KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji bo Hevşaredarê Dersimê M.Alî Bûl 8 sal û 9 meh ceza hate dayîn
Di doza bi îdîaya “Endamê rêxistinê” ya derbarê Hevşaredarê Dersimê Mehmet Alî Bûl de hatibû vekirin, 8 sal û 9 meh ceza hate dayîn. -
3 rêveberên HDP’ê hatin girtin
Li Berwariyê rêveberên HDP’ê yên ku roja Newrozê hatibûn binçavkirin, hatin girtin. -
Li Wanê xebatên ‘NA’yê xurt dewam dike
Xebatên “Na”yê yên Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên Wanê didomin. Rêveber û parlementerên HDP-DBP’ê tax bi tax, kolan bi kolan, mal bi mal digerin û qala girîngiya dengê ‘Na’ dikin. -
KCK: Em ê bibin şopdarê berxwedana Mahîran a li hemberî faşîzmê
KCK’ê qetilkirina Mahîr Çayan û hevalên wî şermezar kir û diyar kir ku wê bibin şopdarê berxwedana wan a li hemberî faşîzmê. -
Li Colemêrg û Mêrdînê 13 leşker hatin kuştin
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA-Star ên li Colemêrg û Mêrdînê lidar xistin de 13 leşker hatine kuştin. -
YPG’ê nasnameya 5 şervanên Xezeba Firatê eşkere kir
YPG’ê nasnameya 5 şervanên di dem û dîrokên cuda yên Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir. -
Çeteyan êrîşî bendava Şehbayê kirin, hêzên şoreşger bersiv dan
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî Bendava Şehbayê kirin. Hêzên Şoreşger di ich de bersiv dan û şerekî dijwar derket. -
Metirsî ji ser bendava Tebqayê radibe; jeneratorek gihîşt herêmê
Bendava Firatê (Tebqa) ku ji ber top û hawanên çeteyên DAIŞ'ê beşeke wê zerar dîtiye, bi şandina jeneratoreke mezin a elektrîkê, ewle dibe. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Gungormuş hat veşartin
Murat Gungormuş ê ku di operasyona Dersîmê de jiyana xwe ji dest dayî ber bi rêwitiya dawî ve hate birêkirin. -
'Bi şêwaza Fermandar Egîd, em ê teqez bi ser bikevin'
Bi boneya Hefteya Qehremaniyê gerîllayan li Kerkukê merasîmeke bibîranînê li dar xistin. Fermandarê Eyaleta Mexmûr-Kerkukê Bawer Sîverek di merasîmê de axivî û got “Bi şêwaza Fermandar Egîd, em ê teqez bi ser bikevin.” -
Gerîlayên HPG/YJA Starê avêtin ser qereqola Beyzokê: 10 leşker hatin kuştin
Gerîla bi ser qereqola Beyzokê li qada Gerdiya a Şemzînanê de girtin û 10 leşker hatin kuştin, 3 birîndar bûn. Di operasyona Çarçela de jî 4 helîkoptêran derb xwarin û 13 leşker hatin kuştin. -
Hevşaredarên Payîzavayê hatin binçavkirin
Hevşaredarên Payîzavayê Yildiz Çetîn û Zekî Yildiz jî di nav de 12 kes hatin binçavkirin. -
Şervanên QSD'ê rêya Reqa-Tebqayê kontrol kirin
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê rêya navbera Reqa û Tebqayê kontrol kirin. -
Li Wanê bi hezaran ciwan di 'şahiya NA' de hatin gel hev
Li Wanê ji aliyê Ciwanên HDP'ê ve şahiya 'Ciwanên Wanê dibêjin NA' bi hezaran ciwan li hev civiyan û bi yek dengî gotin 'NA'. -
Cenazeyê 2 şervanên QSD'ê li Girê Spî hatin veşartin
Welatiyên bajarê Girê Spî, cenazeyên Şervanên QSD'ê Necim El-Betha û Mûstefa El-Reqawî bi merasîmekê li Gorîstana Şehîd Mehmûd Tumê veşartin. -
Cenazeyê gêrilayê HPG'ê Gungormuş hat teşxis kirin
Li Herêma Kutuder a Dêrsimê, di encama operasyona bi desteka êrîşa hewayî de 14 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyê Gerîla Mûrat Gungormuş hate tesxiskirin û birîn Dersîmê. -
Peykerê Mahsum Korkmaz li qada berxwedanê a Kobanê hat danîn
Peykerê Fermandarê Efsanewî yê gerîla Mahsum Korkamz (Egîd) di 31. salvegera şehadeta wî de li Kobanê hate danîn. -
Doza Giştî a KCK: Ceza dan 107 kesan
Doza Giştî a KCK'ê ku ev 8 sal e didome, li 2. Dadgeha Ceza ya Giran a Amedê bi encam bû. -
Cenazeyên 4 şervanên YPG'ê li Hesekê hatin veşartin
Pêkhateyên Hesekê cenazeyên 4 şervanên YPG'ê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristan Şehîd Dijwar veşartin. -
Çalakiya Kon a Mertalên Zindî wê bidome
Konê Mertalên Zindî bi armanca derketina çeteyên PDK’ê hatibû lidarxistin didome, çalakî li ser daxwaza gel wê heta 30’ê Adarê dewam bike. -
Yuksek: Feraseta ku zilm û pêkutiyê meşrû dibîne, wê têk biçe
Hevserokê DBP’ê Kamûran Yuksek, derbarê cezayê ku Dadgeha Cezayê ya Giran a 5’emîn a Amedê lê biriye, daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
YPG’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk û DAIŞ’ê daxuyanî da
YPG’ê têkildarî êrîşên bi hewldana dagirkeriya Tirk daxuyaniyek da û got , "hewldana dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên pê ve girêdayî a li ser Rojava berdewam dike." -
Li Agiriyê 42 girtî ketin greva birçîbûnê
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Agiriyê, 42 girtiyên siyasî bi rengekî dorveger dest bi greva birçîbûnê kirin. -
Şêniyên Tebqayê xwe li herêmên ewle yên QSD'ê digirin
Ji şêniyên Tebqayê yên ji hovîtiya DAIŞ'ê reviyan û xwe li herêmên ewle yên QSD'ê girtin, diyar kirin ku DAIŞ welatiyan birçî dihêle, nahêle kes ji bajêr derkevin û bi vî rengî wan bi kar tînin. -
YBŞ: PDK li pêşiya tevlîbûna şervanên enternasyonal dibe asteng
Fermandariya YBŞ'ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser nûçeyên şaş û derewîn ên çapemeniya PDK'ê yên li ser şervanên enternasyonal ên YBŞ'ê û got, "Tabûrek me ya ji şervanên enternasyonal heye, ku li dijî DAIŞ'ê têdikoşe."