KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Onder: Sînorê zilmê heye, lê yê berxwedanê nîne!
Newroz li Wanê, li qada Newrozê ya li kêleka Keleha Wanê ya dîrokî ji aliyê deh hezaran kesî ve hat pîrozkirin. -
‘Wê Xeta xiyanetê winda bike'
"Berzanî wê winda bike, xeta ku wê bi ser bikeve wê xeta azadî û berxwedana Şengalê û tevahî Kurdên azad be." -
Çend wêne ji Newroza Amedê
Newroza li Amedê bi beşdariya bi sed hezaran kesî dewam dike. Amediyan guh nedan astengiyan û li qada Newrozê mesaja 'EM Ê BI SER BIKEVIN' dan. -
Guven: Em ji niha ve bi ser ketine
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li Newroza Amedê axivî û got, "Em ê Newroza xwe bigihînin 16'ê Nîsanê. Em ji niha ve bi ser ketine. -
Kaya: Bi berxwedanê em ê bigihêjin azadiyê
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya yê dîlgirtî, di peyama xwe de ya ku ji Newroza Wanê re şand, got ku “Ew çi dikin bila bikin, çi qasî faşîzmê li ser me ferz bikin, em ê bi berxwedanê bigihêjin wê azadiya ku em gelekî bêriya wê dikin.” -
Di Newroza Agirî de mesaja 'NA' hat dayîn
Parlamentera HDP'ê Taşdemîr di Newroza Agiriyê de axivî û got, "Li dijî şer, ji bo cenazeyên me yên li Cizîr û Sûrê li erdê hatin hiştin û ji bo vîna me ya dîl hatiye girtin, em ê bêjin 'NA'." -
Pîrozbahiyên li Bakurê Sûriyeyê û Rojava bi beşdariya bi hezaran kesî dest pê kir
Li bajarên Bakurê Sûriyeyê û Rojava bi beşdariya bi hezaran kesî pîrozbahiyên Newrozê dest pê kir. -
Gelê Amedê: 16’ê Nîsanê wê bibe dawiya ‘Deheq’!
Gelê Amedê Newroza gelên dinyayê pîroz kir, ji bo referandûma 16’ê Nîsanê jî got, ew ê bi dengê ‘na’ dawî li Deheqê vê sedsalê Erdogan bînin. -
Daxuyaniya HPG'ê ya li çalakiyên li Colemêrgê
Gerîlayên HPG/YJA Starê, li navçeyên Çelê û Şemzînanê yên Colemêrgê li leşkerên Tirk dan. -
Polîsên Tirk êrîşî Newroza Geverê kirin
Polîsên Tirk bi wesayîtên zirxî ketin nava qada Newrozê ya li Geverê û bi xwarina gefa "Em ê nehêlin hûn Newrozê pîroz bikin" bi bombeyên gazê êrîşî Kurdistaniyan kirin. Di bûyerê de 3 kes birîndar bûn, zêdeyî 10 kes hatin binçavkirin. -
Newroza Amedê bersiv da Erdogan: Em ê bi ser bikevin!
Li qada Newrozê ya Amedê, ku bi rengên kesk, sor û zer xemiliye, cejna vejînê ji aliyê bi sed hezaran kesî ve tê pîrozkirin. Dirûşma 'NA' ya ji bo referandûmê, li qada Newrozê deng vedide. -
Xerîb: Em ê dawiyê li dîktatoriya AKP’ê bînin
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Xerîb li Newroza Qendîlê gazî gelê Kurd kir. Xerîp got, "Gelê Kurd çawa di sala 1991’ê de dawî li zilma Seddam anî, li Tirkiyeyê wê wisa dawiyê li dîktatoriya Erdogan û AKP’ê bîne." -
Li Cizîra Botan bi hezaran kes li qada Newrozê ne
Li Cizîra Botan, bi hezaran kes li qada Newrozê li hev civiyan. Qad ji aliyê polîsên Tirk ve hatiye dorpêçkirin. -
Li Colemerg, Gever, Agirî, Mûşê pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin
Li Colemerg, Gever, Agirî û Mûşê bi deh hezaran kes bi dirûşma 'teqez em ê bi ser bikevin' ber bi qadên Newrozê ve herikîn. -
Li Wanê bi hezaran kes li Qada Newrozê ne
Li Wanê bi beşdariya bi hezaran kesan pîrozbahiyên Newrozê didomin. -
Pîrozbahiyên li Qoser, Dîlok û Semsûrê dewam dikin
Pîrozbahiyên Newrozê yên li navçeya Qoser a Mêrdînê, li Dîlok û Semsûrê tên lidarxistin, bi beşdariya bi hezaran kesî dewam dikin. -
KCK'ê bi wesîleya Newrozê banga yekîtiyê li hemû Kurdan kir
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê peyamek ji pîrozbahiyên Newroza Qendîlê şand û banga yekîtiyê li hemû Kurdan kir. -
Li ser Girê Miştenûrê agirê Newrozê hate vêxistin
Li Kobanê pîrozbahiyên Newrozê li ser Girê Miştenûrê hate destpêkirin. Qada pîrozbahiyê bi alên YPG-YPJ û posterên Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xemilandin. -
Li Êlih, Sêrt û Dersîmê gel diherike qadan
Li Êlih, Sêrt û Dersîmê, gel bi dirûşma 'em ê teqez bi ser bikevin' ji bo pîrozkirina Newrozê diherikin qadan. -
PDK nahêle gel tevlî Newroza li Qendîlê bibe
Welatiyên ku dixwazin tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Qendîlê bibin, ji aliyê hêzên asayîşê yên PDK'ê ve tên astengkirin. -
Qada Newrozê ya li Wanê geş dibe
Pîrozbahiya li qada Newrozê ya li kêleka Keleha Wanê ya dîrokî, hindik maye dest pê bike. Qada ku bi rengê Newrozê xemiliye, geş dibe. -
Amed bi agirê Newrozê û stranên berxwedanê dest bi rojê kir
Li Amedê hê berê sibehê coşî û kelecaniya Newrozê dest pê kir. Gelê Amedê ber bi qada Newrozê ve dibeze, ku qad 4 kîlometre dûrî navenda bajêr e. Amed radestî coş û kelecanî û stranên berxwedanê yê Newrozê bûye. -
Agirê Newrozê li Şengalê gurr bû
Şervanên YBŞ/YJŞ û gerîlayên HPG'ê tevî gel li çiyayê Şengalê û li Xanesorê agirê Newrozê dadan. -
Berê gelê Wanê li qada Newrozê ye
Pîrozbahiya Newrozê ya li qada Newrozê ya li kêleka Keleha Wanê, piştî demeke kurt dest pê dike. -
Bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê ya li Qendîlê
Ji bo pîrozkirina cejna vejîn û azadiyê ya gelê Kurd, Kurdistaniyên ji çar parçeyan berê xwe dan çiyayê Qendîlê.