KURDISTAN
Dîroknas Sedat Ulugana 6 wêneyên resen ên ku piştî darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî hatine kişandin derxist holê. Wêneyên ku cara yekem di Stêrk TV de hatin weşandin, wekî belgeyên girîng ên ku heta niha derneketine holê ne.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû: Dibe ku Tirkiye bixwaze di civîna NATO'yê de piştgiriyê ji hêzên derve bigire û careke din serweriyê li ser Kurdan bike. Lê belê Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Ne hêsan e ku weke berê Kurd bêne fedakirin.
Di encamnameya “Komxebata Aştî û Diyalogê" ya li Qoserê hat lidarxistin de li dijî pevçûn û mirinên di demên dawî de zêdebûne banga avakirina aştiya civakî ya xwecihî hat kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê nasnameya 4 hevrêyên xwe yên li Mihabadê şehîd bûne, eşkere kir û got, “Bi jiyan û karkirina xwe re bûn emsalê rêhevaltiya rasteqîn a ji bo gelê xwe her tim têdikoşe û ti zehmetiyan nas nake.”
KCK’ê yek ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê heval Fuat (Alî Haydar Kaytan) di salvegera 8’emîn a şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Heval Fuat wê her tim di têkoşîna me ya azadiyê û dilê gelê me de bijî. Têkoşîna wî wê bibe têkoşîna me.”
Hemû Nûçe
-
-
-
Bayik: Tirkiye li Sûriyeyê têk çûye
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, operasyona Reqayê, bûyerên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê diqewimin nirxand û diyar kir, Tirkiyeyê li Sûriyeyê tercîheke şaş kir û şikest.
-
-
-
-
-
Mesaja zarokên Qendîlê
Zarokên ku tevlî pîrozbahiya Newrozê ya herêma Zar Dol (Dola Şehîdan) a girêdayî Qendîlê ya Qadên Parastina Medyayê bûne, Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Newroza gelê Kurd pîroz kirin.
-
-
-
-
-
Ji bo dilê dayikên din neşewite; NA
Dayikên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane dibêjin, eger dengê 'NA' bi ser bikeve wê şerê li herêmê girantir bibe. Dayik, ji bo siberojek mirin û şer lê nîne dibêjin 'NA'.
-
-
-
Koban û Newroz
Welatiyê bi navê Bozan Eto yê ku berê xwe dabû sînorê Bakur wiha got: “Wê rojek were ez ê bi meşê biçim bajarê Pirsûsê, ev têlika dijmin wê di bin lingên min de bilerize.”
-
-
-
-
Li Colemêrg, Mûş û Bedlîsê: NA!
Li Colemêrg, Mûş û Bedlîsê Cejna Newrozê bi coş hate pîrozkirin. Gel pîrozbahiya bi sirûda “Bi teqez em ê bi ser bikevin” bersiva referandûmê dan.
-
-
-
Newroza Amedê bi peyamên berxwedanê qediya
Hevberdevkê HDK'ê Hamzaoglû, Berdevkê HDP'ê Baydemîr li Newroza Amedê axivîn. Dîlek Ocalan jî peyama malbat û parêzerên Ocalan xwend. Di hemû axaftin û peyaman de biryardariya ji bo berxwedanê hat destnîşankirin.
-
Li Amedê erd û asîmanan gotin 'NA'
Coşa Newroza Amedê ya ku bi sed hezaran mirov lê kom bûbûn, bi şewitandina 20 ton êzingan gihişt lûtkeyê. Li Qada Newrozê ya ku sloganên 'Na'yê lê serdest bû, bi hezaran kesî rengê dengê xwe jî diyar kirin.
-
Turk: Berdêla wê her çi jî be em ê bi ser bikevin!
Ahmet Turk li Newroza Amedê bang li sed hezaran mirovî kir û got, "berdêla wê her jî be em ê tim serbilind bin. Bila kesek nekeve şik û gumanan, li gel hemû zext û zordariyan, li gel polîtîkayên zilmê em ê bi ser bikevin.