KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Balafirên şer ên Tirk bombeyan li heremên Avaşîn û Çemço dibarînin
Balafirên şer ên artêşa Tirk, ji saet 10:45 û vir ve bombeyan li Herêmên Parastinê yên Medyayê dibarînin. -
Hevşaredarê DBP'yî hat binçavkirin
Hevşaredarê Bajarokê Begendîk ê navçeya Berwarî ya Sêrtê Dijwar Ûlaş û endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr Kerem Tokat hatin binçavkirin. -
Gundê Farsat Ebû Îsmaîl hat rizgarkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de gundê Farsat Ebû Îsmaîl jî rizgar kirin. -
Tebqa: Bajarê li benda şervanên azadiyê ye
Ji bo rizgarkirina Tebqa û Reqayê demeke kin ma. Yek ji cihên herî stratejîk ên herêmê Tebqa ye. Me bal kişand ser girîngiya Tebqayê ji bo hemû hêzên li herêmê. -
Li Minbicê cenazeyên 2 şervanan hatin veşartin
Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ehmed Rîslan û Besam El- Dad, li Goristana Şehîdan a Mibicê veşartin. -
YRD: Wê xwîn û pênûsa wê li erdê nemîne
Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) bi rêzdarî rojnamevan Nûjiyan Erhan bi bîr anî û got: “ Em sozê didin ku xwîn û pênûsa wê, li erdê nemîne. Jinên ku bi xeta Bêrîtanê li dijî îxanetê rabûn, wê bi Nûjiyanê bibin pênûs, ziman û dengê azadiyê.” -
Çalakiya Konê Mertalên Zindî di roja 5’an de didome
Konê mertalên zindî yê ku bi pêşengtiya jinên Êzidî û Însiyatifa Gel a Şengalê bi armanca derketina çeteyên PDK’ê hatibû destpêkirin, mamosteyên Şengalê kon dewir girtin. -
Gundê Mişêrfit El-Şihnat hate rizgarkirin
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, gundê Mişêrfit El-Şihnat ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kirin. -
Ragihandina Azad a Şengal: Nûjiyan bû dengê bêdengan û yên hatin kuştin, qetilkirin û revandin
Ragihandina Azad a Şengal, daxuyaniyek da û got: “Nûjiyan Erhan bû dengê jinên Êzidxanê, rengê zarokên pêxas lê çavên wan tije hêvî, berdevka dayikên dil keser.” -
Nasnameya 3 şervanên Pêngava Xezeba Firatê hatin eşkerekirin
YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên ku di Pêngava Xezeba Firatê yên li cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir. -
Meclîsa Şengalê: Îro em hemû Rojnamevan in
Meclîsa Avaker a Şengalê bi daxuyaniyek nivîskî sersaxî ji malbata Nûjiyan re xwest û diyar kirin ku ew îro hemû rojnamevanin. -
KCÊD: Nûjiyan bû dengê Êzidxanê û rastiya rûyê kujerên Kurdan
Koordînasyona Civaka Êzidi ya Demokratîk (KCÊD), bi daxuyaniyekê sersaxî ji malbata Nûjiyan Erhan û Çapemeniya Azad re xwest û got: “Nûjiyan bû denêg civaka Êzidî û Êzidxanê.” -
Li Çelê 3 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG/YJA Starê, li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakî pêk anîn û di encamê de herî kêm 3 leşker mirin. -
Li Amedê polîsan gule bera yekî dan
Li Amedê kesekî ku ji wesayîta xwe peya bû û direviya, polîsan gule bera wî dan. -
Ji bo Tebqa start hate dayin; Em ê ji DAIŞ’ê paqij bikin
Piştî ku ji hewayê şervan li rojavayê Firatê hatin danîn, hat ragihandin ku xebatên paqijkirina bajarê Tebqa û Bendava Tebqa (Sevra) ji çeteyên DAIŞ'ê, wê bidomin. -
Baydemîr: Di Newrozê de kefenê tirsê hate çirandin!
Berdevkê HDP’ê Baydemîr têkildarî kuştina Kemal Kûrkût a di Newrozê de got, "Êrîşa di behsê de înfazeke bêdaraz e, cînayet e." Baydemîr diyar kir, di Newrozê de kefenê tirsê hate çirandin. -
Artêşa Tirk tevî çeteyên xwe êrîş kir, Hêzên Şoreşger jî di cih de bersiv dan
Artêşa Tirk a dagirker tevî komên xwe yên çete êrîşî hin gundên herêma Şehbayê kir. Hêzên Şoreşger jî bi tundî bersiv dan êrîşan. -
Artêşa Tirk bombeyan li gundê Nisriyê dibarîne
Artêşa Tirk a dagirker, bi çekên giran êrîşî gundê Nisriyê yê ser bi navçeya Cindirês a Efrînê dike. -
Nûçegihan Nûjiyan Erhan jiyana xwe ji dest da
Nûçegihan Nûjiyan Erhan (Tûba Akyilmaz), ku roja 3'ê Adara 2017'an di êrîşa çeteyên PDK'ê de li Xanesorê bi guleya li serî ketî bi giranî birîndar bû, tevî hemû hewldanan nekarî bê rizgarkirin. -
'PDK wê di xeleka AKP’ê de biqede'
Doktor Ebîr Hesaf diyar kir PDK a ku xwe dispêrê AKP’ê tenê maye û PDK bi vî rengî wê biqede. -
Ayna hat binçavkirin
Hevseroka berê ya DBP'ê Emîne Ayna hat binçavkirin. -
'Li Agiriyê her kes heman tiştî dibêje: NA NA NA!'
Parlamenter Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir, tevî zext û zordariya giran jî gelê Agiriyê bi xurtî û coş Newroz pîroz kir û got, heman tevlîbûn wê di referandûmê de jî pêk were. -
Artêşa Tirk li Cûdî dest bi operasyonê kir
Artêşa Tirk, li Çiyayê Cûdiyê dest bi operasyonê kir. -
YPG: Êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Rojava didomin
YPG’ê diyar kir ku êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê ya li dijî xaka Rojava lidardixin berdewam dikin. -
Çalakiya kon a li Şengalê TAJÊ dewir girt
Bi armanca derketina çeteyên PDK’ê ya ji Şengalê çalakiya konê mertalên zindî hatibû destpêkirin, îro Tevgera Azadiya Jinên Êzidxanê(TAJÊ) çalakî dewir girt.