KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Amedê hemû mal û kargeh têne deqkirin
Piştî fermana Wezareta Karên Hundir a Tirk, van du hefteyên dawiyê li Amedê hemû kargeh û malên ku malbat lê dimînin têne deqkirin. -
Leşkerên Tirk ên ji ser sînor reviyan ketin kemîna gerîla!
Gerîlayên HPG û YJA Starê, li konvoya leşkerî yıa ji Çelê diçû Colemêrgê dan. Payebilind jî di nav de gelek leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin. -
Li Amed û Wanê operasyonên qirkirina siyasî
Xebatkarê Weşanxaneya Aram Babîr û Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Payîzavayê Guler hatin binçavkirin. -
KNK'ê ji bo yekîtiya neteweyî serdana Tevgera Azadî kir
Heyeta KNK'ê, ku ji bo avakirina platformeke hevpar a nirxandina mijara yekîtiya neteweyî dest bi serdana hêzên siyasî yên Kurd kiriye, li Silêmanî serdana Tevgera Azadî kir. -
Şer û çalakiyên li herêma Zapê dewam dikin
Li dijî dagirkeriya artêşa Tirk a li herêma Zapê ya li Başûrê Kurdistanê, çalakiyên hêzên gerîla dewam dikin. -
DAIŞ'ê li Xurmatûyê êrîş kir
Çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev saet di 23:00 de êrîş nuqteyên pêşmergeyan ê li herêma Zerge ya li navçeya Xurmatû ya eyaleta Selheddînê kir. Ji ber êrîşê pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da. -
Şêniyên Alîpaşa: Wezîr derewan dike; em ê ji malên xwe dernekevin
Şêniyên taxên Alîpaşa û Lalebey ên navçeya Sûr a Amedê, ku TOKÎ xaniyên wan xera dike gotin, Wezîr Mehmet Ozhasekî ku hate Amedê û îdîa kir ku wê mirovên xaniyên wan xera bûne mexdûr nebin, derewan dike. -
Li Kerkûkê teqîn: 3 pêşmerge birîndar bûn
Li Kerkûkê mayîna çeteyên DAIŞ’ê di wesayîteke pêşmergeyan de teqiya. Di teqînê de 3 pêşmerge birîndar bûn. -
NÛ BÛ- Wesayîta polîsan li mînîbusa gundiyan xist: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li nêzî navçeya Lice ya Amedê otobusa polîsên tîmên taybet li nav li mînîbusa gundiyan qelibî. -
Li Mûsilê rojnamevanekê jiyana xwe ji dest da, 3 rojnamevan jî birîndar bûn
Li Mûsilê di encama teqînekê de rojnamevanekî Kurd jiyana xwe ji dest da, 3 rojnamevanên welatiyên Fransa jî birîndar bûn. -
Li Wanê polîsan êşkence li 2 kesan kir
Duh di dema axaftina Wezîrê Karê Hûndir ê Tirk Suleyman Soylû a xwarina fitarê de, polîsên sivîl 2 kes bi hovane êşkence kirin. -
Li Herekolê li dijî hêzê operasyonê derbe: 8 leşker hatibû kuştin
HPG’ê diyar kir ku gerîlayan yekîneyekî ya operasyonê ya artêşa Tirk a li herekol kirine hedef û çalakiyek lidar xistine. Di çalakiyê de 8 leşeker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne. -
HPG: Artêşa TC a dagirker li Çelê tarûmar bû
HPG'ê ragihand, artêşa Tirk ku roja 16'ê Hezîranê li Zapê dest bi operasyona dagirkeriyê kir, tarûmar bûye. Di daxuyaniyê de hat gotin, di şerê 24 saetên dawî de 31 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
Serdanên KNK'ê yên ji bo yekîtiya neteweyî dewam dikin
Heyeta KNK'ê, ji bo nîqaşkirina yekîtiya neteweyî banga avakirina platformeke hevpar kir, li Hewlêrê bi nûnerên Bizûtneweyî Demokrasî Gelê Kurdistan û Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê (YNDK) re rûnişt. -
Tecrîda li ser Ocalan li Şengalê hate şermezarkirin
TAJÊ bi daxuyaniyeke çapemeniyê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li hemû jinan kir, ku ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan helwestê nîşan bidin û têkoşînê xurt bikin. -
Dewleta Tirk li Amedê mele jî tevlî operasyonê kir!
Li Licê, Dara Hênê û Pasûrê, 10 hezar leşker, polîs û cerdevan derketine operasyonê. Dewleta Tirk qîma xwe bi vê neanî û mele jî tevlî operasyonê kir. -
Çalakî û şerê li ser sînorê Çelê dewam dikin
Hêzên gerîla, li dijî arêşa Tirk ku hewl da ji Çelê derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, ji duh êvarê û vir ve çalakî lidar xistin. Di encama van çalakiyan de herî kêm 16 leşker hatin kuştin. -
Dadgeriya Tirk 36 sal cezayê girtîgehê li zarokên Kurd birî!
Dadgeriya Tirk, 36 sal cezayê girtîgehê li zarokên ku di dema êrîşên qirkirinê de 104 rojan li Sûrê asê man, birî. Parçeyên şarapnelê yên li bedena zarokan ketibûn, weke 'delîl' hatin nîşandan. -
KNK: Kurdistan wê xala hevpar be
Tê plankirin, ji bo destnîşankirina "yekîtiya neteweyî, kongreya neteweyî û statejiya hevpar", di nava meha Tîrmehê de li Başûrê Kurdistanê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û hêzên cuda yên civakî, platforma nîqaşê bê avakirin. -
Tevgera Azadî li herêma Biradostê civakê bi rêxistin dike
Tevgera Azadî, ku li zomên li herêma Biradostê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê dixebite, bi pêşengiya rûspî û porspiyan, civakê bi rêxistin dike. -
Qeyûm hewl dide Gola Sulukê ziwa bike
Qeyûmê AKP'ê yê dest daniye ser Şaredariya Colemêrgê ya DBP'yî, hewl dide Gola Sulukê ya li taxa Marzanê ziwa bike. -
Bûyerên ku îro li xeta Çelê qewimîne
Li hemberî operasyona artêşa Tirk a ku dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike, çalakiyên gerîllayan didome. Hat hînbûn ku ji ber çalakiyên gerîllayên derûniya leşkeran xerab bûye. -
Gerîllayan li hemberî leşkerên dagirker çalakiyek li dar xistin
Gerîllayên HPG’ê li hemberî leşkerên dagirker çalakiyên sûîkast û mayînê li dar xistin. Di çalakiyan de 6 leşker hatin kuştin. -
KNK’ê li Başûrê Kurdistanê ji bo yekîtiya netewî serdana sê partiyan kir
KNK’ê serdanên xwe yên ji bo yekîtiya netewî didomîne, îro jî seriyek da Yekgirtû Îslamî, Partiya Komunîst a Kurdistanê û Partiya Bîzûtneweyî Îslamî. -
HPG: Li Colemêrgê çalakî
HPG'ê diyar kir, li Colemêrgê li dijî artêşa Tirk çalakî hatiye lidarxistin.