KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG: Li Çelê derbên giran li artêşa TC hatin xistin
HPG'ê ragihand, hêzên wan li ser sînorê navçeya Çelê ya Colemêrgê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistine. -
Rewşa dawî ya şerê li ser sînorê Çelê -NÛ BÛ
Hêzên gerîla, li dijî artêşa Tirk a dixwest hin herêmên Başûrê Kurdistanê dagir bike, çalakî lidar xistin. Balafirên şer bombe li 2 gundan barandin. Gerîla jî bi hawanan li qereqoleke li Şemzînanê dan. -
'Ji bo yekîtiya neteweyî hevdîtinên girîng tên kirin'
Endamê Dîwana KNK'ê Farûk Cemîl û endma Konseya KNK'ê Perwîn Ezîz, ku li Qendîlê bi rayedarên KCK'ê re duh rûniştin gotin, "Ji bo ev firsenda dîrokî ya Kurdan ji dest neçe, lidarxistin kongreya neteweyî şert e." -
Li Wanê di qotiyên elekirîkê de kamereyên veşartî bi cih kirine!
Li Wanê derket holê ku ji aliyê dewletê ve kamerayên veşatî di qotiyên elektirîkê de bi cih kirine. -
HAT NÛKIRIN- Heyeta KNK’ê ji bo Kongreya Neteweyî bi KCK’ê re civiya
Heyeta KNK’ê ya ku xebatên Kongreya Neteweyî dike û bi gelek partiyên Kurdan re dicive, îro li Qendîlê bi rayedarên KCK’ê re civiya. -
Artêşa Tirk, hewl da li Kanîmasiya û Metînayê sînor derbas bike
Artêşa Tirk ji duh şev ve li herêmên Kanîmasiya û Metîna sînorê Başûrê Kurdistanê dest bi hewldanekî dargirkeriyê kiriye. Li ser vê hewldana artêşa Tirk gerîlayên HPG/YJA Star bersiv da û ev hewldan hate rawestandin û 15 leşker hatin kuştin. -
Gerîlayan li dijî leşkerên dagirker ên Tirk 2 çalakiyên sabojatê lidar xistin
Gerîlayên HPG’ê li dijî hêzên artêşa Tirk a li herêmên Şehîd Munzur, Cîloyê Biçuk û Qela Bedewê dest bi oparasyonekê kiribûn 2 çalakiyekên sabotajê lidar xistin. Her wiha gerîlayan helîkoptera li Girê Koordîne hewl dida leşker jî dane derb kirine -
Li Sêrt û Colemêrgê çalakiyên gerîla
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê encamên çalakiyên Sêrtê û Colemêrgê yên di nav çarçoweya ‘’Pêngava Şoreşger’’ ragihand. -
HPG’ê têkildarî tevgera dagirkerî ya artêşa Tirk daxuyaniya pêşî da
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî tevgera dagirkerî ya ku artêşa Tirk dixwaze ji xeta Çelê pêk bîne daxuyanî da. -
Artêşa Tirk a ku sînor derbas kir derbeke dî jî xwar!
Şevê dî artêşa Tirk bi derengî ji Çelê derbasî sînorê Başûrê Kurdistanê bû. Şerê di navbera gerîla û artêşa Tirk de berdewam dike. Hate gotin heta niha 19 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
Delîla ku AKP şerê li Kurdistanê vedişêre
Dema ku em li qadên gerîla şerê li Kurdistanê dişopînin asta şer hem dikeve ber kamereyên me hem jî yên gerîla. Ev nîşan dide bê ka AKP û artêşa TC’ê çawa hewl dide ku rastiya şer veşêre. -
Gundê Bêdûhê yê Metîna di hedefa artêşa Tirk de ye
Gundê Bêdûhê yê 200 malî yê Metîna di hedefa artêşa Tirk de ye. Artêşa Tirk seraqet bi obûs, hawan û balafirên şer li gundê Bêhûdê dixe. Gundiyên gotin, ‘’Çi heqê dewleta Tirk nîn e ku vî tiştî bîne serê me, êdî sebra me nemaye’ -
Artêşa Tirk sînor derbas kir; gerîla derbeke giran li wan da
Artêşa Tirk ji Çelê sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kir, piştî ku gerîla bersiv da şer dest pê kir û şer hê jî berdewam e. -
Li Amedê qirkirina siyasî: Hejmara binçavkiriyan bû 26 kes
Di nav çarçoweya operasyona qirkirina siyasî de, li Amedê hejmara rêveberên KCD, HDK, TJA, HDP yên ku hatin binçavkirin bûne 26. -
Binçavkirina siyasetmedarên Kurd kete rojeva Meclîsê de
Li Amedê beriya bi 3 rojan siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin, balkêş e ku dema ku li Amedê civîna jinan dest pê kiribû ev hatin binçavkirin. Wekîla Êlihê Başaran ev mijar bire rojeva Meclîsê û şermezar kir. -
‘’Erê yan jî na ji bo Başûrê Kurdistanê wê taloke be’’
Berwarî diyar kir Başûrê Kurdistanê ji 1992’an ve sîstem ava nekiriye û wiha pê de çû, ‘’di referandûmê de encam erê jî be na jî be ji bo Başûrê Kurdistanê wê rojên taloke dest pê bikin’’ -
Fermandara YPS-JIN’ê: Bi xweprastinê mirov dikare AKP’ê têk bibe
Fermandara YPS-JIN’ê Hogir li dijî polîtîkayên destdirêjî, qirker ên AKP’ê banga pêşvebirina xweprastinê kir. -
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên şehid bibûn eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên ku di 15'ê Gulanê de li Çelê şehîd bibûn, eşkere kir. -
Li Amedê hejmara binçavkiriyan zêde bû
Li Amedê hejmara kesên hatîn binçavkirin gihişt 23'an. -
HPG’ê li Colemêrg û Dersimê li dijî artêşa Tirk çalakî kirin
HPG’ê encamên çalakiyên li dijî artêşa Tirk ên li Dersimê û Colemergê eşkere kirin. -
Ji HPG’ê daxuyaniya sererastkirinê
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerilayê bi navê Îsrafîl Dursun ku jiyana xwe ji dest dabû, daxuyaniyek serarastkirinê weşand. -
Zêdeyî 20 girtî hatin sirgûnkirin
Zêdeyî 20 girtî ji Girtîgeha Girtî ya Tîma M a Êlihê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Elezîzê hatin kirin. -
YPS'ê li ser şerê li Qoserê daxuyanî da
YPS'ê, li ser şerê 30'ê Gulanê yê li navçeya Qoser a Mêrdînê qewimî daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Li 39 gund û gundikan derketina derve hate qedexekirin
Hêzên dewleta Tirk dor li 39 gund û gundikên Licê, Hezro û Karazê girtin û derketina derve qedexe kirin. -
Artêşa Tirk li Zagrosan têk çû
Endamê Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt destnîşan kir, artêşa Tirk li Zagrosan li pêşberî gerîla têk çûye.