KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Şirnexê 2 leşker hatin kuştin
Li Şirnexê li dijî Fermandariya Tabûra Jendermeyan a Millî çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin û 3 leşker ji birîndar bûn. -
Cenazeyê Leheng Tendûrek ê HPG'yî li Qendîlê hate veşartin
Cenazeyê Leheng Tendûrek bi merasîmek girseyî li Goristana şehîdan a Binarê Qendîlê hate veşartin. -
Baroya Amedê: Heta ku kûjer werin eşkere kirin, em ê çalakiyan li
Baroya Amedê, ji bo Tahir Elçî ê ku ji aliyê dewletê ve hatî qetilkirin çalakiyên xwe didomînin. -
Nasnameya 4 gerîlayan hate eşekerekirin
HPG’ê ragihand ku 29’ê Nîsanê, di encama bomberdûmana hewayî ya artêşa Tirk a li Gundê gomikan û Azîkan ên girêdayî Samsûrê de, 4 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane. -
Gerîlayan li dijî artêşa Tirk çalakiyên sabotaj û sekvaniyê lidar xistine
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, ragihand ku li herêmên cuda yên Bakurê Kurdistanê di çalakiyên gerîlayan ên lidar xistin de, herî kêm 21 leşker hatine kuştin. -
Komeleya Hêvî diyariya karnameyê da xwendekaran
Komeleya Hêvî, diyariya karnameyê da xwendekarên dibistaneke navîn a li Kerkûkê. -
AKP'ê avahiyên dîrokî yên li Sûrê talan kir
"Qedexe' ya li taxên Dabanoglû, Hasirli, Fatîhpaşa, Cemal Yilmaz û Savaş ên navçeya Sûr a Amedê, sal û nîveke dewam dike. -
Li ber qereqoleke li Êlihê teqîneke mezin pêk hat
Li bajarokê Kaniya Henê yê navçeya Hezo ya Êlihê, li pêşiya qereqola leşkerî teqîneke mezin pêk hat. -
Dadgeriya Tirk 4 sal cezayê girtîgehê li Ferhat Encu birî
Dadgeriya Tirk, 4 sal cezayê girtîgehê li Parlamenterê Şirnexê yê HDP'ê Ferhat Encu birî. -
Xiyaneta li 'aliyê din ê sînor'
Liv û tevgera artêşa Tirk a li kampên li Başûrê Kurdistanê di dema dawî de zêde bû. Dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê amadekariyan dike, ku li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd, operasyoneke nû ya 'derveyî sînor' pêk bîne. -
AKP ji Roboskiyan ditirse!
Çalakiya Roboskiyan ên xwestin xizmên xwe yên ku hatibûn qetilkirin bibîr bînin hate astengkirin. -
Rûniştina Doza Qetlîama Girtîgeha Amedê pêk hat
Li Amedê rûniştina doza têkildarî qetilkirina 11 girtiyan a sala 1996’an pêk hat. -
HPG’ê têkildarî ‘kirinên kontrayî’ daxuyanî û hişyarî da
Fermandariya Eyaleta Serhedê ya HPG’ê li hemberî ‘kirinên kontrayî’ yên li herêmê daxuyaniyek weşand. -
Li Bedlîs û Dersimê li ‘Yekîneyên Veşartî’ yên artêşa Tirk hate xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, ragihand ku gerîlayan li Bedlîs û Dersimê li ‘Yekîneyên Veşartî’ yên artêşa Tirk ku derketibûn operasyonê dane. -
Gelê Nisêbînê: Hewl didin ku em bajarê xwe biterikînin
Li Nisêbînê li taxên Abdulkadîr Paşa, Firat, Dîcle û Yenîşehîrê ev 10 meh in pirsgirêka jêravanî û joravaniyê heye. Dewlet gel mexdûr dike û dixwaze ceza bike. Gel jî biryardar e ku li ber xwe bide. -
Li Kerkûkê wesayiteke bombebarkirî hate rûxandin
Li Kerkûkê wesayiteke ku ji hêla DAIŞ’ê ve bi mebesta ku were teqandin bi bombeyan hate amadekirin, beriya ku bigihije hedefa xwe hate rûxandin. -
Qeymeqam gef li gelê Sûrê xwar!
Li Sûrê qeymeqamê Sûrê û qeyûm Bîlal Ozkan gef li gelê Sûrê xwar û got yên ku malê xwe neterikîne ‘wê ya xwe bibîne’’ -
Dema ku helîkoptêr hatî xistin Ciziriyan çi hîs kirin?
Î.S ya ku li Cizîrê nas û xizmên wê di şer de ji hêla dewleta Tirk ve hatin kuştin, got, dema ku helîkoptêra Tirk hate xistin rojên barbariyê bi bîra wê hatine. -
Dijminatiya qeyûm a li jinan dewam dike
Qeyûm ê ku hatî ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, saziyên jinan ên di bin banê şaredariyê de girt, xebatkarên jin ji kar avêt û niha jî xizmeta bê pere a ji bo jinan ên rojên Pêncşemê bi dawî anî. -
Tehdeya li ser rêya Colemêrg-Wanê
Bendên kontrolê yên li ser rêya Wan-Colemêrgê bi ragihandina Rewşa Awarte re zêdetir bûn. Çûn û hatina 3 saetan a li vê rêyê digihêje 8 saetan. -
Li Kerboranê li 3 taxan qedexeya derve hate îlankirin
Li 3 taxên girêdayî navçeya Kerboran a Mêrdînê qedexeya derketina derve hate îlankirin. -
Parlamenterên Başûr: Pêwîste naveroka lihevkirina Rosneftê were eşkerekirin
Komek Parlamenterên Başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê daxuyaniyek dan çapemeniyê û daxwaz kirin ku naveroka lihevkrina petrolê ya hikûmetê bi kargeha Rosneft re were eşkerekirin. -
Nasnameya 4 gerîlayên ku şehîd bûne hatin eşkerekirin
HPG’ê, nasnamaye 4 gerîlayên ku li navçeya Şax a Wanê şehîdbibûn, eşkere kirin. -
‘Li Colemêrg, Mûş û Çewligê 22 leşker hatin kuştin’
HPG’ê, ragihand ku di çalakiyên li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li Colemêrg, Mûş û Çewligê lidar xistin de herî kêm 22 leşker hatin kuştin. -
Dîwarên Sûrê: Em malên xwe nadin!
Şêniyên Sûrê, bi nivîsên li ser dîwarên xaniyên xwe nivîsandî, bersivê didin dagirkeriya ku cih û warên wan xera dike.