsan lê ye, teqîneke mezin rû da. Di encama teqînê de avahî hilweşiya û bi erdê re bû yek. -
Tirsa AKP'ê ya ji dengê NA: Li agiriyê cihê sindoqan guhertin
Li navçeyên Agirî beriya referandûmê bi 5 rojan cihê sindoqan hatin guhertin. -
Rewşenbîrên Kerkûkî ji bo dengê 'NA' bang kirin
Ji Kerkûkê, ku dewleta Tirk gefan lê dixwe, bang li gelê Bakurê Kurdistanê hate kirin. Rewşenbîrên Kerkûkê, ji bo pêşî li Erdogan ê dijminê Kurdan bê girtin, banga dayina dengê NA kirin. -
Li Bedlîsê 17 cenaze têne sekinandin
Cenazeyên 17 kesan ku tê îdakirin ên HPG’yiyan in û li Tetwanê jiyana xwe ji dest dane li Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê têne sekinandin. -
Dayik ji bo zarokên xwe ketine grevê
Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a girtiyên siyasî, di roja 56'an de ye. Ji bo ku ji greva birçîbûnê re bibin deng dayikên girtiyan jî dest bi grevê kirin. -
Operasyona Tebqayê: Êrîşa çeteyan hate têkbirin, gelek çete hatin kuştin
Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî gundê Ayid Kebîr hate têkbirin û herî kêm 7 çete hatin kuştin. Şervan ji aliyê rojhilat ve jî ber bi navenda Tebqayê ve dimeşin. -
Seroka Giştî ya ESP'ê Otlû hate berdan
Seroka Giştî ya ESP'ê Çîçek Otlû, ku hefteya bihurî hatibû binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hate berdan. -
Dorpêçkirina Tebqayê: Tuneleke DAIŞ'ê hate dîtin
Operasyona şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk a ji bo rizgarkirina bajarê Tebqayê dewam dike. Tuneleke mezin a ku a çeteyên DAIŞ'ê xwe lê vedişartin hate dîtin. -
Pilingê ji Nisêbînê berê xwe da Reqayê
Piling Raperîn (27) şervanekî YPG'ê yê ji Nisêbînê bû. Dema ku bi ser paytexta tarîtiya DAIŞ'ê ve dimeşiya bi giranî birîndar bû. Li Dêrikê dihat dermankirin, lê tevlî karwanê şehîdan bû. Û li Qamişlo ya li pêşberî Nisêbînê hate veşartin. -
Du şervan li Tirbespiyê hatin veşartin
Şervanê YPG’ê Reşo Tirbespiyê û leşkerê xweparastinê Mihemed Terad Hemiye, bi merasîmekê li Tirbespiyê hatin veşartin. -
Amedê şehîdên xwe veşart
Gerîllayên HPG’ê Welat Aslan û Berat Ekîncî yên ku li Dêrsimê di 26’ê Adarê de di şer de jiyana xwe ji dest dan, li Amedê hatin veşartin. -
Li Dêrsimê tevgera hewayî
Li navenda Dêrsimê gelek helîkopter rabûn û ber bi Geliyê Pilûrê ve çûn. -
Dorpêçkirina Tebqayê: Gundê Eyid Kebîr ji çeteyan hat paqijkirin
Di Pêngava Xezeba Firatê de, Şervanên QSD'ê ku Tebqa dorpêçkirine Gundê Eyid KebÎr ji çeteayan rizgar kir -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Mazlûm hat veşartin
Welatiyên Efrînê cenazeyê şervanê YPG'ê Mihemed Horo (Mazlûm) ku di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Refîq veşart.