KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Îfadeya Fatma û Mehmet Ocalan hate stendin
Serdozgeriya Komarê ya Xelfetiyê, di çarçoveya lêpirsîna pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, îfadeya Fatma û Mehmet Ocalan stend. -
Rojnamevanên ku operasyon dişopandin, birîndar bûn
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Medya Dîcleyê (DÎHABER) Nazim Daştan û endamê çapemeniya QSD'ê Mazlûm Dogan, dema şerê li gundê Safsafahê dişopandin bi sivikî birîndar bûn. -
Balafirên şer bombe li Qendîlê barandin
Balafirên şer ên Tirk, bombe li Qendîlê barandin, ku ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve ye. -
Platforma NA li Wanê daket kolanan
Platforma NA ya Wanê daket kolanan, belavok belav kir û bang dengdêran kir, ku di referandûmê de dengê 'NA' bidin. -
Dorpêçkirina Tebqayê: Wesayîta bombebarkirî hate îmhakirin
Li nêzî Tabqayê li gundê Safsafaha Başûr çeteyan xwestin bi wesayîta bombebarkirî êrîş bikin. Beriya ku wesayît bigihêje hedefa xwe ji aliyê şervanan ve hate îmhakirin. -
Li Çewlig û Colemêrgê 'qedexeya derketina derve'
Dewleta Tirk li hin gundên Colermêrg û Çewligê 'qedexeya derketina derve' ragihand. -
Şervanên QSD'ê berê xwe dane navenda bajarê Tebqayê
Li gundên Safsafah ên bakur û başûr, ku ser bi bajarê Tebqayê ve ne, şerekî dijwar diqewime. Ev her du gund, ji bo rizgarkirina navenda bajêr, stratejîk in. -
KJK: Em xwedî li berxwedana greva birçîbûnê derkevin
KJK'ê bang li gel, jinan û hêzên demokratîk kir, ku xwedî li berxwedana grev birçîbûnê ya li zindanan derkevin, daxwazên mafdar ên girtiyan bi dengekî bilind bînin ziman û berxwedana wan mezin bikin. -
Girtiyên ji doza PKK-PAJK'ê: Dengê 'NA' wê bibe destpêk
Girtiyên ji doza PKK-PAJK'ê bal kişandin ser grevên birçîbûnê û gotin, "Dengê 'NA' yê li dijî xefika mirinê, ku sîstem dixwaze gelan bixe navê, wê bibe destpêka têkbirina êrîşan." -
Lûleya gaza xwezayî ji nav Agirî derbas dibe, lê bajar ji gazê bêpar e
Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim, her cara ku tê Agirî soz dide ku ew ê 'gaza xwezayî' bîne bajêr. Yildirim ev soza xwe careke din dubare kir. -
Li Şengalê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê heta derengiya şevê dom kir
Li Şengalê 4’ê Nîsan bi boneya 68’emîn salvegera Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê gerîlayan ve hate pîrozkirin. -
Strana HDP'ê 'Bêjin NA' li tevayi Tirkiyeyê hat qedexekirin
Dadweriya Cezayê Sûlhê a Mêrsinê, strana HDP'ê ya 'Bêjin NA' ya ji bo referandûmê li tevayiya Tirkiyeyê qedexe kir. -
Li Bakurêrojhilatê Tebqayê şerê dijwar diqewimin
Pêngava bi armaca paqijkirina Tebqa ya ji çeteyên DAIŞ’ê hatibû destpêkirin didome. Şerê li bakurêrojhilatê Balafirgeha Tebqa û rojhilatê bajêr derketî bi dijwarî dewam dike. -
Li Qendîlê bi boneya 4’ê Nîsanê pîrozbahî û dar hatin çandin
Li Qendîlê gerîla û gel 68’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hev re pîroz kirin. -
Çemçemaliyan rojbûna Ocalan bi şahiyekê pîroz kir
Îro bi pêşengtiya Rêxistina Jinên Azadên Kurdistanê (RJAK) bi tevlîbûna bi sedan welatiyên Kerkûk û Çemçemalê, li bajarokê Çemçelal 68. Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin û daxwaza azadiya Ocalan hat kirin. -
Li Dêrsimê hejmara binçavkirinan gihişt 39 kesan
Di operasyonên qirkirina siyasî de yên ku li navenda Dêrsîmê destpê kirî , hejmara kesên li bajêr hatînûn, binçavkirin gihişt 39 kesan. -
SMJÊ: Rojbûna Ocalan rojbûna hemû mirovahiyê ye
SMJÊ, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di serî de li gelên bindest, hemû jinên cîhanê û bitaybet jinên li ser xaka Kurdistanê pîroz kir. -
Li Oremarê amadekariyên operasyonê
Hat diyarkirin ku artêşa Tirk li herêma Oremar a girêdayî Geverê bi 3 tabûrên leşkeran ve amadekariyên operasyonêkê dike. -
Jendermeyan avêtin ser gundê Amarayê
Îro 68. salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gundê Amara ku lê jidayîkbûye tê pîrozkirin, jendermeyan avêtin ser malê. -
Nûnerê Fûat Alîko parastina xiyanetê kir!
Enver Naso, ku endamê meclîsa partiya Fûat Alîko û nûnerê wî ye, li ser têkiliyên bi AKP'ê re û xiyanetê, li xwe mikur hat. -
KONGRA GEL: Ji bo azadiya Rêber Apo em têkoşîna xwe xurtir bikin
KONGRA GEL rojbûna Ocalan pîroz kir û got, "Azadiya Rêber Apo tê wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê, azadiya gelên me û destpêkirina pêvajoyeke nû li gelemperiya Rojhilata Navîn." -
Daxuyaniya HPG'ê ya li ser çalakiyên li Çelê
Gerîlayên HPG/YJA Starê, di 2 û 3'ê Nîsanê de li Çelê li dijî leşkerên Tirk çalakî lidar xistin. -
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hate binçavkirin
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, piştî pîrozbahiyên rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li gundê Amarayê, dema ji gund derdiket hate binçavkirin. -
AKP'ê mizgeft ji xwe re kir cihê propagandayê
AKP'ê, mizgeftên li Wanê ji bo dengê 'erê' kiriye cihê propagandayê. Li van mizgeftan belavok li gel tê belavkirin û daxwaza dayina dengê 'erê' tê kirin. -
Li Tetwanê amadekariya operasyonê tê kirin
Dewleta Tirk, ji bo operasyona leşkerî lê bike, li 9 gundên ser bi Tetwanê derketina derve "qedexe" kir.