KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
KCK: Em hefteya Qehremaniyê li her derê pîroz bikin
KCK: Em soza xwe dubare dikin ku em ê hesreta hemû şehîdên xwe yên qehreman, di xeta qehremandiyê de bi serfiraziyê tacîdar bikin. Em gazî ciwan û gelê xwe dikin ku hefteya qehremaniyê li her derê pîroz bikin. -
Ji KCK’ê ji bo Eynê Yildirim peyama sersaxiyê
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, sersaxî ji malbata Eynê Yildirim û gelê Kurd re xwest. -
Derbeke mezin li leşkerên ku derketibûn operasyonê hate xistin
Gerîlayên HPG/YJA Starê derbên mezin li leşkeran xistin ku li qada Çarçela derketibûn operasyonê. Di şer de 8 leşker hatin kuştin û gerîlayek jiyana xwe ji dest da. -
Bi hinceta 'rîska xirabûna pergalê' heye qedexeya weşanê li ser kuştina Kûrkût anîn
Têkildarî Kemal Kûrkût ku dixwest biçe Newroza Amedê û ji hêla polîsan ve hatî kuştin qedexeya weşanê anîn. -
Şêniyên kampa Newrozê serdana konê 'Mertalên Zindî' kirin
Konê "Mertalên Zindî" ku ji bo derketina çeteyên AKP-PDK ji Şengalê hat vedan, di roja 7. de ye. Ji bo piştgirîdayînê şêniyên kampa Newrozê serdana konê çalakiyê kir. -
Li Erdexanê seferberiya dengê 'NA'
Li Erdexanê, xebatên ji bo referandûma 16'ê Nîsanê dewam dikin. Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Emîn Yildirim, tevî rêveberên partiyê serdana gundên navçeya Golanê kir. -
Operasyonên qirkirina siyasî didomin: 15 kes li Ebexê hatin girtin
Li navçeya Ebex a Wanê, ji kesên di operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin 15 kes hatin girtin. -
HPG: Em şehîdên Herekolê bi hurmet bi bîr tînin
HPG'ê 5 gerîlayên ku li Herekolê jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û got: "Em ê jiyana bi rûmet a ku şehîdên me dewrî me kirine veguherînin wan rojan ku bigihin Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad." -
Sîxurê PDK'ê: PDK bi gefan ciwanan li dijî YBŞ'ê dike sîxur
Sîxurekî PDK'ê yê bi navê Wûsam Birahîm, ku ji aliyê YBŞ'ê ve hat girtin got, PDK bi serkêşiya Qasim Şeşo û endamên îstîxbarata xwe, bi rêya rêya gef û zextan ciwanên Êzidî li dijî YBŞ'ê dikin sîxur. -
Şervanên QSD'ê 2 gundên din ji çeteyan paqij kirin
Di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de gundên Acel Xerbî û Acel Şerqî ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin. -
Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bi 44’an kesan didome
Greva birçîbûnê ya ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê 8’ê Adarê bi 10 kesî dest pê kirî giha 44 kesî. Girtiyên jin jî bi dorvegerî grevê didomînin. -
Tevgera Azadî: Newroza 2017’an ji bo yekîtiya neteweyî ferman e!
Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir got fotografê ku di Newroza 2017’an de derketî holê ‘’fermana yekîtiya neteweyî’’ ye. -
Gerîla agirê Newrozê geş dike
Pîrozbahiyên Newrozê yên li qadên gerîla bi coş dewam dikin. -
Li Çarçela 7 leşker hatin kuştin, derb li 2 helîkopteran hat xistin
Artêşa Tirk duh li herêma Çarçelayê derket operasyonê. Li vê derê, di navbera gerîla û leşkeran de şer derket. Di vî şerî de 7 leşker hatin kuştin û derb li 2 helîkopterên bi tîpa Skorsky hat xistin. -
Balafirên keşfê têrê nekir, artêşa Tirk niha balonên zarokan bi kar tîne
Artêşa Tirk balonên biçûk davêje Herêmên Parastinê yên Medyayê û bi rêya cîhazên li nava van balonan dixwaze liv û tevgera gerîla bişopîne. -
Li Daquqê Newroz hate pîroz kirin
Li Başûrê Kurdistan, navçeya Daquqê a girêdayê bajarê Kerkûkê bi pêşengtiya Tevgera Azadî ve bi beşdariya sedan kesî ve Newroz hate pîrozkirin. -
Li Hesekê cenazeyê 8 şervanan hatin veşartin
Bi hezaran welatiyên bajarê Hesekê cenazeya 8 şervanê YPG`ê yên di meha Adarê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Dijwar veşartin. -
Nasnameya 7 şervanên Xezeba Firatê hatin eşkerekirin
YPG’ê, nasnameya 7 şervanên di Pêngava Xezeba Firatê yên li dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir. -
Cenazeyê Nûjiyan û Ferhat ji aliyê hezaran kes ve hate veşartin
Cenazeyê Rojnamevan Nûjiyan Erhan û şervanê YBŞ'ê Ferhat Çuva li goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan bi merasîmekê hate veşartin . -
Li Bazid û Çelê çalakiya sekvaniyê: 2 leşker hatin kuştin.
Gerîlayên HPG/YJA Starê li Bazid û Çelê di çalakiyan de 2 leşker kuştin. Balafirên şer ên Tirk jî Qadên Parastina Medya bombe kirin. -
Cenazeyê Nûjiyan û Ferhad gihiştin goristanê
Bi sedan karwanê wesayîtan cenazeyê Rojnamevan Nûjiyan û şervanê YBŞ’ê Ferhat pêk dihat, gihiştin goristanê. -
Ji girtiyên PKK û PAJK’ê yên di greva birçîbûnê de, peyama berxwedanê
Girtiyan diyar kirin ku, em ê peywira xwe ya dîrokî bi cih bînin û bal birin ser vî tiştî ku Girtîgeha Şakranê bûye dojeh. Di daxuyaniyê de qala girîngiya “Serketina Na”yê hate kirin û peyama “Wê serfirazî ya berxwedêran be” hat dayîn. -
Li Rûsya pîrozbahiyên Newrozê didomin
Kurdistaniyên ku li Stavrapol û Çelyabînskê ya Federasyona Rûsya dijîn Newroz pîroz kirin. Di şahînetê de ku gelên cihê jî amade bûn banga hate kirin ku li Şengalê xwedî derbijevin û komkujiyên AKP’ê yên li Bakurê Kurdistanê hatin şermezarkirin. -
Şer berdewam e: 10 çete bi saxî hatin girtin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ber bi Bendava Tebqa ve dimeşe, şevê dî şer çêbû û 10 endamên çete yên DAIŞ’ê bi saxî hatin girtin. -
Cûdî: Bi giyanê Egîd û Mezlûman em Rêbertî azad bikin
Yek ji fermandarê gerîla Haydar Cûdî di ‘’Heftiya Lehengiyê’’ de ku têkşîna 40 salî ya Tevgera Azadiya Kurd çêkiriye, gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got, ‘’Em bi giyanê Egîd, Mezlûman Rêbertî û Kurdistanê azad bikin.’’