KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Şehîdên Komkujiya Helebceyê li Merîwanê hatin bibîranîn
Xwendekarên Zanîngeha Peyamnûr a Merîwanê di salvegera Komkujiya Helebceyê de, şehîdên Helebçeyê bibîranîn. -
Taşdemîr: Herî pir jin wê bibêjin, NA
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Taşdemîr got, 16’ê Nîsanê herî pir divê jin bibêjin NA. -
Li Wanê ji bo dengê 'Erê' zext li Saziyên Civaka Sivîl tê kirin
Li Wanê wezîrên AKP’yî bi nûnerên Saziyên Civaka Sivîl (SCS) re rûniştin û ji bo ku civînên bi xwarinê ji bo ‘Erê’ çêbikin zextê dikin. -
Hevşaredarê Gundikê Melê hat binçavkirin
Hevşaredarê bajarokê Gundikê Melê yê Şirnexê Abdullah Tûnç û 2 kes hatin binçavirin. -
Şervanê Îngilîz Aiden Aslin: Piştgiriya têkoşîna Kurdan bikin
Aiden Aslin ê ku ji bo li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer bike ji Îngilîstanê hat, ji bo ku piştgiriyê bidin têkoşîna Kurdan bangî derdorên navneteweyî kir. -
'Divê Newroza îsal bibe raperîna li dijî mêtîngeriya qirker'
Mûstafa Karasû: Divê Newroza 2017'an bibe Newroza xwedîderketina li hebûna xwe û raperîna li dijî mêtîngeriya qirker. Berdêla xwe çi dibe bila bibe, dijmin çiqasî zalim dibe bila bibe, pêwîste em dakevin qada Newrozê. -
Bangawazî ji bo Newroza Qendîlê
Ji bo tevlêbûna pîrozbahiya Newrozê ya Qendîlê bangawazî hate kirin. -
'Armanc ji êrîşên li Şengalê, têkbirina şoreşa Rojava ye'
Endama Koordînasyona TEV-DEM'ê Henîfe Hisên: PDK û AKP dixwazin Şengalê bi dest bixin, bi vî rengî Şoreşa Rojava tengav bikin û bi hêsanî ji vê derê êrîşî Rojava bikin. -
'Ez ê ji barbar û zaliman re bibêjim NA'
Abdulvehap Şanda, ku di salên 80'î de ji ber zext û zordariya dewleta Tirk neçar ma ji Dihê koçî Dîlokê bike, da xuyakirin ku ji ber zilma salan a Tirkiyeyê û êrîşên AKP'ê yên li ser Kurdistanê, wê di referandûma 16'ê Nîsanê de bibêje NA. -
Di Pêngava Xezeba Firatê de şer giran e
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundikekî gundê Xes Icêl kirin û şervanên Pêngava Xezeba Firatê jî di cih de bersiv dan. Li vê herêmê şer giran e. -
Adir: Bi mîlyona kes wê di Newrozê de li ber faşîzmê rabin
Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Fatma Adir çalakiyên 8'ê Adarê weke "helwesta berxwedanê" bi nav kir û got, "Newroz wê bibe asta herî bilind a çalakiyên biharê." -
Li ser rêya Mêrdîn-Amedê teqînekê rû da: 2 leşker mirin
Li ser rêya bejahî ya navbera Mêrdîn û Amedê teqînekê rû da. Li gorî agahiyên destpêkê 2 leşker mirin. -
Serokê ÎHD'ê yê Amedê Bîlîcî hat binçavkirin
Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Amedê Racî Bîlîcî hat binçavkirin. -
'Divê Kurd li dijî komkujiyan bibin yek'
Gerîlayên HPG'ê, mirovên di komkujiya Helebçeyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn û bang li tevahiya gelên Kurdistanê kirin, ku dijî komkujiyan bibin yek û li ber xiyaneta nokeran rabin. -
PDK hêzê li derdorî Qendîlê zêde dike
PDK, li herêma Qendîl a Başûrê Kurdistanê ku di bin kontrola Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de ye, hêzeke zêde lê bi cih dike. Li gorî nûçeya nûçegihanê KNN’yê ya di saetên şevê de, sewqiyata pêşmergeyan a li herêma Qendîlê didome. -
Li Dêrikê cenazeyên 7 şervanên YPG’ê hatin veşartin
Welatiyên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyê 7 şervanên YGP’ê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin. -
Cenazeyê Hozan Dilgeş hate definkirin
Cenazeyê hunermedê Êzidî Hozan Dilgeş ê li Elmanyayê jiyana xwe ji dest dabû, li warê wî gundê Fîskîne yê girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hate veşartin. -
Şehîda Xanesorê bi dirûşmeyan hate veşartin
Cenazeyê Nazê Nayîf Qewal a ku îro di êrîşa komên çeteyên PDK’ê ya li ser meşa gel de şehîd bibû, ji aliyê sedan kesan ve bi dirûşmeyan ve hate veşartin. -
Welatiyên Minbicê cenazeyên 2 şervanan veşartin
Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyê 2 şervanên ku di berxwedanan li dijî çeteyên DAIŞ'ê de şehîd bibûn, bi merasimekê veşartin. -
Hevserokê DBP'a Çewlîgê hat girtin
Hevserokê DBP'a Çewlîgê Yavûz Kinat ê ku di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hatibû binçavkirin, hat girtin. -
Cenazeyê 2 Şervanên YPG hatin veşartin
Cenazeyê Şervanên YPG'ê Sîpan Xan û Şoreş Hesekê ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmekê hatin veşartin. -
YPG’ê nasnameya 5 şervanan eşkere kir
YPG’ê nasnameya 4 şervanên ku di berxwedana Pêngava Xezeba Firatê ya rizgarkirina bajarê Reqayê de û şervanekî ku di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir. -
Sewqiyata leşkeri ber bi Çiyayê Gabarê
Artêşa Tirk sewqiyata leşkerî ber bi Çiyayê Gabarê dike. -
Sazî û Dezgehên Êzîdî û Kurdistanî: Bila Xanesor nebe gola xwîna şervanên Êzîdxanê
Meclisa Gundên Êzîdiyên Botan (MGEB),Kordînasyona Gundên Ezîdiyên Bakurê Kurdistan a Almanya (MGEBKA), bang kirin ku hemû sazî û dezgeh di Newrozê û Çarşema Sor de ’’Xemla aştiyê bigihînin Şengala birîndar’’ -
Cenazeyê Şehîda Xanesorê tê oxirkirin
Cenazeyê Şehîda Xanesorê Nazê Nayîf Qewal ku îro di êrîşa komên çeteyên PDK'ê ya li dijî meşa gel de şehîd bibû, bi merasîmekê tê oxirkirin.