KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Wanê kombûna ji bo dengê 'NA'
HDP û DBP'ê li Wanê ji bo xatirê dengê 'NA' xwarin da. Gelek kes beşdarî vê kombûnê bûn. -
Şêniyên Bismilê: Em bi dengê 'NA' li hev bicivin
Şêniyên Bismilê gotin, ew ê di referandûmê de bêjin 'NA' û bang li gelan kirin, ku bi dengê 'NA' li hev bicivin û di 16'ê Nîsanê de dengê xwe bidin. -
Parlamentera HDP'ê Taşdemîr hate binçavkirin
Di çarçoveya xebatên referandûmê yên AKP-MHP'ê de êrîşên li dijî HDP'ê dewam dikin. Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê û Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr hate binçavkirin. -
Osman ê YNK'yî: Mafê dewleta Tirk nîne ku tevlî karê me yê navxweyî bibe
Parlamenterê Iraqê yê YNK'yî Mihemed Osman, nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên dewleta Tirk ên li ser daliqandina alê li Kerkûkê da û got, "Dewleta Tirk, li şûna ku tevlî karê me yê navxweyî bibe, bila pirsgirêkên nava xwe çareser bike." -
Gerîlayên HPG/YJA Starê: 4'ê Nîsanê rojbûna Kurdan e
Gerîlayên HPG û YJA Starê, rojbûna 68'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û gotin, heta Ocalan û gelê Kurd azad bibin, ew ê têbikoşin. -
Bav Yildiz: Ez bi kurê xwe serbilindim
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Eyup Yildiz (Zinar Stêr) ê ku di operasyona li Dersimê de jiyana xwe ji dest dabû û Çarşema bihurî li Goristana Karşiyaka ya Êlihê hatibû definkirin. Malbata Yildiz 3 rojan sersaxî qebûl kir. -
Li Kerkûkê gotûbêjên li ser alê mezin dibe
Gotûbêjên di navbera Kurdan û Iraqê ya li têkildarî rakirina alê bi awayekî fermî li ser daziyên fermî li Kerkûkê didome. -
Ciwanên Başûrê Kurdistanê: Dawî li êrîşên li girtîgehan bînin
Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê, ji bo protestokirian tecrîda li Girava Îmralî û binpêkirina mafên girtiyan yên li girtîgehên li Tirkiyeyê, li Kerkûkê meşek lidar xistin. -
Li Agiriyê hevdîtinên ‘NA’yê: Em ê rojên xweş bibînin!
Li gorî plansaziya hevpar a KCD, HDK, HDP, DBP û TJA’yê çalakiya hevdîtinên bi gel re, li Agiriyê dom kir. -
Li Bedlîs û Wanê xebatên 'NA' didomin
Ji referandûmê re tenê çend rojek ma û hevdîtinên HDP'ê û DBP'ê yên bi gel re berdewam dikin. -
YPG’ê têkildarî êrîşên Tirkiye û çeteyên wê daxuyaniyek da
Navenda Ragihandina YPG’ê, têkildarî êrîşên artêşa Tirk, çeteyên wê û çeteyên DAIŞ’ê yên li ser xaka Rojava daxuyaniyek nivîskî da. -
Agahiyên nasnameyên gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane hate ragihandin
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê agahiyên nasnameyê yên gerîlayên ku 20’ê Adarê li Xakurkê, Qadên Parastinê yên Medyayê birûskê li wan xistî û jiyana xwe ji dest dane ragihand. -
AKP ji bo mîtînga li Wanê ya ku kes beşdar nabe, ketiye hev
Di mîtînga Wanê de ya ku Serokwezîrê Tirk Yildirim beşdar bû, otobusên ji Erzirom, Îdir û Mûşê hatine bal kişandin. Otobusên ku ji bo beşdariya zêde hatine, li qada mîtîngê ne. -
Li Sêrt, Êlih û Edene qirkirina siyasî
Li Sêrtê 19 kes hatibûn binçavkirin her wiha li Edene jî gelek kes hatin binçavkirin. Li Êlihê 4 kes hatin girtin. -
Bîlançoya operasyona Tebqayê: 146 km qad hate rizgarkirin
Fermandariya Odeya Çalakiyan a Pêngava Xezaba Firatê bîlançoya 10 rojan a operasyona rizgarkirina bajarê Tebqa û Bendava Firatê ragihand. Li gorî bîlançoyê 13 gund 10 gundik di nav de qadeke 146 km2 hate rizgarkirin. -
Gerîlayê HPG’ê Bahtiyar Êrîş ber bi rêwitiya bêdawî ve hate birêkirin
Gerîlayê HPG’ê Bahtiyar Êrîş ku li Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabû li Wanê hate veşartin. -
Cenazeyên şervanên YPGʹê Delîl û Orkêş hatin veşartin
Cenazeyên du şervanên YPG‘ê yên ku li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê yên li ser gundê Ezawî jiyana xwe ji dest dabûn, hatin veşartin. -
Pêngava Xezeba Firatê: Li Gundê Icêl ê Rojhilat şerê giran
Li Gundê Icêl ê rojhilat ê Reqqayê şerekî giran heye. Wesayita bombekirî yê çeteyên DAIŞ’ê hate rûxandin, gelek çete hatin kuştin. -
Dorpêçkirina Tabqayê: Şerê dijwar diqewimin
Di navbera Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê yên ku navçeya Tabqa ya Reqayê dorpêç kirine û çeteyên DAÎŞ’ê de şerê dijwar diqewimin. -
Alimên dînî: Di Islamiyetê de dîktatorî nîne, ‘NA’
Alimên dînî yên Bismilê ji bo aramî, firehî, şadî, aştî û biratiya rastî rengê dengê xwe diyar kirin. -
Dewleta Tirk li şehbayê paqijiya etnîk dike
Tevgera Tirkiyeyê ya bi mebesta Kurdan ji Şehbayê bike û avaniya wê ya demografîk biguherîne berdewam dike. -
Eniya demokrasiyê: Kurd divê bibêjin ‘NA’
Yek ji rêveberê eniya demokrasiyê ya gel ku navenda ê li Başûrê Kurdistanê ye, Aram Kerkûkî, bang li gelê Bakurê Kurdistanê kir û xwest, ji bo ku ji dîktatoriya Erdogan re ‘na’ were gotin bila her kes biçe ser sendoqê. -
MUB’ê cejna Akîtû ya 1’ê Nîsanê pîroz kir
MUB’ê cejna 1’ê Nîsanê ya Akîtû a gelên Sûryanî-Aramî-Keldanî pîroz kir. -
Bi şervanên azadiyê yên Tebqayê re rojek…
Di Pêngava Xezeba Firatê de ku bi mebesta Reqqa ji çeteyên DAIŞ’ê were paqijkirin dest pê kirî ji qonaxên girîng derbas dibe. -
Cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Ebdo hate veşartin
Cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Fadî Ebdo yê ku di encamê êrîşa artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabû, li Efrînê hate veşartin.