Li Wanê ji bo dengê 'Erê' zext li Saziyên Civaka Sivîl tê kirin

Li Wanê wezîrên AKP’yî bi nûnerên Saziyên Civaka Sivîl (SCS) re rûniştin û ji bo ku civînên bi xwarinê ji bo ‘Erê’ çêbikin zextê dikin.

Wezîrên AKP’yî Bulent Tufenkçî û Nîhat Zeybekçî, wekîl, amirên saziyan û nûnerên SCS’yan tevlî bernameya Odeya Sanayiyê û Bazirganiyê ya Wanê (TSO) ya ji bo sala 55. bûn.

Di civînê de ji bo saziyên civaka sivîl hate gotin ku divê ew di referandûmê de bibêjin ‘’erê’’ û eniya di ‘na’yê de bêbextiya li welêt e.

Hin nûnerên saziyan li ser rewşa Tirkiyê metirsiyên xwe gotin û rewş hinekî rageş bû.

BOTAN: XEYALAN DIFIROŞIN

Wekîlê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan got têkildarî mijarê agahî jê re hatine û wiha got: ‘’Ne ji xwe ve di rojeva wan de ye ku Wanê bikin navenda dilkêşiyê. Helbet li Wanê em dixwazin hikûmet hin razeminiyên rasteqîn bike û ev berpirsyariya wan e. Lê her carê beriya hilbijartinê bi projeyên kelevajî yên lumpen weke Van Vegasê dibêjin, têkildarî Wanê xeyalên me hene. Niha jî navenda dilkêşiyê.’’

‘AN HÛN JI ME NE AN JÎ TINE NE’

Botan bi berdewamî got: 

"Duh du wezîr li Wanê bûn, serê 2 heftiyan esnafan, SCS’yan dicivînin. Ez jî  li nav esnafan geriyam. Bi nûnerên saziyan re rûniştim. Bi şertê ku navê wan neyê dayin gotin, zextê li ser wan digotin ku SCS’ û odeyên pîşeyan civînên bi xwarin ên ji bo ‘erê’’ çêbikin û peyam dane wan, ‘an hûn bi me re ne an jî tine ne’’