KURDISTAN
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû: Dibe ku Tirkiye bixwaze di civîna NATO'yê de piştgiriyê ji hêzên derve bigire û careke din serweriyê li ser Kurdan bike. Lê belê Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Ne hêsan e ku weke berê Kurd bêne fedakirin.
Di encamnameya “Komxebata Aştî û Diyalogê" ya li Qoserê hat lidarxistin de li dijî pevçûn û mirinên di demên dawî de zêdebûne banga avakirina aştiya civakî ya xwecihî hat kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê nasnameya 4 hevrêyên xwe yên li Mihabadê şehîd bûne, eşkere kir û got, “Bi jiyan û karkirina xwe re bûn emsalê rêhevaltiya rasteqîn a ji bo gelê xwe her tim têdikoşe û ti zehmetiyan nas nake.”
KCK’ê yek ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê heval Fuat (Alî Haydar Kaytan) di salvegera 8’emîn a şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Heval Fuat wê her tim di têkoşîna me ya azadiyê û dilê gelê me de bijî. Têkoşîna wî wê bibe têkoşîna me.”
Yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Alî Haydar Kaytan (Fûat) ku 3'ê Tîrmeha 2018'an şehîd bû, weke şervanekî heqîqetê kete dil û mejiyê gelê xwe.
Hemû Nûçe
-
-
Bedrettîn li rêberê dilê xwe guhdarî kir
Bedrettîn ku yekane zarokê malbata Beyret e û bavê wî li girtîgehên Tirk tê girtin, li nava refên YPS'ê şehîd dibe. Dayik Narinç Beyret, di meha Adarê de encamên DNA'yê digire, lê cenaze nadin wê. Dayikê qala kurê xwe yê pê serbilind e kir.
-
-
Li Wanê çalakiyên gerîla: 9 leşker û 7 polîs hatin kuştin
Hate ragihandin ku gerîlayên HPG’ê li Elbak a Wanê du çalakî li dar xistine û di encamê de 9 leşker hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne. Her wiha di çalakiya dijî midûrîyeta emniyetê ya Westanê de jî 7 polîs hatine kuştin û 4 polîs birîndar bûne.
-
-
-
-
-
YBŞ'ê Gelhat Kobanê bi bîr anî
Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê, şervanê xwe Gelhat Kobanê, ku di 8'ê Hezîrana 2017'an de ji ber qezayekê şehîd bû bibîr anî û destnîşan kir, ku ew ê bi afirandina jiyaneke azad û demokratîk ji bo Êzidiyan û hemû bindestan, bibin bersiv ji bîranîna wî re.
-
-
-
-
-
Xizmên Windayan aqûbeta Mahmût Dogan pirsîn
Xizmên Windayan û ÎHD a ku li Amedê çalakî lidar xistin, aqûbeta Mahmût Dogan ê ku sala 1993’an dema ku ji bo biçe kar ji malê derket û êdî ti agahî jê nehate girtin pirsîn.
-
-
-
-
Li Îranê pêla binçavkirinê
Piştî êrîşa li ser Tehranê rejîma Îranê dest bi binçavkirinan kir û li eyaleta Kirmanşahê yê Rojhilat bi kêmanî 41 kes binçav kirin.
-
Gundiyên ku kumik dane hev bûne ‘terorîst’
Li Gewaşê duh çalakiyeke bi roketavêjê li dijî Midûrîyeta Emniyetê pêk hat. Piştî çalakiyê gundiyên ku kumik didane hev hatin binçavkirin û êşkence li wan hate kirin. Wêneyên wan ên ku ji hêla dewletê ve hatine belavkirin êşkence piştrast kir.
-
Gundê ku gotî ‘NA’ bi darê zorê hate valakirin
Qorîciyê Elbakê gef li şêniyên gundê Wastê xwarin, gundî neçar man ku gundê xwe bihêlin. Gundiyên ku gef li wan hate xwarin gotin, ‘’Tenê ji bo ku me ji zilmê re got ‘NA’ em neçar man ku gundê xwe yê ku em lê çêbûn biterikînin’’
-
Hemalî yek ji pîşeyê kevnar yê Mêrdînê ye
Pîşeyê Hemaliyê weke malên kevirî yên Mêrdinê kevnar e. Hemalên Mêrdînê hem barê tiştan û hem ji barê giran yê jiyanê dihilgire. Bêyî ku bibêjin Havîn-Zivistan bê navber mecbûr in kar bikin û ne pêşerojek û ne ji sîgortayeke wan heye.
-
-
Qeyûm tehemûlî parka Sunduz nekir
18’ê Temûza 1993’yan, bi şev di encama êrîşa kontrayan de 14 jê zarok 24 kes hatin kuştin, ji bo bîranîna kuştiyan navê parkê Sunduz hate datîn. Qeyûmê Miksê ev park li erdê rast kir û tiştek jê nehişt.
-
-