KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Hilbijartina serokê nû' bû şertê vekirina parlamentê
Hat ragihandin, piştî civîna navbera PDK û YNK'ê li ser vekirina parlamenta Başûrê Kurdistanê li hev hatiye kirin. -
Li Şemzînanê çalakiya gerîla: Herî kêm 20 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG û YJA Starê avêtin ser baregeha leşkerên Tirk a li girê Garê yê li Şemzînanê. Gerîla gir kontrol kirin û di çalakiyê de herî kêm 20 leşker hatin kuştin. -
Li Amedê gelek siyasetmedar hatin binçavkirin
Polîsên Tirk li Amedê avêtin ser gelek malên siyasetmedarên Kurd. Aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan û Sara Aktaş, endamê Meclîsa DBP'ê Salih Keleş jî di nav de gelek siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin. -
DAIŞ'ê li Xurmatû êrîş kir -NÛ BÛ
Çeteyên DAIŞ'ê li bajarê Xurmatû êrîşî nuqteyên kontrolê yên pêşmergeyan kirin. Di encamê de pêşmergeyekî bi navê Dara jiyana xwe ji dest da, pêşmergeyek jî birîndar bû. -
KNK: Em bi hêvî ne ku Kurd bibin yek
Endama Konseya Rêveber a KNK'ê Perwîn Ezîz û Endamê Dîwanê yê KNK'ê Farûk Cemîl, li ser pêvajoya yekîtiya neteweyî ya Kurd axivîn û gotin, "Pêwîstiya Kurdan bi yekîtiyê heye. Em bi hêvî ne ku vê carê bibin yek." -
Dewletê hem ew kuşt, hem jî qebûl nake ku mirî ye
Dewleta Tirk, ku di sala 1992'an de Mehmet Ertak di binê çavan de winda kir, kuştina wî qebûl nake. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, di doza Ertak de dewleta Tirk mehkûm kiribû. -
Li Êlihê 'qedexeya derketina derve' hat îlankirin
Li 4 gund û 6 taxên girêdayî navçeyên Hezo, Sasonê û gundikekê ji aliyê dewleta Tirk ve qedexeya derketina derve hat îlankirin. -
Li Dersimê 3 navçe hatin dorpêçkirin
Bi hinceta operasyonên leşkerî rêyên navçeyên Qislê, Pulur û Pîlemûriye yên dersimê li çûn û hatinê hatiye girtin. -
Gerîlayên HPG’ê li Çiyayê Cûdî çalakî lidar xistin
HPG’ê diyar kir ku di çalakiyên gerîlayan ên li Kurdisanê lidar xistin de, 15 leşker hatine kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne. -
HPG’ê nasnameya gerîlayê li Hezoyê çalakiya fedayî pêk anî eşker kir
HPG’ê ragihand ku 9’ê Hezîranê gerîlayê HPG’ê Çekjîn Êlih li dijî Qereqola Kaniyahênê ya navçeya Hezo ya Êlihê çalakiyekî fedayî lidar xistiye. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatine kuştin, wesayîtekî zirxî û wesayîtekî polîsan jî hatiye rûxandin. -
Li Çiyayê Kato 3 herêm ji bo sivîlan hat qedexekirin
Li 3 herêmên Çiyayê Kato yê di nava sînorê navçeya Elkê ya Şirnexê de cih digre, ji aliyê walî ve ji bo ketin û derketina sivîlan hate qedexekirin. -
KNK li ser yekîtiya neteweyî bi YNK û Goran re rûnişt
KNK, ku ji bo kongreya neteweyî bang kir, piştî serdana Navenda Giştî ya YNK'ê, berê xwe da Navenda Giştî ya Tevgera Goran. -
Parlamenterê Êlihê yê HDP'ê Aslan hate binçavkirin
Parlamenterê Êlihê yê HDP'ê Mehmet Alî Aslan, li balafirgeha Êlihê hate binçavkirin. -
Leşkerên Tirk dest datînin ser heywan û xwarina gundiyan
Li Bedlîsê, leşkerên Tirk dest datînin ser heywan û xwarina gundiyan. Ji gundiyan Beydogan got, "Timî rêya me dibirin, dest datînin ser penêr û nanê me. Û li gundiyan dixin." -
Adiyaman: Çareseriya mayinde bi nêrînên Ocalan dibe
Parlamenterê HDP'ê Adiyaman destnîşan kir, pirsgirêkên gelê Kurd û Tirkiyeyê ancax bi nêrînên Ocalan çareser bibin û nerazîbûn nîşanî tecrîdê da. -
KNK ji bo kongreya neteweyî hevdîtinan dike
Alîkarê Hevserokê KNK'ê Tahir Kemalîzade diyar kir, dîrok yekîtiya neteweyî weke wezîfeyekê datîne pêşiya Kurdan û got, "Cihêrengiya me nayê wê wateyê ku em nikarin bibin tifaq. Aliyê me yê hevpar Kurdistan e." -
Şandeya KNK'ê ji bo 'kongreya neteweyî' çû serdana YNK'ê
KNK'ê banga Kongreya Neteweyî kir û ji bo hevdîtinan pêşî serî li YNK'ê da. -
Şêniyên Sûrê dibêjin 'Kêr gihîştiye hestî'
Li taxên Alîpaşa û Lalebeyê, ku dewleta Tirk di bin navê 'veguherîna bajêr' de hewl dide xera bike, her malek xwedî çîrokekê ye. Aliyê hevpar ê van çîrokan jî, zilma dewletê ye. -
Bav û keç li heman çeperê şer dikin
Bav û keç ên di nava Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) de cih digirin, di heman çeperê de li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin. -
Kemalbay: AKP li ber hilweşînê ye
Heseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay, li Wanê di xwarina fitarê de bi gel re civiya. -
Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin
Bi îdîaya ku têkiliya wan bi çalakiya li Hezoyê ya Êlihê heye, 9 kes hatin binçavkirin. -
Li Colemêrgê dîsa 25 herêm hatin ‘qedexekirin’
25 herêmên Colemêrgê û navçeyê wê, carekî din ‘Herêmên Ewlehiya Taybet’ hatin îlankirin. -
Li Çelê derbên giran li artêşa Tirk hate xistin
HPG’ê ragihand ku 11’ê Hezîranê saet 10:00’an, di çalakiya li dijî Girê Koordîne yê navçeya Çelê û Colemêrgê lidar xistin de, 10 leşker hatine kuştin. -
'Berxwedana gelê Kurd wê bandorê li gelemperiya herêmê bike'
Beriya kongreyê, Rêxistina DBP'ê ya bajarê Wanê civîneke şêwirînê lidar xist. -
KNK: Ji bo stratejiyeke neteweyî divê kongreya neteweyî bicive
KNK'ê li Silêmanî civîneke çapemeniyê lidar xist û banga yekîtiya neteweyî li hemû partiyên siyasî û hêzên civakî yên li çar parçeyên Kurdistanê kir.